Başûrê Yemenê: Qadeke nakokiyên herêmî û taktîkên zextên siyasî
Qada Yemenê şahidiya veguherînên tevlihev dike ku tê de aliyên herêmî bi hev re dikevin. Analîst bawer dikin ku bûyerên dawî yên li başûr ne tenê îfadeyek populer in, her wiha nîşanek rêkeftinên derveyî ne ku dîmena siyasî û ewlehiyê ji nû ve şekil didin.
RAHMA ŞANZÛR
Yemen - Di hefteyên dawî de, başûrê Yemenê şahidiya aloziyek girîng a li ser qadê û siyaseta li herêmê kir. Piştî demeke aramiya nisbî di pevçûna Yemenê de ku ji sala 2014’an vir ve berdewam dike, wê ji nû ve teşe girt. Ev alozî bi berfirehbûna hêzên Konseya Veguhêz a Başûr a ku ji hêla Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ve tê destekkirin ber bi Parêzgeha Hedramawt û parêzgehên din ên rojhilat li başûrê Yemenê ve hat. Ev bû sedema rageşiyek rasterast bi hikûmeta Yemenê ya ku di asta navneteweyî de tê naskirin û hêzên Siûdî yên ku piştgiriyê didin wê re. Bûyer di destpêka Kanûna 2025’an de bi destpêkirina êrîşek leşkerî ya berfireh a ji hêla Konseya Veguhêz a Başûr (STC) ve li Hedramawt û El-Mehra, desteserkirina deverên stratejîk û bidestxistina bandorek nû li başûrê rojhilat, dest pê kirin. Ev yek bi awayek bikaranîna hêzên rêxistinkirî, wesayîtên zirxî û çekên giran hate kirin. Serokatiya STC’ê van gavan bi binavkirina hebûna hêzên hikûmetê wekî terorîst rewa kir.
Guherînek girîng a di serweriyê de
Di pêşveçûnek balkêş de Reşad el-Alîmî ku serokê Encumena Serkirdayetiya Serokatiyê ye, fermanek da ku fermana vekişîna hemû hêzên Îmaratê ji axa Yemenê di nav 24 demjimêran de bide. Ev bersivek rasterast bû ji bo zêdebûna aloziyê li başûr û beşdariya Îmaratê ya di piştgiriya komên çekdar de. Ferman her wiha betalkirina peymana parastinê ya hevbeş a ku di navbera Yemen û Îmaratê de hatibû îmzekirin jî di nav xwe de digirt. Ev wekî guherînek girîng di serweriyê de di siyaseta hikûmetê de li hember hevkarên xwe yên herêmî hate dîtin.
Di bersivê de Ebû Dabî vekişîna hêzên Îmaratê ji hin deveran çend demjimêr piştî daxwaza Yemenê ragihand. Ev yek nîşan dide ku mîsyona wan a leşkerî li welêt bi dawî bûye. Di heman demê de Erebistana Siûdî, di danûstandinên ku li Riyadê hatin kirin de, bang li hemû aliyên başûr kir. Erebistanê ji wan xwest ku beşdarî diyalogê bibin da ku çareseriyek siyasî ya berfireh ji bo pirsgirêka başûr di çarçoveya yekîtiya Yemenê de bibînin.
STC’ê hilweşandina xwe ya fermî ragihand
Şandeyek ji Encumena Demkî ya Başûr (STC) ji bo beşdarbûna di danûstandinan de, çû Riyadê. Serokê STC Aidarus al-Zubaidi di çarçoveya dema ku ji hêla serokatiya hevpeymaniyê ve hatiye destnîşankirin de serdana Erebistana Siûdî kir da ku li ser sedemên zêdebûna rageşiyê nîqaş bike û bighîje lihevkirinek. Lê belê, ew nehat û ew şev ji Adenê reviya. Di heman çarçoveyê de, çend wezîr bi tohmeta destekkirina tevgerên çekdarî an belavkirina çekan ji kar hatin dûrxistin û ji bo lêpirsînê şandin dadweriyê. STC’ê her wiha hilweşandina xwe ya fermî, hem li hundir û hem jî li derveyî welêt û betalkirina hemû sazî û ofîsên xwe ragihand. Karbidestên Encumenê vê gavê wekî pêwîstiya ji bo parastina aştî û ewlehiyê û bicîhanîna însiyatîfa diyaloga başûr a berfireh a Erebistana Siûdî pênase kirin.
