Di vê pêvajoya krîtîk de parastina destkeftiyên jinan
Jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê siyasî, civakî û ewlehî ve di pêvajoyeke krîtîk de ne. Di vê pêvajoyê de hewl didin destkeftiyên ku bi têkoşîna salan çêbûne biparêzin û bi awayekî çalak tevlî mekanîzmayên biryargirtinê bibin.
ESMA MUHAMMED
Qamişlo- Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, li ser rewşa dawî ya li herêmê bal kişand ku li ser destkeftiyên jinan ên bi tekoşîna salan çêbûn gef hene û da zanîn ku tevî vê yekê jî jin di parastina hevsengiya civakî, siyasî û mekanîzmayên biryaran de hewl didin rola xwe bi awayê herî baş bilîzin.
Herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, piştî peymana entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibe.
Tê dîtin ku di rastiya siyasî û îdarî ya herêmê de her guherîna ku çêbibe dê bandore li ser mafên jinan ên ku bi têkoşîna bi salan bi dest xistine bike. Rola jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di asta civakî û siyasî de bandora xwe didomîne. Ev rol; hayjêbûn, rêxistinbûnek têkûz û hewldanên ku di qadên cuda, di astên cuda de her de didomin diteyîsîne.
Zoriyên ku gefê li destkeftiyan dixwin
Endama Koordînasyoya Meclîsa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer diyar kir ku destkeftiyên jinan ên di salên dawî de çêbûn, bi tevlîhevî û gefan re rûbirû ne.
Emîne Omer, bal kişand ku Şoreşa Jinan a di sala 2012’an de destpê kir rastiyên dîrokî yên ku nayê înkarkirin an jî ji nedîtîve neyê derxistiye hole û wiha got: “Jin di warê siyasî, hiqûqî û civakî de, bûne xwedî deskeftiyên berbiçav. Di pêvajoyên biryaran de di hemû astan de berşdar bûne ku yek ji wan jî zagonên taybet ên mafên jinan diparêzin û asta wan di civakê de digrin bin temînatê ye. Her wiha di warê parastina mafên jinan de, bihêzkirina serxwebûnê û rola wan a li herêmê de gelek tevgerên jinan hatine avakirin û xwe bi rêxistin kirine.”
‘Nabe ku rola jinan biçûk were dîtin’
Emîne Omer, diyar kir ku guherînên îdarî û siyasî, dibe ku bandorê li ser destkeftiyên ku jinan bi saya têkoşîna bi salan bi dest xistine bikin û da zanîn ku ger jin ji vê haydar bin, her dem xwe bi rêxistin bikin û di hemû waran de bênavber têbikoşin dê bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin.
Her wiha bal kişand ku tevgera jinan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, xwedî rola sereke ye di warê hebûna jinan di nava civakê de, cihgirtina di mekanîzmayên biryaran de û wiha domand: “Jin di pêvajoyên siyasî û îdarî de her dem xwedî biryar bûne. Her wiha di parastina ax û civakê, parastina mafên jinan de xwedî roleke sereke ne. Li herêmên cuda di warê ewlehî û îstîqrarê de piştgiriyek mezin dane. Nabe ku vê rola jinan a mezin a parastinê biçûk were dîtin. Parastina vê rola wan, ji bo avakirina îstîqrara herêmê û parastina destkeftiyên jinan şertê bingehîn û jiyanî ye.”
Her dem hewldan û berxwedan
Emîne Omer wiha domand: “Em hemû hewl didin li cihê ku serî li gef û çekan bidin, bi diyalogê têkiliyan baş bikin. Divê em rola jinan a civakî biparêzin. Bi vê yekê em ê bikaribin destkeftiyan zêde bikin, hebûn û bandora xwe biparêzin.”
Emîne Omer pêvajoyê bi gotinên; “hesas û tevlîhev ” pênase kir û diyar kir ku divê her jin hay ji destkeftiyan heb, ji bo parastina mafan û têkoşîna bi bandortir xwe baş bi rêxistin bike û got: “Hayjêbûn û rêxistinbûn, kilîta berdewamiya destkeftiyan û parastina pêşerojê ji gefên heyî ye.”
Jin hevparên bingehîn in
Emîne Omer gotinên xwe wiha bidawî kir: “Divê jin di her pêvajoya civakî ya biryaran de cihê xwe bigre lewre ev yek dê pêşî li îhtîmala zêdebûna şîdetê ya li herêmê bigre, hevsengiyek çêbike ku hem îstîqrara civakî hem jî siyasî bigre bin temînatê. Nedîtina rola jinan bi tu awayê nayê pejirandin. Divê jin di hemû muzakereyan û pêvajyên siyasî û îdarî de hevkarên bingehîn bin. Encax bi vê yekê dê destkeftî werin parastin û jin bikaribin rola xwe ya pêşeng û bi bandor bidomînin. Peyama me zelal e: Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi ssaya têkoşîna bi salan bûn xwedî destkefiyên şênber. Divê em bi hemû awayî van destkeftiyan biparêzin. Deng û hebûna jinan bingeha hevsengî û îstîqrarê ye. Paşxistina vê rola sereke dê zirarê bide ewlehî û îstîqrara civakê û li hevsengiya siyasî ya li herêmê xirab bike.”