rojane
-

Jinên Sudanê banga beşdariya pêvajoyên biryardanê kirin
Di foruma ku ji bo jinên Sudanê hat li darxistin de banga parastina yekitiyê, bihêzkirina hiqûqê, pêkanîna aştiya mayînde û beşdariya jinan di pêvajoyên biryardanê de hate kirin.
-

WHO: Li Lubnanê ji ber êrişan sîstema tendirûstiyê lewaz bûye
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina tendirûstiya Cîhanê (WHO) der barê êrişên Îsrailê ên li ser Lubnanê peyamek parve kir û got: “Sîstema tendirûstiyê ji ber krîzên tê jiyîn lewaz bûye û ji heqderketina pêwîstiyên mezin zehmetiyan dikşînin.”
-

Intersîndîcal Solîdarîa ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyek da
Sendîkaya Intersîndîcal Solîdarîa ku niha li herêma xweser a Valenciayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de daxuyaniyek weşand.
-

‘Divê em piştevaniyek ya parastina rojnamevanan ava bikin’
Rojnameger Sînor Rehman a tevî şandeyek ji bo parastina mafê rojnamevanan û pêşî li qetilkirina rojnamevanan bigrin serdana dezgahên ragihandinê dikin, got: “Divê em piştevaniyek ya parastina rojnamevanan ava bikin.”
-

Şanaz Îbrahîm: Guherîna zagonê xeteriyek li ser mafê jinan e
Şanaz Îbrahîm Ehmed ragihand ku pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane cihê xemgîniyê ye û wê ev guhertin ji bo pêşketinên me yên bi dehan salan yên di dabînkirina mafên jin û zarokan de bibe metirsî.
-

Jina ji aliyê DAIŞ’ê hatibû revandin hat dîtin
Fevzîye Haydar Seydo a 21 salî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve beriya 10 salan ji Şengalê hatibû revandin hat dîtin.
-

DFG’ê rapora meha Îlonê ya binpêkirinan weşand
DFG’ê diyarkir ku di meha Îlonê de bi ser mala 2 rojnamevanan de hatiye girtin, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hatiye xwarin û der barê 6 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin.
-

Nagîhan Akarsel bi ‘Rojên Jinerjî’ hat bibîr anîn
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di duyemîn salvegera wê de bi ‘Rojên Jinerjî’ li Dêrikê hat bibîr anîn.
-

‘Rewşa jinên li herêmên şer bandorê li welatên cîran jî dike’
Çalakvana Mexribî Fatna Efîd teqez kir ku pirsgirêkên jinan li herêmê yek in û nabe ku ji hev cuda werin dîtin û got ku bidestxistina mafên jinan têkoşîneke cîhanî ye û hemû welatan têkildar dike.
-

‘Jineolojî li hemû cîhanê bala jinan dikşîne’
Hîndekara Zanîngeha El Şerq Newroz Muslim 2’yemîn Konferansa Jineolojiyê nirxand û diyar kir ku jineolojî li hemû cîhanê bala jinan dikşîne û got: “Meraqa zêde ji vê zanistê re heye.”
-

MPKE derbarê Tirkiyeyê de raporek weşand
Raportorên MPKE ya Tirkiyeyê di rapora serdana xwe ya Tirkiyeyê de, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîr xistin ku 5 raporên CPT'yê ji ber destûr nedane nehatine weşandin.
-

Rawya Islim a ji Xezayê: Em ê berxwedana xwe bidomînin
Rawya Islim a ji ber êrişên Îsraîlê yê bi ser Xezayê ji cih û warê xwe bûye got “Ruxmê dorpêç û xelayê em jin bi derfetên herî kêm hewl didin xwe bi jiyanê bigirin” û anî ziman ku ew ê berxwedana xwe bidomînin.
-

Şagirta Nagîhan Akarsel: Ew mînak bû
Berdevka Akademiya Jineolojiyê û di heman demê de yek ji şagirtên Nagîhan Akarsel Zerîban Hisên li ser jiyan û têkoşîna wê axivî û got: “Nagihan Akarsel di jiyan û hevaltiya xwe de kesayetek mînak bû.”
-

Nagihan Akarsel li Şengalê hat bibîranin
Bi boneya salvegera qetilkirina rojnameger û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, li Şengalê Akademiya Jineolojiyê dest bi kar û xebatên xwe kir.
-

‘Pergala Îmraliyê pergala îşkence û qirkirinê ye’
Hevberdevka Komîteya Tenduristî ya Mexmûrê Nûran Sezgîn, nêzîkatî û helwesta CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan wek hevkariya bi dewleta Tirk re binav kir û got ku li Îmraliyê pergala qirkirinê tê meşandin.
-

Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Silêmanî hatin birbîranîn
Li Silêmaniyê rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn.
-

Konferansa ‘Sosyolojiya Azadiyê ‘bi encamnameyê dawî bû
Konferansa Kongra Star a li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi dirûşmeya "Çareseriya pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye" hatibû lidarxistin bi encamnameyê dawî bû.
-

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji CPT xwest ku careke din biçe Îmraliyê
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de daxwaza serdaneke nû hate kirin.
-

Li eyaletê Georgiayê qedexeya kurtajê betal bû
Zagonek ku li eyaleteke DYE’yê hatibû derxistin, destûr tê dayîn di 20 hefteyên ducaniyê de jin kurtaj bibin, mijar bû rojev û nîqaşên li ser wê berdewam dikin.
-

BATZAC’ê ji bo piştgiriya kampanyaya Azadiyê bang kir
BATZAC'ê bang li xebatkar û aktîvîstên xwe kir ku beşdarî kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirskirêka Kurd re çaresî " bibin.