‘Fikr û felsefeya Rêber Apo bingeha şoreşa azad a jinan e’

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk ên Kongra Star Rûken Ehmed şoreş û serhildanên jinan ên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bingeha xwe ji felsefeya azad digre nirxand û got; “Felsefeya azadiya jinan encama têkoşîna Rêber Apo ye.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Sedsala 21’emîn a bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vediguhere sedsala azadiya jinan di hemû qadan de dibe şadihê rabûn, serhildan û têkoşîna jinan. Şoreşa Jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî deng veda û rûxmê hemu êrişên dagirkeriyê, pergala xwe hê xurtir dike, ji tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re bû hêvî; li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî jin bi vê dirûşmeya ku serkeftinê mîsoger dike dadikevin qadan û pêşengiya serhildana gelan dikin. Têkildarî mijarê Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed şoreş û serhildanên jinan ên bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku bingeha xwe ji felsefeya azad digre nirxand û got; “Di sala 1998’an de roja 8’ê Adarê Rêber Apo bîrdoziya azadiya jinan pîroz kir û pêşkêşî jinan kir, ji wê rojê ve bi dirûşma “Jin jiyan azadî” jin diherikin qadên têkoşînê.”

‘Jin bi fikir û felsefeya azad herikîn qadên têkoşînê’

Rûken Ehmed felsefe û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke bingeha bîrdoziya azadiya jinan pênase kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” weke felsefeyeke azad bingeha xwe ji fikrên Rêber Apo girtiye û li tevahî cîhanê dengê wê bilind bûye. Mixabin di gelek cihan de dijminên azadiyê dixwazin vê rastiyê bidin veşartin. Têkoşîna bi dirûşma “Jin jiyan azadî” encama keda 40 salan a Tevgera Azadiyê ye û têkoşîna Rêber Apo ya ku ji bo jinan daye meşandin e. Her wiha weke mijareke stratejîk azadiya jinan temsîl dike, heya ku azadiya jinan ji azadiya xakê zêdetir daye pêş ji ber ger jin azad bibin wê xak jî azad be.”

Rûken Ehmed bal lê kişand ku weke afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kurkirina polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrişa herî mezin a li ser vê felsefeyê û wiha pêl da axaftina xwe;  “Plan û armancên siyasî yên serwer dixwazin vê rastiya têkoşînê têk bibin û weke ku diyar e niha xwediyê vê felsefeya azad Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî ye û di tecrîdeke giran de ye. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” Rêber Apo weke stratejiya jiyanê pênase kiriye û azadiya jinan di hemû qadên siyasî, leşkerî û civakî de esas girtiye. Ji ber ku di rastiya xwe de ger jin azad nebin em nikarin civakeke azad ava bikin. Ev rastî di sekna têkoşerên jin ên Tevgera Azadiyê de jî hatibû diyarkirin û mînakên wê jî pir in mîna Sekîne, Bêrîtan, Sema û gelek mînakên din ên jinan ku bi berxwedana xwe têkoşîneke mezin dane avakirin. Di sala 1998’an de roja 8’ê Adarê Rêber Apo bîrdoziya azadiya jinan pîroz kir û pêşkêşî jinan kir, ji wê rojê ve bi dirûşma “Jin jiyan azadî” jin diherikin qadên têkoşînê.”

‘Felsefeya Rêber Apo bandoreke mezin li şoreş û serhildanên jinan kir’

Rûken Ehmed bal kişand ser bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser şoreş û serhildanên jinan û wiha domand; “Mayina Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin li ser pejirîna vîna jinan da çêkirin her wiha tevlibûna gel û jinan bû sedem ku serkeftinên mezin mayinde bibin. Weke jinên pêşengên şoreşê li Rojavayê Kurdistanê me mîrasê şoreşa xwe ji vê felsefeya azad girt, ev mîras jî xwe dispart felsefeya Rêber Apo. Ji roja pejirîna şoreşê ve me dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir ku ne tenê weke dirûşm bimîne lê belê di rastî, tevger, rêxistin û tevlibûna xwe de me da rûniştandin. Der barê vê yekê de bandoreke erênî li ser asta Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê me qezenc kir û ev yek di rastiya pêşengiya jinan de di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hat dîtin û di konferansên cîhanî de jî ev hat ziman.”

