rojane
-

Talîban bi zagonên nû rayeyeyên xwe berfireh dike
Li Efganistanê piştî Talîbanê, jiyana civakî li jinan bi temamî hat qedexekirin. Hûgiliyên “Zagona dilpakî” ya ku li Afganistanê ketiye meriyetê jî hatin eşkerekirin û diyar bû ku bi zagonê jiyana jinan zêdetir dê were sînordarkirin.
-

‘Li Zîvala Xezayê tu cihekî bi ewle tune ye’
Ji ber êrişên Îsraîlê, şêniyên Xezayê yên li dibistan û navendên stargehan bi cih bûne, diyar kirin ku her dem bi tirsa mirinê dijîn, cihekî bi ewle tune ye û ji bo çareseriyê bang li saziyên navneteweyî kirin.
-

Sebahat Tuncel: Siyaseta civakî divê ji nû ve were hûnandin
Sebahat Tuncel der barê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê, bi taybet li ser pêvajoyê nirxandin kir û got: “Di civakê de tevî hewaya tirsê heye, îtirazek bi hêz jî heye. Divê mîsyonên rêxistinkirinê werin bicihanîn û siyaseta civakî were hûnandin.”
-

‘Bi êrîşa li dijî JIN TV xwestin çav, guh û zimanê rastiyê bigrin’
Pêşkeşvana Jin tv Agirî Brahîm êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Jin tv ku di 23’yê Tebaxa 2023’an de pêk hatibû nirxand û got: “Em ê şopdarên hevalên xwe yên ji bo ragihandina rastiyê canê xwe feda kirine bin. Em ê riya wan bidomînin riya wan riya me ye.”
-

Koçberên Efrînê: Li kampên koçberan pirsgirêka sereke kêmbûna avê ye
Jinên Efrînî yên li wargeha Berxwedan a Şehbayê bi cih bûne behsa zehmetî û astengiyên di nava kampên koçberiyê de kirin û gotin ku yên zêde zehmetiyan dikşînin jin in û diyar kirin pirsgirêka sereke tunebûna avê ye.
-

‘Însiyatîf azadiya fizîkî ya Rêber Apo armanc digre’
Endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê der barê însiyatîfa ku ava kirine de wiha gotin: “Însiyatîfa ku hatiye avakirin, ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”
-

Çalakiya malbata Şenyaşar li ber meclîsê didome
Malbata Şenyaşar a li pêşiya Meclisê çalakiya xwe didomîne destnîşan kir ku daxwaza wan a hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hebû. Ferît Şenyaşar diyar kir ku dê bi Serokkomar re hevdîtinek were plasazîkirin.
-

Jinan li dijî biryara darvekirinê çelenga reş danîn ber balyozxaneya Îranê
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî darvekirinên li Îranê çelenga reş a li ser “Darvekirinan rawestînin” dinivîsî danîn ber balyozxaneya Îranê.
-

Êrişên Îsrailê li ser Xezayê berdewam dike
Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên ser bakurê Xezayê de 11 Filistînî hatin qetilkirin. NY diyarkir ku li Dîfa Xerbiye zêdeyî hezar û 175 avahiyên Filistîniyan hatine wêrankirin.
-

Talîban bi gotinên deng û rûyê jinan ‘heram e’ astengiyan zêde dike
Aktivîst û parezerên mafên mirovan li dijî astengiyên nû yên Talîbanê ku ji bo jin û zarokên keç li Efganistanê derdixe nerazîbûnên xwe nişan didin. Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku kiryarên Talîbanê yên li ser jinan, sûcê li dijî mirovahiyê ye.
-

Li Yemenê ji 2 hezar û 500 zêdetir bûyerên nexweşiyan belavbûyî hatin qeydkirin
Di 7 mehên destpêkê yên salê de, li Yemenê xebatên saziyên tenduristiyê tên astengkirin û ji ber şerê ku li navendên cuda berdewam dike, bi hezaran bûyerên nexweşiyên belavbûyî hatin raporkirin.
-

Hevgirtina jinan rê li ber tundiyê digre
Çalakvanên jin ên Misrê diyar kirin ku xwepêşandanên li Hindistanê çêbûne girîng in û diyar kirin ku divê jin li cihên kar werin parastin.
-

Li wargehê hat lêpirsînkirin bi dayîna telefonê û pere sîxurtî lê hat ferzkirin
Jina ciwan a li Sêrtê ji aliyê komek polîsan ve bi gotina, ‘Der barê te de gilî heye, nav bide me’ sîxurtî lê hat ferzkirin, serî li ÎHD û dozgeriyê da. Hat zanîn ku piştî serlêdana li emniyetê jê re gotine malbat lê digere û ‘bûyerê mezin nekin.’
-

Perwîn Yûsif: Jinên ji her pêkhateyê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têdikoşin
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif teqez kir ku felsefeya Jin Jiyan Azadî reng, çand, pêkhate, ol û mezheban kiriye yek û got: “Di bin vê felsefeyê de bi pêşengiya jinan dê civakek demokratîk û polîtîk ava bibe.”
-

‘Divê Îran dest ji kiryar û biryarên xwe yên li hemberî jinan berde’
Nerazîbûn û bertekên li hemberî biryara darvekirinê ya Îranê li 2 jinan biriye, her diçe zêdetir dibin. Rojnamevanên jin ên Şengalê dan zanîn ku ew ê bibin dengê wan jinên ku îro rabûne ser piyan û li ber xwe didin.
-

Îlham Ehmed: Çareseriya pirsgirêka Sûriyê li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd e
Îlham Ehmed di komxebata li Qamişloyê de axivî û got: “Çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê wê li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd be. Pêwîste Kurdî di destûra Sûriyê de cih bigire. Divê mafê me yê bingehîn pêk were.”
-

Desteya Jinan ji bo parastina zarokan kampanyayek da destpêkirin
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser ji bo zarokan kampanyayek da destpêkirin. Di kampanyayê de dê gelek çalakî ji bo zarokan, malbat û civakê bêne lidarxistin.
-

Çalakiya Emîne Şenyaşar ya li ber Meclîsê berdevam dike
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşa parlamenterê AKP'ê de hatin qetilkirin, daxwaza xwe ya edaletê bir Meclîsê.
-

Êrişên Îsrailê yên li ser Xezayê di roja 320’an de ye
Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 40 hezar û 223’an. Rojnamevanek din ku hewl dida tiştên li Xezayê tê jiyin ragihîne, hate hedefgirtin û qetilkirin.
-

Li Sûdan û Yemenê binpêkirina mafên jinan
Li Sûdanê cezayê darvekirinê li jinekê hat birîn û li Yemenê jî bi hinceta "têkilî bi dijmin re daniye" 13 sal cezayê girtigehê li jinek hat birîn.