Hilbijartina rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ne li gorî demokrasiyê ye

Di hilbijartina meclîsa gel ên Sûriyeyê de dengê jinan li Suweyda û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ne, ev jî tenebûnê kûr dike û dibe sedema guherînên seranser.

Navenda Nûçeyan – Di nava nediyariya di aliyê siyasî û di qadeke bi nakokiyan dagirtî de, li Sûriyeyê pêvajoyek ku navê ‘Hilbijartinên meclîsa gel’ lê hatiye kirin li pêş e. Ev pêvajoya hilbijartinê di nava rejîmek destûr nade reqabetê û nûnertiya gelan, bi awayekî ji derveyî ya heyî, di navbera rewabûn û sûda wê de gelek nîşaneyên pirsê bi xwe re anî. Biryara hilbijartinê ji îradeya gel derketiye û di destên desthilatdariyê de bûye amûrek. Piranî endamên desthilatdariyê, rasterast tên tayînkirin, para jinan tenê ji sê kursiyan yek e.

Di vî alî de gelek mijarên ku li welat eleqeya wan bi jiyana siyasî û civakî ve heye derketin pêş. Biçûkkirina rola jinên Sûriyeyê, kêmbûna rêjeya beşdariyê, dûrxistina hinek bajaran ji pêvajoyên hilbijartinê û bandora wê ji bo yekîtiya civakê derket holê.

Mekanîzmayên hilbijartinê yên nîqaşê

Ji Suweydayê Darîn Azam diyar kir ku ev hilbijartin di demên dawî de li Sûriyeyê ceribandina herî bi nîqaş e û wiha got: “Hilbijartin bi awayekî nediyar û nayê fêmkirin e. Pergala nû, otorîteya rêveberiya heyî dixwaze bi tememî kontrol bike. Bi vî awayî aliyê pêvajoya demokratîk û nûnertiyê ji holê rabû. Li gorî biyara nû, serokê demkî Ehmed Şara (El-Colanî) endamên meclîsê ji sêyan yekê wê rasterast derdixe. Beşa ku gel hilbijêre, tenê ji sêyan duduyê wê weke para ‘şeklî’ dimîne. Ev pergal, beşdariya hemwelatiyan sînordar dike.”

Cihê jinan di siyasetê de

Her çendî gotinên fermî di aliyê bihêzkirina jinan de bidomin jî rastî berovajiyê vê nîşan dide. Darîn Azam wiha got: “Rejîm cihgirtina jinan di saziyên siyasî de tenê weke hêmaneke vîtrînê dibîne. Wan di pêvajoya biryargirtinê de weke hêmanek bi bandor nabîne. Berê jî rêjeya jinan a di parlamentoyê de ji sedî 10 derbas nedikir, îro ketiye bin ji sedî 3’yan. Ev rêje weke ‘biçûkxistina rola jinan’ hat binavkirin. Hebûna jinan a sînordar di siyasetê de, di gelemperî civakê de pirdengiyê jî asteng dike. Her çendî rêxistinên jinan û saziyên sivîl hebin jî nebûna qadeke siyasî ya azad, bandorên wê bi awayekî cidî teng dike.” 

‘Biryarek bi qesd û sîstematîk e’

Yek ji mijarên herî zêde di pêvajoyên hilbijartinê de tê nîqaşkirin, Suweydaya ku ji derveyî hilbijartinê hatiye hiştin e. Darîn Azam got: “Biryarek bi qesd û sîstematîk e. Di heman demê de ev biryar li gel operasyonên leşkerî yên li herêmê, dûrbûna di nava gelê Suweyda û rêveberiya navendî ya li Şam de kûrtir kiriye. Ev gav ne tenê şaşiyeke îdarî ye, peyameke polîtîk, a cezakirina gelê Suweydayê ku polîtîkayên rejîmê red dike ye.”

Darîn Azam da zanîn ku hilbijartin, ne meclîsek ku nûnertiya gel dike, nîşan dide ku ototrîteya heyî careke din didome û got: “Meclîs tenê bi dengê desthilatdariya ku bûye vîtrîn hatiye sînordarkirin. Tişta îro tê jiyîn ne reform e, sehnekirina heman krîzê bi rûyê nû ye.”  

‘Divê hilbijartin bi awayê adil û zelal werin kirin’

Endama Meclîsa Jinan a Zenûbiya Hayfa Omer jî heman tiştî anî ziman û got: “Ev hilbijartin ne rewa ye. Li Sûriyeyê piştî ketina rejîmê, ne li gorî rêgezên demokrasiyê ye. Pêvajoya tayînkirina serok bê hilbijartin, tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Rêveberiya demkî fitneya mezhebî derdixe, cînayet, girtin û bi taybet bûyerên revandin û tundiya li dijî jinan gefê li aştiya civakê dixwin. Rasthatina hilbijartinan bi dema êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne tesaduf e. Hilbijartin gelê Sûriyeyê temsîl nake û îradeya wan nahewîne. Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku r,z,n xwe bikin yek û li dijî biryarên ku îradeya we berçav nagre, rawestin. Aramnca cîhadîstan kûrkirina aloziya Sûriyeyê û şerê navxweyî ye.”

‘Hebûna jinan ne luks e hewcedariyek girîng e’

Aktîvîsta Ayşe Şeaban ku ji Şamê ye da zanîn ku hebûna jinan ne luks e, ew hewcedariyek girnîg e û wiha vegot: “Jin bingeha civakê ye û li dijî her cure êrîş, şer û pevçûnan li berxwe daye û pêşengî kiriye. Mixabin heya niha rola wan di qadên siyasî, aborî, civakî û çandî kêm e. li gelek bajaran rêjrya jinan di hilbijartinan de ji sedî 30’î ye, li Sûriyeyê û di rastiyê de ji sedî 14 derbas nake. Hebêna jinan ne luks e, ew pêdîviyek girîng e di civakê de. Paşguhkirina jinan bandorê li avabûna civakê dike. Divê jin şirîkê bingehîn di civakê de be.”

Di navbera nivîsa yasayî û rastiya civakî de

Encûmenên hilbijartî pir caran ji îfadekirina cihêrengiya civakê bêtir îradeya rayedaran nîşan didin, ev yek temsîliyeta jinan bêtir bi kotayan ve girêdayî dike ne bi jêhatîbûnê. Hejmarek çalakvan bawer dikin ku pêşvebirina beşdariya jinan di siyasetê de ji kotayek hejmarî bêtir hewce dike. Ew hişmendiyek civakî ya nû hewce dike ku rola jinan wek hevkarên çalak di biryardanê de nas bike, ne wek îstîsnayek ku ji hêla qanûnê ve hatî ferz kirin.

Di rastiyeke ku bandora hilbijartinê sînordar e de, gotinên Eyşe Şaban wek bîranînekê xizmetê dikin ku guhertina rastîn bi baweriya ku hebûna jinan di siyasetê de ne luks e, lê gaveke pêwîst ber bi civateke dadmendtir û hevsengtir ve dest pê dike.