‘Serhildana li Îranê yek ji destkeftiyên jinan e’

Rûken Ehmed bal kişand serhildanên jinan ên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bipêş dikeve û got; “Serhildana ku li Îranê piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî hate destpêkirin yek ji destkeftiyên felsefeya azad bû, xwedî bandoreke mezin bû. Sîstema mela ya di Îranê de ji sîstemên netewdewletê yên heyî ne qut e û mînaka wê jî êrîşên dewleta tirk li ser jin, sivîl û gelê civaka me ye. Kiryarên heyî îro ne tenê di civaka Rojavayê Kurdistanê de tên kirin lê belê di civakên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de jî heye û di asta qirkirinê de gelê me hedef digre. Li Rojavayê Kurdistanê rojane êrîşên dewleta tirk berdewam dikin, ev hemû didin diyarkirin ku ev dirûşma “Jin jiyan azadî” ne hema wisa  hatiye gotin û hemû dewlet di serî de dewleta tirk hesab jê re dikin. Sedsala 21’emîn dide diyarkirin ku sedsala pêşengiya jinan daxwaza guhertina sîstemên serwer dike û li şûna wê avakirina alternatîfên sîstemên demokratîk e.”

‘Di felsefeya azadiyê de jin jiyan e

Rûken Ehmed bal kişand ser êrîşên qirker li dijî jinan û helwesta jinan ji van êrîşan re û wiha pêde çû: “Sîstemên serwer bi xwe dizanin ger jin azad bibin wê gelek guhertinan bi xwe re bidin çêkirin û nifşeke azad bi xwe re ava bikin. Her wiha dê afirandinên cude bidin çêkirin ji bo wê rêxistina jinan weke xeter li ser xwe dibînin. Şoreşa ku îro li Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistine, bû bersiv ji sîstemên desthilatdar re ku bi hezaran salan di Rojhilata Navîn de civakê ji hev xistin û şerên mezhebî û neteweyî dane pêş. Lê em dibêjin tevlibûna jinan ji qadên jiyan û şoreşê re dikaribû guherîn û veguherînan bi xwe re bîne ji bo wê di felsefeya azadiyê de jin jiyan e. Rêber Apo jî dibêje, “Desteftiyeke biçûk a jinan destkeftiyên mezin di civakê de dide çêkirin û hilweşandineke biçûk der barê jinan de, hilweşandineke mezin ji bo jinan dide çêkirin.” Sîstemên qirker jî vê rastiyê dizanin ji bo wê hewl dide bi riya jinan îradeya civakê bidin şikandin lê helwesta jinan diyar e û heya dawiyê dê parastina nirx û doza xwe bikin.”

Şoreşê derfetek mezin daye jinan ku têkoşîna xwe li her derê xurt bikin’

Rûken Ehmed serhildana jinan û helwesta wan li dijî hêzên qirker nirxand û wiha bi dawî kir: “Sedsala 21’emîn cuda ye ji sedsalên berî xwe, di sedsala 19’emîn de şoreşa li dijî sîstemên bûrjûwazî bû di sedsala 20’emîn de jî şoreşên sosyalîst bû. Çima em dibêjin sedsala 21’emîn cuda ye? Ji ber şoreşa wê li dijî faşîst, dîktator û hemû rengên zordariyê ye. Her wiha derfeta wê zêdetir e û bandora wê xurtir bû, ji ber ne di asta kesayetan de çêbûye lê belê hemû civak û pêkhate di nava xwe de hewandin. Ji bo wê doza jinan li her derê yek e û şoreşê derfetek mezin daye jinan ku têkoşîna xwe li her derê xurt bikin. Ji bo wê pêwîst e jin zêdetir tifaqên xwe, têkiliyên xwe yên steratîjîk ber bi  konfederalîzma demokratîk ve bibin û bersvên baş bidin pergalên hegemon. Destkeftiyên me jinan para hemû jinan e.”