rojane
-

18 hezar û 650 kes ji Lubnanê xwe spartin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji ber êrişên Îsraîlê yê bi ser Lubnanê ve heya niha 18 hezar û 650 kesan ji Lubnanê berê xwe dan Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiiha cenazeyê 17 kesan jî hat heremê. Heyva Sor a Kurd ji bo koçberan kampanya alîkariyê da destpêkirin.
-

Zelal Efrîn bi merasîmek bi heybet hat oxirkirin
Şoreşger Zelal Efrîn a tevî du hevalên xwe di 9’ê Cotmeha bi êrişa dewleta Tirk hatin qetilkirin bi merasîmekê bi heybet hatin oxirkirin. Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşîna wan hat dayîn.
-

Ji bo mafê jiyanê ya zarokên keç banga têkoşînê
Endama Tora Xebatên Zarokan a Amedê Selvî Tunç, li ser Roja Zarokên Keç a Cîhanê diyar kir ku mafê jiyanê yê zarokên keç ji dest wan hatiye girtin û xwest piştgirî ji têkoşîna wan re were dayîn.
-

Jin li Bexdayê li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesane li qadan bûn
Çalakvanên jin û çalakvanên civaka sivîl îro li Bexdayê li dijî guhertina yasaya kesayetî ku di xwendina duyem de hat xwendin, çalakî kirin. Çalakvanan bang parlamentoya Iraqê kirin ku yasayê nepejirîne.
-

Li Mexrîbê sempozyûma ‘Rewşa jinan di nav daxwaz û qedexeyan de’
Endamên rêxistinên jinan ên Mexrîbê, yên beşdarî sempozyûma "Rewşa niha ya jinan di nav daxwaz û qedexeyan de" bûn banga xurtkirina jinan li her qadê, gihandina edaletê û vekirina stargehan ji bo jinên rastî şîdetê tên, kirin.
-

DEM Partiyê ji bo dawîkirina tecrîdê bîne serî li ÎHÎK'ê da
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan ku serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da, xwest komîsyon ji bo rakirina tecrîdê û pêşxistina çareseriyê bikevin nava tevgerê.
-

Li Yemenê jin li ser rola rojnamegeran ji bo aştiyê nîqaş kirin
Li Yemenê ji bo aşitiyek mayînde bi pêşengiya jinên rojnameger konferansek bi dirûşmeya “Bi rêya medyayê ji bo aşitiyê, xurtkirina jinan” hat lidarxistin. Di konferansê de rola jinên rojnameger di aşitiyê de hat nîqaşkirin.
-

TÎHV’ê rapora xwe ya ‘şîdeta cudakariyê’ eşkere kir
Li gorî rapora dawî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, di nava salek de li welat 72 caran êrişên devkî yan jî fizîkî yên cudakar, nijadperest, fobîk û bi nefret hatine jiyîn. Her wiha 661 kesan jî îşkence û muameleya xirab dîtine.
-

Jinên Mexribê mafên xwe nîqaş dikin
Jinên Mexribê li hev civiyan û nîqaşkirin ka Deklarasyona Pekînê çiqasî baş hatiye bicihanîn, wan her wiha raporek amade kir ku astengiyên ji ber pêşveçûnan jinan sînordar dikin çareser bikin.
-

Li bakurê Xezayê xizmeta tendirûstiyê nema
Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê anî ziman ku Îsraîl li Xezayê gihiştina alîkariyan asteng dike û got ku li bakur hema hema qet xizmeta tendirûstiyê nemaye.
-

Kongra Star: Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef, dayika Eqîde têkoşîna xwe bidomînin
Kongra Star ji bo sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û endama Komîteya Lihevanînê Yadê Eqîde ku ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em ê bi ruhê Xelef, dayika Eqîde têkoşîna xwe bidomînin.”
-

‘Ji bilî tekoşînek rêxistinî tu çareserî nîn e’
Parêzer Burcu Korkmaz Beştaş diyar kir ku ji ber polîtîkayên tirs, zext û bêcezabûnê jin gilî nakin û got: “Ji derveyî têkoşîneke rêxistinî tu çareseriya jinan nîn e.”
-

Li kantona Tebqayê yekemîn Nexweşxaneya Jin û Zayînê vebû
Li Tebqayê bi vekirina Nexweşxaneya Jin û Zayînê re armanc ew e barê madî li ser welatiyan sivik bibe û xizmetek baştir ji jinan re were kirin. Bi vê nexweşxaneyê riya çûnhatina nexweşan jî kurt bûye û barê wan sivik bûye.
-

Çalakvana Tûnisî Fatma Mewlahî: Divê em jin hevgirtî bin
Cîgira Eniya Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî Fatma Mewlahî bal kişand şerê li heremê dimeşe û bandora wê li ser jinan, got “Zagonên ku mafên jinan diparêzin nayên pêkanîn” û banga hevgirtinê li jinan kir.
-

Şandeya Îtalyayê serdana saziyên Şengalê kir
Şandeyek Îtalyayê ya ji rewşenbîr, aktivîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk dihat, serdana Şengalê kir.
-

Narîmana ji Serêkaniyê: Wê tu car nebe cih û warê dagirkeran
Nivîskar Narîman Evdikê ya ji Serêkaniyê ya dagirkirî di salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê de axivî û got: “Mafê cîhanê tunebû li me wiha bike, ez nikarim sûcdaran efû bikim û dê helbet rojek were em ê vegerin.”
-

Werîşe Muradî li dijî cezayê darvekirinê ket greva birçîbûnê
Werîşe Muradî li dijî cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê dest bi greva birçîbûnê kir.
-

Parêzvanên mafên mirovan dê ji bo Şerîfe Mihemedî dest bi greva birçîbûnê bikin
Parêzvana mafên mirovan Parêzer Nesrîn Setûde û girtiyê siyasî yê berê Ferhad Mîsemî ragihandin ku li dijî cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dê dest bi greva birçîbûnê bikin.
-

Rabîa Onver a ku şerê taybet kir nûçe îfade da
Nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver a ku di çarçoveya nûçeyên xwe yên der barê belavbûna fuhûş û hişbir de li Colemêrgê lêpirsîn hat vekirin, îfade da.
-

Îsrail êriş bir ser dibistana ku sivîlan xwe lê spartibûn
Artêşa Îsrail êriş bir ser dibistana Rufeyde ku Filistîniyên Deyr el-Belah yên ji cihê xwe bûne xwe lê spartibûn. Di êrişê de li gora agahiyên destpêkê piranî jin û zarok herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.