Hevserokên Giştî yên DEM Partî: Em ê bi hev re xwedî li îradeya xwe derkevin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yên beriya civîna hevşaredarên DEM Partiyê nirxandin kirin, diyar kirin ku gel tercîha xwe ji bo guherîn û veguhertinê kiriye û gotin ku ew ê bi hev re xwedî li vê îradeya xwe derkevin.

Enqere- Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê bi hevşaredaran re civiyan. Di civînê de dê encamên hilbijartinê bên nirxandin û nexşeriya serdema nû were diyarkirin. Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan beriya civînê rojevên heyî nirxandin.

Tuncer Bakirhan: Em ê layiqê gel bin

Bakirhan, diyar kir ku wan di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistine û hemû kesên keda wan di serkeftinê de heye pîroz kir. Tuncer Bakirhan, got ku ew ê layiqê gelê xwe bin û 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan bi bîr xist û kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Tuncer Bakirhan, xwest dewlet bi qirkirinê re hevrû bibe û got ku ew ê ji bo vê têbikoşin.

‘Em ê bi hev re xwedî li îradeya xwe derkevin’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku îradeya gel di hilbijartinan de bandorê li encaman kiriye û wiha got: “Ev îrade jî îradeya aştî, demokrasî û azadîxwazan e. Em ê bi hev re xwedî li vê îradeyê derkevin. Zîhniyeta qeyûmperest û ya şaredarîvaniya xerab winda kir. Gelê me bi ser ket. DEM Partiyê bi serkeftina xwe cara ewil têkçûneke mezin bi îqtîdara AKP-MHP’ê da jiyîn. Banga me ji bo îqtîdar û muxalefetê ew e ku encamên hilbijartinê rast bixwînin. Divê di rojê pêş de ev îrade esas were girtin û di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêkên din bên çareserkirin. Me gotibû ‘yên meseleya kurd çareser nekin dê têk biçin’ û wisa bû.

‘Hêviya xwe bi operasyonan ve girêdane

 Îqtîdara ku peyama gel a 31’ê Adarê fêm nekir, niha ji bo destûra şer bigre welat bi welat digere. Ji bo pirsgirêka Kurd hê jî hêviya wan operasyonên leşkerî ne. Ev rê û rêbaz bi dehan caran hatin ceribandin lê encamek jê derneket. Em ê teqez rê nedin vê. Dixwazin têkçûna xwe ya hilbijartinê bi rijandina xwîn û hêsran veşêrin lê encamên hilbijartinê jixwe banga ‘ji şer re na’ bû. Banga ‘bila pirsgirêk bi riyên demokratîk bên çareserkirin’ bû. Lê fêm nakin. Bi sedan operasyonên leşkerî hatin kirin lê encamek jê nehat girtin. Pêdiviya vî welatî ne bi mirina ciwanên Kurd û Tirk, bi mutabeqateke mezin a civakî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk heye. Heke aştî bê dê hinek tune bibin lewma serî li şer, gef û tundiyê didin.

‘Em bi biryar in aştî û demokrasiyê bînin vî welatî’

Piştî her hilbijartinê tiliya xwe ji me re dihejînin. Lê em careke din dibêjin; êdî siyaseta girtinê û gefan bi dawî bûye. Me tu caran serî li ber van gef û şantajan netewand û dê netewînin. Vaye berxwedana Wanê mînaka vê ye. Em careke din dibêjin; em bi biryar in ku aştî û demokrasiyê bînin vî welatî û heta hemû gel û bawerî li gorî destûreke bingehîn a demokratîk bên birêvebirin jî dê têkoşîna me bidome.

Ew dixwazin di sedsala duyemîn de jî welat li gorî Destûra Bingehîn a 1924’an birêve bibin ku destûra bingehîn a red û înkarê ye. Lê em ê teqez rê nedin vê. Erê rast e pêdivî bi Destûra Bingehîn a Demokratîk heye û ji bo vê jî hewcehî bi paqijiyeke rê heye. Divê ev jî bi beşdariya civakê û tevahiya derdorên rêxistinkirî were amadekirin.

‘Karê sereke yê şaredariyên me xizmeta ji bo gel e’

Em şaredariyan ne weke qadên rant, partîperestî û hwd. dibînin; ji bo me qada xizmeta herî baş a ji gel re ye. Piştrast bikin ku her tişta hûn dikin bandorê li siyasetê dike. Karê sereke yê şaredariyên me, xizmeta ji bo gel e. Siyaseta ku bi gel re pêwendiyên baş dayne, siyaseta xizmetê siyaseta rast e. Lewma divê em tev li gorî vê rêgezê tevbigerin.”

Tulay Hatîmogullari: Di her sê hedefan de jî em bi ser ketin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku pêşhilbijartinên wan di cîhanê de tecrubeya ewil bû. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku DEM Partiyê mîrateyeke girîng ji siyaseta Tirkiyeyê re hiştiye, zehmetiyên di xebatên hilbijartinê de jiyane rêz kir û da zanîn ku tevî her zext, nelirêtî, derhiqûqî û hwd. jî wan serkeftineke mezin bi dest xistine. Hatîmogullari, wiha pê de çû: “Hevalên hêja dema me kampanyaya hilbijatinê dimeşand 3 hedef me danîn pêşiya xwe. Ya yekemîn; girtina şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin; ya duyemîn; zêdekirina destkeftiyên nû yên li destkeftiyên sala 2019’an; a sêyemîn jî paşvexistina faşîzma AKP-MHP’ê li tevahiya Tirkiyeyê. Di her sê hedefan de jî em bi ser ketin.

‘Gelê me tercîha xwe ji bo guherînê kir’

Divê encamên van hilbijartinan baş bên xwendin. Ev yek erk û berpirsyariya me ye. Gelê me ji AKP-MHP’ê ku dixwazin faşîzm, otorîterbûn û zîhniyeta qeyûmperest mayînde bike re got ‘bisekine.’ Gel ji faşîzm û rejîma qeyûm re got ‘na.’ Gelê me tercîha xwe ji bo guherînê kir.

‘Me pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bi cih anî’

Hê jî mudaxeleyî şêweyê jiyanê jinan tê kirin. Jinan di vê hilbijartinê ji feraseta otorîter û polîtîkayên şerê taybet re gotin ‘bisekine.’ Me pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bi cih anî. Ev yek ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê û jinan, ji bo gelên tevahiya herêmê û cîhanê tecrube û destkeftiyeke girîng e. Me êrişên îdeolojîk ên li dijî destkeftiyên jinan qebûl nekir.”

Piştî axaftinan, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.