rojane
-

‘Li girtîgehan binpêkirina mafan gihîştin asta îşkenceyê’
Hevseroka OHD’a Wanê Mehtap Işik diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan gihîştiye asta îşkenceyê, pêkanînên kêfî yên li dijî hiqûqê tên kirin û mafê jiyan û dermankirina girtiyan tê astengkirin û got ku ew ê bibin dengê girtiyan.
-

Ji bo zarokan kampanyaya hişyarkirinê
Rêvebera Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a Kantona Cizîrê Newal El-Mizyed, behsa kamanyaya ji bo hişyariya zarokan a di bin dirûşma "Vejandin, parastin, pêşketin û hişmendî ji bo zarokatiyeke saxlem" kir.
-

Li Berlînê konferansa jinan: Divê hevgirtin bê mezinkirin
Jinên ku di konferansa li Berlînê de li hev civiyan, li ser milîtarîzekirin û tundiya baviksalarî axivîn û peyama “Divê rêxistinbûn û hevgirtin bê mezinkirin” dan.
-

Kongra Star panela ‘Li dijî tundî û komployan, Jin, Jiyan, Azadî’ li dar xist
Kongra Star bi sernavê "Li dijî tundî û komployan, Jin, Jiyan, Azadî" li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê paneleke diyalogê li dar xist.
-

Ciwanên Kobanê dest bi meşa 3 rojan kirin
Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên kantona Firatê bi hatina salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, dest bi meşa sê rojan kirin.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên Tirkiyeyê şermezar kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê êrişên domdar ên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û ji bo rawestandina van êrişan bang kir.
-

Li Şengalê bi nêzbûna 9’ê Cotmehê konê çalakiyê hat vedan
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî çalakiya konvedanê li Şengalê hat destpêkirin.
-

Xizmên Wendayan di hefteya 817’emîn a çalakiya xwe de hatin ba hev
Malbatên ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin careke din hatine ba hev wiha gotin: “Heya ku windayên me werin dîtin, dê her du destên me li stuyê dewletê ve bin.
-

Dayikên Şemiyê li qada Galatasarayê ne
Dayikên Şemiyê aqûbeta Duzgun Tekîn ê 29 sal beriya niha di bin çavan de hatiye windakirin, pirsîn.
-

Li Tebqayê çalakiyên ‘Rojên Jinerjî’
Rojên Jinerjî yên Nagihan Akarsel ku bi boneya dûyemîn salvegera qetilkirina wê di 2’yê mehê de destpê kiribû bi çalakiyên li Tebqayê bi dawî bû.
-

MKG’ê: 7 jinên rojnameger girtî ne
Di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê ya MKG'ê de hat diyarkirin ku di meha îlonê de jî gefxwarin û tundiya li ser jinên rojnameger dewam kir û niha 7 jinên rojnameger girtî ne.
-

Li Xezayê di Îlonê de 185 car mafen rojnamegeran hatin binpêkirin
Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê, daneyên meha Îlonê yên binpêkirina mafên rojnamegeran ji aliyê Îsraîlê ve li Xezayê û Şerîa Rojava parve kir. Li gorî daneyan 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane, 9 birîndar bûne 185 car mafên wan hatine binpêkirin.
-

16 hezar kes gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Konê alîkariyê hat vedan
Ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê ve 16 hezar û 243 Sûriyeyî û Lubnanî gihîştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
-

Destûr nadin rojnamegera girtî ya Îranî ji kontrola tenduristiyê derbas bibe
Li Îranê rojnamegera girtî Serûnaz Ahmed ji ber destûrê nadin ji kontrola tenduristiyê derbas bibe, ev 28 roj in xwarina dermanan red dike.
-

Nagîhan Akarsel li Şehbayê hate bibîr anîn
Endama Akademiya Jineolojiyê Nsgîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2024’an de hat qetilkirin, li Şehbayê hat bibîr anîn.
-

Li Tûnisê beriya hilbijartinê gel daket qadan
Bi sedan kes beriya hilbijartina serokkomariyê ku wê di 6’ê cotmehê roja yekşemê li Tûnis were kirin de daketin qadan û banga bi dawîkirina zextan kirin.
-

Tedawiya Nergîs Muhammedî tê astengkirin
Dewleta Îranê, tedawiya Nergîs Muhammedî asteng kir. Malbata Muhammedî banga hestiyariyê li saziyên mafên mirovan kir.
-

‘Nagîhan Akarsel ji bo azadiya jinan têdikoşiya’
Jinên Başûrê Kurdistanê ku bi salan bi Nagîhan Akarsel re xebat dabûn meşandin, behsa bandora wê ya li ser jinan kirin û gotin, “Nagîhan dixwest zanista Jineolojiyê bigihîjîne hemû kesan û ji bo azadiya jinan têdikoşiya.”
-

Tûnis diçe ser sindoqan: Tu bendewariya jinan ji hilbijartinê nîne
Jinên ji Gafsayê diyar kirin ku tu hêviyên wan ji hilbijartinên Serokkomariyê yên Tûnisê nînin û gotin, "Haya wan ji şert û mercên gundan û bi giştî şert û mercên jin tê de ne" û bertek nîşan dan.
-

Cejna quba Amadîn bi dawî bû
Vê hefteyê qubên Amadîn, Şebil Qasim, Şêx Hesen û Pîrê Ewra hatin ciwankirin û bi coş hatin pîrozkirin. Cimaya Amedîn 7 rojan bi rê û resmên xwe berdewam kir.