Xwendinek Analîtîk
Malak Adel ku mezûnê dîrok û zanistên siyasî ye, bawer dike ku “bûyerên dawî yên li Başûrê Yemenê, wekî ku hatiye pêşniyarkirin, wekî bûyerên herêmî yên xweber an jî îfadeyek paqij a îradeya gel nayên şîrovekirin.” Berovajî vê, ew beşek ji rêkeftinên derveyî yên tevlihev e ku tê de aktorên herêmî wekî amûrên zext û ji nû ve bicihkirinê têne bikaranîn. Malak adel got ku “Dagirkirina Parêzgeha Hedramawt ji aliyê Encûmena Demkî ya Başûr ve, ne bûyerek demkî bû” û diyar kir ku Encûmena Demkî û Encûmena Serokatiyê "piyon" in ku ji aliyê hêzên herêmî ve têne manîpulekirin. Malak Aden wiha got: “Ketina Encûmena Demkî bo Hedramawtê, ji aliyê motîv û berjewendiyên Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî ve hate ajotin. Ev gav bi redkirinek zelal û bê guman ji aliyê Erebistana Siûdî ve hate pêşwazîkirin û bû sedema alozbûna rewşê.”
Sedema destpêkirina meşa li Adenê
Di derbarê mijara başûr de jî Malak Adel destnîşan kir ku ev mijar bi bingehîn mafdar e û daxwazên Başûriyan vedigerin serdema şerê piştî 1994’an. Malak da zanîn ku ew yek ji mijarên sereke bû ku di sala 2011’an de hate raberkirin, lê dema alozbûna niha nîşan dide ku ev mijar wekî amûrek zexta siyasî û rêyek ji bo ji nû ve rêzkirina kartan tê bikaranîn, ne wekî rêyek rastîn a çareseriyek radîkal. Malak Adel derbarê pêşketinên li ser erdê de, destnîşan kir ku meşa leşkerî ya li Adenê, dema ku hêzên rêxistinkirî, wesayîtên zirxî û çekan nîşan dan, di destpêkê de ne sedema fikarên berfireh bû. Malak Adel tekez kir ku fikara rastîn, bi dagirkirina nîvê şevê ya Hedramewtê bi hinceta hebûna hêzên leşkerî yên rewa yên ku wekî terorîst hatine binavkirin dest pê kiriye.
‘Revîna el-Zubaidî ji Yemenê, deriyê veguherînên ku hîn ne diyar in vekiriye’
Malak diyar kir ku ev gav ji nedîtî ve nehatiye, lê bûye sedema serdemek aloziya siyasî û ewlehiyê, berovajî hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo ji nû ve rêxistinkirin û yekkirina rêzên hikûmeta rewa. Di dawiyê de armanc ew bû ku Konseya Veguhêz a Başûr marjînalîze bike. Malak her wiha bawer dike ku revîna el-Zubaidî ji Yemenê, deriyê veguherînên ku hîn ne diyar in vekiriye. Malak, hişyar dike ku Yemen nikare li hember krîzên din li ber çavan bigre di ronahiya rewşa aborî ya "tirsnak" ku pir caran ji ber valahiya ewlehiyê û perçebûna siyasî asteng dibe, tevî hewldanên Banka Navendî ji bo baştirkirina rewşa diravî û dayîna mûçeyan. Bi kişandina paralelek di navbera rewşa heyî û bûyerên 2014’an de, destnîşan dike ku pevçûna heyî bi bingehîn cûda ye.
‘Armanca rastîn a şer divê rizgarkirina paytext Sana be’
Îro, li başûr komek çekdar heye ku dirûşmeyên wekheviyê diqîre, lê hawîrdora civakî û siyasî ne guncaw e ji bo veqetandinek aram. Berovajî vê, ew dikare deriyê pevçûnên herêmî û navneteweyî veke, nemaze li herêmek hesas a girîngiya stratejîk. Di dawiyê de, Malak Adel wiha got: “Ez hêvî dikim ku serokatiya Konseya Serokatiyê helwestek neteweyî ya serbixwe biparêze û nekeve bin zextên derve. Ew tekez dike ku armanca rastîn a şer divê rizgarkirina paytext Sana be û divê di vê qonaxê de bi pevçûnên alî an jî bi biryardana çarenûsa meseleya başûr neyê mijûlkirin. Pêşaniyên civaka Yemenê guherîne. Ew niha li her aliyek digere ku piştgiriya aştî û aramiyê dike û mafên bingehîn garantî dike. Her saziyek ku bi rastî ji bo yekîtî û aramiya Yemenê hewl dide, dê bibîne ku gel bêyî dudilî li dora wê dicive.”