‘Hebûna HTŞ’ê ya cîhadîst li Sûriyeyê îhtîmala şerê navxweyî zêde dike’

Sûriye, weke encama zêdebûna binpêkirinên ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve li dijî pêkhateyên Sûriyeyê pêk tîne, hê jî dibe mexdûrê aloziyên civakî û siyasî.

Navenda Nûçeyan – Gelê Sûriyeyê, ji encamên şer û mudaxeleyên derve, êşê dikşîne. Bi van mudaxeleyan, qeyranê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Rewş bi vê yekê re sînordar nema; di dawiya sala 2024’an de bi desteserkirina hikûmetê ji aliyê cîhadîstên Heyat Tehrîr El-Şam ve, ji mehên ewil ve binpêkirinên li dijî jinan û civakên din ên Sûriyeyê destpê kirin û dijminatiya mezhebî belav bû.

Di vê hawirdora bi aloz de, rola ciwan û jinên ku şoreşê dan destpêkirin derdikeve pêş. Ew, di pêkanîna diyalogek berfireh a Sûriye-Sûriyeyê de ku dê yekîtîya welat misoger bike û wê li ser bingehên edalet û aştiyê ji nû ve ava bike de, mîna stûneke bingehîn tên dîtin.

‘Sûriye bêyî rengîniya xwe ya çandî û civakî nikare bijî’

Hevseroka Buroya rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Qamişloyê Valentîna Abdo, şoreşa Sûriyeyê mîna derfetek windabûyî pênase kir û got: "Şoreşa Sûriyeyê mîna derfetek avakirina Sûriyeyeya nû dest pê kir. Lê belê, hêzên derve mudaxeleyê Sûriyeyê kirin û li gorî berjewendiyên xwe xet û stratejiyên xwe diyar kirin. Bi wê yekê ji aloziyê sûdê girtin.”

Valentina Abdo, axaftina xwe wiha domand: “Ev hêz hewl didin li ser Sûriyeyê serweriya xwe ava bikin lê belê ne di ferqê de ne ku Sûriye bêyî rengîniya xwe ya çandî û civakî nikare bijî."

Valentina Abdo, di berdewamiya axaftina xwe de rewşa gel a piştî hilweşandina rejîma Baasê nirxand û wiha berdewam kir: “Hikûmeta Baasê her dem siyasetek yekreng û zilmê meşand ku vê yekê jî gelê Sûriyeyê xist bin barekî giran. Bi hilweşandina rejîma Baasê re, di nava gel de hêviya jiyana demokratîk û adil ava bû. Lê belê, rastî cuda bû; binpêkirin destpêkirin, qetilkirin û talankirin pêk hatin, jin hatin vederkirin û sûcên li dijî gel bê ceza man. Hikûmet jî îdia dike ku ev binpêkirin bûyerên takakesî ne.

‘Binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê li welat kaosek mezin diafirînin’

Valentina Abdo, da zanîn ku kaosa li Sûriyeyê didome û desteserkirina hikûmetê ya cîhadîstên Heyet Tahrîr El-Şam, wê bibin sedema hilweşîna welat û gotinên xwe wiha domand: "Gelê Sûriyeyê, her roj bi dîmenên hovane yên mîna qetilkirin, revandin, tecawiz û diziyê şiyar dibe. Ev yek jî li welat kaosek mezin diafirîne. Gel hîs dikin ku rêveberiya demkî xizmeta berjewendiyên welat nake, xizmetê berjewendiyên welatên kapîtalîst dike. Di biryar tên dayîn de îradeya gel tune ye. Ev jî ji bo mudaxeleyên dervê derî vedike û qeyrana Sûriyeyê tevlihev dike. Ev rewş, dikare bibe sedema şerekî navxweyî yê berfireh û komkujiyan her wiha wê Sûriyeyê jî paşve bibe."

Valentina Abdo, balkişand li ser pêdiviya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û kombûna li maseyekî diyalogê û wiha axivî: "Ji destpêka şoreşê ve, rêveberiya xweser da zanîn mîna yekane çareserî ji bo diyaloga Sûriye-Sûrî amedeye. Ji bo diyalogê hewildan çêbûn, lê divê em wekî gelê Sûrî, xetera pêvajoyê û girîngiya yekîtiyê fam bikin. Bi taybetî jî di vê heyama de ku wê çarenûsa gelê me diyar bike."

‘Divê em herêmên xwe bi rihê şerê gelê şoreşgerî biparêzin’

Valentina Abdo, der barê berpirsiyariyên jin û ciwanan de wiha got: "Em wekî jin û ciwan, di aliyê zêdebûna hewildanên xwe û amedebûna diyalogê ya bi hemû aliyên Sûriyeyî de berpirsyar in. Ji ber ku me li Rojava şoreşê da destpêkirin û hê didomînin. Ji bo pêşîgirtina şerekî navxweyî ya mezin û çareserkirina qeyranê, pêwîste em rewşa heyî lêkolîn bikin, binirxînin û riyên çareseriyê nîqaş bikin. Divê em herêmên xwe bi ruhê şerê gelê şoreşgerî biparêzin û li dijî hemû gefan amadekariya xwe bi pêş bixin. Me herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê parast û heta niha jî destkeftiyên şoreşê diparêzin."

