Li Misrê temsîla jinan di cihên biryargirtinê de kêm e

Çalakvana siyasî Arwa Mihemed diyar kir sedema kêmbûna temsîla jinan a di cihên biryarsaziyê de, mîrasên çandî û civakî, kêmbûna baweriya civakê li ser şiyana jinan a ji bo rêvebirina postên mezin û pêdiviya zêdetir a derfetên perwerdehî û piştgiriyê ye.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Her çiqas jinan di warên perwerdehiyê û karê giştî de pêşketinên girîng bi dest xistibin jî, pirsgirêka hêzdarkirina jinan û girtina wan a postên rêveberî, rêvebirin û siyasî, hê jî li Misrê wekî astengiyek tê dîtin.

Digel ku gelek jin xwedî şarezatî û ezmûn in, temsîla wan di astên bilind ên rêveberiyê de hîn jî li gorî mêran kêm e.

‘Hejmara bajarên ku jin wan birêve dibin li gorî yên mêran hê jî kêm e’

Çalakvana siyasî Arwa Samih Mihemed dibêje ku Misir ji wan welatan e ku temsîla jinan di postên bilind ên rêvebirî de kêm e. Ew diyar dike ku hejmara bajarên ku jin wan birêve dibin li gorî hejmarê parêzgerên mêran hê jî kêm e. Li gorî wê, ev rewş ji du sedemên sereke çêdibe: kêmbûna baweriya civakê ya li hember şiyana jinan ji bo rêvebirina postên mezin ên rêvebirî û her wiha pêdiviya bernameyên taybet ji bo amadekirina rêberên jinan da ku van postan bigirin.

Bernameyên ku alîkariya jinan dikin

Wê diyar kir ku hin destpêşxeriyên perwerdehiyê yên girîng hene, wek bernameyên ku Akademiya Neteweyî ya Perwerdehiyê û bernameya “Jin rêberî dikin” pêşkêş dikin. Ev bername di amadekirina kadroyên jinên jêhatî de alîkarî dikin. Lê her çend girîng bin jî, hewce ne ku zêdetir berfireh û bi hêz bibin da ku gelek jin di cihê cuda yên bajaran de jê sûd bigirin.

Arwa Samih Mihemed diyar kir ku destpêşxeriyên hevpar ên di navbera Wezareta Piştgiriya Civakî û Wezareta Ciwanî û Werzîşê de, di warê amadekirin û perwerdeya siyasî û civakî ya jinan de, gavên erênî ne. Arwa da zanîn ku dîsa jî hewce ne ku zêdetir pêşve bibin û qada sûdgirtinê ji wan re berfireh bibe.

Hê jî çend beşên civakî bawer dikin ku jin nikarin biserkevin

Derbarê girtina jinan a postên siyasî û hilbijartinê de, Arwa tekez kir ku mîrasên çandî û civakî di nav civakên herêmî de, bi taybetî li gundan, ji girîngtirîn astengiyên in li ber hêzdarkirina siyasî ya jinan in. Arwa got ku “Hîn jî di hin beşên civakê de bawerî heye ku jin nikarin pêdiviyên welatiyan bi cih bînin an jî karûbarên herêma hilbijartinê bi awayekî baş rêve bibin. Her wiha hin malbat hîn jî bi fikra ku jin berbijar bibin an jî postên rêberî bigirin, razî nînin. Ev tişt rasterast li ser şansên wan ên di serketina hilbijartinan de bandor dike.”

Astengiya ‘şiyana darayî’

Wê diyar kir ku pirsgirêka amadekirina kadroyan û hêzdarkirina siyasî, pirsek girîng derdixe pêş û wiha got: “Dibêje ‘gelo jin di civakên herêmî de çiqas amade ne ku bi taybetî di pergala kesane ya hilbijartinan de bêyî ku bi lîsteyên hilbijartinê ve girêdayî bin beşdarî hilbijartinan bin?’ Her çiqas kadroyên jinên jêhatî û amade ji bo karên siyasî û xizmeta civakê hebin jî, ev kadro hîn jî hewce ne ku zêdetir piştgirî bibînin. Her wiha derfetên firehtir ji bo beşdariya siyasî ya rastîn werbigrin. Her wiha şiyana darayî ji girîngtirîn astengiyan e ku bandor li ser paqijî û rastiya pêvajoya hilbijartinê dike. Dema ku hêza darayî dibe faktorek bingehîn di serketina berbijar de, şansên gelek berbijêrên jin kêm dibin. Ji ber ku dibe wan çavkaniyên darayî yên têra xwe tune bin da ku kampanyayên hilbijartinê birêve bibin. Her çend xwedî şareza û şiyana xizmeta civaka herêmî û beşdariya di pêşketina pêşveçûnê de bin jî.”

Hewldanên hişyariya ji bo rûbirûbûna astengiyan

Arwa destnîşan kir ku çareserkirina van astengiyan hewceyî hewildanên berdewam ên hişyarî ye ku civakên herêmî û malbatan armanc dikin û wiha domand: “Bi taybetî wan malbatên ku giraniya hilbijartinê ya mezin hene. Guherîna çanda civakê di demek kurt de çênabe. Dibe ku pêdivî bi karê dirêj û stratejiyên zelal heye ku partiyên siyasî wan ji bo piştgirî û hêzdarkirina jinan bi kar bînin.”

Girîngiya destekkirina jinan

Arwa Samih ragihand ku zêdekirina beşdariya jinan a di jiyana giştî û di postên rêberî û siyasî de, hewceyî hevrêziya hewldanên dewletê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl e. Arwa got ku ev tişt bi zêdekirina bernameyên perwerdehiyê û amadekirina rêberiyê ji bo jinan, belavkirina hişyariya civakî li ser girîngiya rola jinan di karê giştî de, destekkirina berbijarbûna jinan a di hilbijartinên herêmî û qanûnî de û her wiha kêmkirina bandora pereya siyasî di pêvajoya hilbijartinê de pêk tê.

Alîkariya ji bo pêkanîna pêşketina civakî ya berfireh û dadperwer

Di dawiyê de, Arwa Samih Mihemed da zanîn ku ev hewldan di demek dirêj de, dikare bibe sedema kêmkirina perçiqandina jinan û zêdekirina hebûna wan a di cihên biryarsaziyê de. Arwa got ku çi di desthilata qanûnî de û çi jî di desthilata rêvebirî de, bi awayekî ku ji bo pêkanîna pêşketina civakî ya berfireh û dadperwer alîkarî dike.