Gulistan Kiliç Koçyîgît: Çi dibe bila bibe emê bi meşin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo tevlibûna ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku wê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê destpêkirin banga tevlibûnê kir û diyarkir ku çi dibe bila bibe wê bi meşin.

Navenda Nûçeyan- Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniya Meclisê de derbarê rojevên heyî de nirxandin kir. Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Can Atalay û got Sepanekî derhiqûqî ye.

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku ev rewş, sûcekî li dijî Destûra Bingehîne û got: “Yên ku darbeya darazê kirin îcar bêyî ku şerm bikin, li Meclisê sedema betalkirina parlamenteriyê jî weke hewcehiya Destûra Bingehîn nivîsandine. Ji roja bûye desthilat heta niha AKP her tim di nava pratîka darbeyê de bû. Yên ku hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an red kirin, yên ku dema di 20’ê gulana 2016’an de parêzbendiyên parlamenterên me hatin rakirin li gel ku li dijî destûra bingehîn jî destê xwe rakirin, yên ku di 4’ê mijdara 2016’an de hevserokên me yên giştî û parlamenterên girtin, yên ku qeyûm li şaredariyan tayîn kirin, bingeha vê darbeyê jî amade kirin. Lê li vir tenê gotin j AKP-MHP’ê re neyên kirin, yên ku dema li dijî kurdan her cureyên derhiqûqtiyê dihatin kirin bêdeng diman îro jî bûne sedema biryara Can Atalay. Yên ku dema rejîma qeyûman ketî meriyetê digotin; ‘tiştek nabe, dikarin li kurdan bikin’ îro bûne sedema vê.”

 ‘Partiyên muxalîf piştgirî dan bê hiqûqiyê’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û parlamenterên din û wiha got: “Dema ev pêvajo diqewimîn, mixabin muxalefetê li Meclisê destê xwe rakirin. Bêdeng man û piştgirî dan derhiqûqtiya li dijî kurdan dihat kirin. Di şexsê Can Atalay de li dijî vîna gel darbe hate kirin.” 

‘Sedemên grevên birçîbûnê çiye?’

Gulistan Kiliç Koçyîgît di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin û ev tişt got: “Dû meh li pey xwe hişt. Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Ne parêzer, ne malbat ne jî şande dikarin biçin serdanê. Li gel daxwazê jî nahêlin em parlamenter biçin. Girtiyên siyasî jî li dijî vê rewşa tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Hewl didin dengê xwe bigihînin Meclisê.

Emê di navbera 1-15’ê sibatê de meşa azadiyê li dar bixin. Meş dê ji dû baskan pêk bê. Baskekê wê li Wanê yê din jî wê li Qersê dest pê bike. Di van meşan de dê daxwaza azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên kirin. Em ê careke din bang li Meclisê bikin ku înîsiyatîfê li xwe bigire.

Çi dibe bila bibe emê vê meşê li darbixin

Meşa me dê li Qersê dest pê bike. Walîtiya Qersê çawa ku agahî bihîst, li seranserî bajar ji bo 5 rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan derxist. Em vê biryarê şermezar dikin. Krîmînalîzekirina meşa ku ji bo aştî, demokrasî, azadî û wekheviya welêt tê lidarxistin, hewldana astengkirina wê rewşekî ketî ye. Lê em careke din dibêjin ku çi dibe bila bibe em ê vê meşê li dar bixin. Em ê vê meşê di 15’ê Sibatê de temam bikin. Ji bo ku di dawiya vê meşê de li vî welatî deriyeke nû vebe, şensek ji aştiyê re were dayîn ya ku ji destê me tê dê bikin. Em careke din bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, jin, bindest, hunermend û her derdoran dikin ku bibin dengê aştiyê.

AKP li her derê hilbijêrên qaçax vediguheze

Li şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Me gelek caran nelirêtî û rejîma mêtingeriyê ya qeyûman vegot. Tiştekî din jî heye, AKP hewl dide di serdema pêş de hilbijêran îpotek bike. Çi dike? Hilbijêrên qaçax vediguhêze. Weke mînak; Îdir, bajarekî pir girîng e. Weke ku hûn jî dizanin, tevahiya derdorên ‘neteweperest’ bûn yek da ku DEM Partî Îdirê bi dest nexe. Ji vî alî ve Îdir û Qers girîng in. Li Îdirê çi kirine? Li cihê ku AKP’ê bi hezar û 514 dengan windakirî, li 7 avahiyan bi giştî 4 hezar û 449 hilbijêr hatine qeydkirin. Di nava van kesên qeyda wan heyî de 4 hezar û 449 hilbijêrên qaçax ên ne ji Îdirê û li bajarên cuda deng dayîn hene. Hewl didin tercîha xelkê Îdirê biguherînin. Li Sêrtê jî HDP’ê di 2019’an de bi hezar û 161 dengan qezenc kiribû. Niha 6 hezar û 819 hilbijêrên qeyda wan biguman hene. Ango dixwaze Sêrtê ji me bistîne. Ka em li Şirnexê binêrin. Dema AKP’ê Stenbol winda kirî Tayyîp Erdogan digot; ‘Me Stenbol winda kir lê me Şirnex stand.’ Binêrin bê ka AKP’ê çi kiriye; li Taxa Yeşîlyurtê ku weke qada leşkerî tê zanîn 752 hilbijêr hebûn lê ev hejmar derketiye 5 hezar û 956’an. Ji van hilbijêran 4 hezar û 368 jê ne ji Şirnexê ne. Li Qers û Agiriyê jî heman tişt kirine. Li dijî van îtîraz hatin kirin lê îtîraz hatin redkirin.

 AKP’ê bi saîkên siyasî qeyûm li şaredariyên me tayîn dikir, ya ku niha tê kirin jî cureyeke tayînkirina qeyûman a cuda ye.

Bêkarî xizanî…

Desthilat hewl dide bi rêya neteweperestî û hemasetê xizanî û birçîtiya li welêt veşêre. Lê li hêla din tevahiya çavkaniyên welêt pêşkeşî dewlemendan dike. Têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Li herêmên kurdan binêrin dê bibînin bê ka di mijara belavkirina dahatê de newekheviyeke çiqas mezin heye. Dema hûn li nexşeyê dinêrin dê pir bi eşkereyî bibînin bê ka herêmên kurdan çawa li derve hatine hiştin. Dê bibînin bê ka çawa para xwe ji parvekirina dahatê nagire. Li aliyekê di bin zexta binçavkirin, girtin, darbe û qeyûman de ye, li rexa din jî bêkar, xizanî û birçîtiyê lê ferz dikin.”