‘Birêxistinbûn riya parastina welat e li dijî xeteriyan’
Valentina Abdo, diyar kir ku serkeftina projeya demokratîk ji rêxistinbûnê derbas dibe û axaftina xwe wiha domand: “Pêwist e em zêdetir xwe birêxistin bikin û vê fikrê li seranserê Sûriyeyê belav bikin. Ji ber birêxistinbûn, riya parastina welat e li dijî xeteriyan. Hêzên kûrewî û kapîtalîst hewl didin qeyrana li Sûriyeyê kûrtir bikin û planên ku zirarê didin gel ferz bikin. Lewma em gelê Sûriyeyê vedixwînin yekîtiyê. Pêwist e em îradeya xwe biparêzin û li dijî xetereyên ku bi wan re rû bi rû dimînin helwestek hevpar nîşan bidin. Divê em destûr nedin hêzên derve mudaxeleyî karên me bikin. Pêwist e em deng û hêza xwe bikin yek û Sûriyeya ku hemû pêkhatiyan digre nava xwe û edaletê pêk tîne, ava bikin.”

Valentina Abdo, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku çareserî di destên Sûriyeyiyan de ye û got: "Em dibêjin çareserî di destên Sûriyeyiyan de ye. Divê Sûriyeyî bên cem hev û der barê pêşeroj û yekîtiya Sûriyeyê de, li derdora maseyek li hev bikin. Yekîtiya me wê pêşî li dewletên ku mudaxele dikin ên ku dixwazin fitne û dabeşbûnê biçînin bigre.”

‘Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî fitneyan radiweste’

Meryem Îbrahîm a ji Kantona Reqaya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî binpêkirinên ku bi taybetî li Şam, Suweyda û peravên Sûriyeyê tên jiyîn, mîna sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kir û got: "Piştî ku cîhadîstên Tehrîr El-Şam desthilatdariya li Sûriyeyê desteser kirin, welat bû qada pevçûn û nakokiyên mezhebî. Piştî komkujî û qirkirinên li dijî civakên Elewî û Durzî, şerê navxweyî dest pê kir. Êrîşê zarok û kal û pîran kirin. Her wiha li peravên Sûriyeyê agir bera daristanan dan. Halbûkî ev herêm cihekî geştiyariyê ye."

Meryem Îbrahîm, fikarên xwe yên têkildarî şerê navxweyî jî anî ziman û axaftina xwe bi van gotinan domand: "Ji ber zêdebûna valahiya ewlehiyê ya li herêmên navxweyî, gotinên nefretê, teşwîqkirina mezhebî û bi riya medyaya dîjîtal berevajîkirina sûcên tên kirin, ewlehî û aramî têk çû. Binpêkirinên mafên mirovan roj bi roj zêde dibin û tu astengiyên hiqûqî yên pêşiya sûcdaran bigrin an jî bidarizînin nîn e. Vê yekê jî di nava gel de tirsa şerekî navxweyî yê nû ava kir.”

‘Hemû pêkhateyên Sûriyeyê hevgirtin û piştgirî nîşan dan’
Meryem Îbrahîm, di berdewamiya axaftina xwe de tercubeyên ku gelê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heyama DAIŞ’ê de jiyane bi bîr xist û got: "Me heman tercubeyan jiya. Di heyama ku DAIŞ’ê herêma me kontrol dikir de, em rastî binpêkirin û sûcan hatin. Ruxmê taybetmendiyên me yên çandî û erdnîgarî yên cuda jî hemû pêkhateyên Sûriyeyê hevgirtin û piştgirî nîşan dan.  Ev yek jî îsbat dike ku gelê Sûriyeyê yek e, em van sûcan napejirînin.”

‘Civaka navneteweyî li dijî van binpêkirinan bêdeng e’

Meryem Îbrahîm, rewşa heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha vegot: "Herêma me bi modela neteweya demokratîk a li ser bingeha jiyana hevbeş, di nava ewlehî û aramiyê de dijî. Ev jî dibe sedem ku hêzên derve vê projeya serkeftî û kûrewî hedef bigrin. Hewl didin rasterast herêmê hedef bigrin û DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin.” Meryem Îbrahîm, rexne li helwesta civaka navneteweyî kir û got: "Civaka navneteweyî li dijî van binpêkirinan bêdengî hilbijart. Ev yek nîşan dide ku rê didin cîhadîstên Heyat Tehrîr El-Şam van komkujiyan pêk bînin.”

‘Em ê ji bo valaderxistina van komployan gel birêxistin bikin’

Meryem Îbrahîm, hewldanên gelê herêmê bi van gotinan anî ziman: "Em ji bo li dijî derketina hemû fitneyên mezhebî û parastina hev serî li hemû rêbazan didin. Em civînên gel li dar dixin û sedemên bûyerên dawî eşkere dikin. Bi vî rengî em hewl didin gel ji wan fitne, nakokî, gotinên nefretê û cudakariyê bi bandor nebin. Em ji bo valaderxistina van komployan, gelê birêxistin bikin.”

‘Jin û ciwan bingeha civakê ne’

Meryem Îbrahîm, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û ciwanan û wiha bi dawî kir: "Jin û ciwan bingeha civakê ne. Berpirsiyariya herî mezin a parastina civakê, li ser milên jin û ciwanan e. Em dixwazin li Sûriyeyê aştî serwer be. Bila êdî şerên bi xwîn bi dawî bibin. Pêwist e hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ji bo pêşîgirtina li vê senaryoyê bibin yek. Pêwist e gel bibe yek û planên ku armanc dikin ewlehî û aramiyê têk bibin û Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî ve bikşînin, vala derxin. Ger ji bo rawestandina van binpêkirinan gavên cidî neyên avêtin, wê Sûriye ber bi şerê navxweyî ve biçe."