TÎHV’ê rapora xwe ya ‘şîdeta cudakariyê’ eşkere kir

Li gorî rapora dawî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, di nava salek de li welat 72 caran êrişên devkî yan jî fizîkî yên cudakar, nijadperest, fobîk û bi nefret hatine jiyîn. Her wiha 661 kesan jî îşkence û muameleya xirab dîtine.

Navenda Nûçeyan – Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) rabora bi sernavê ‘Êrişên cudakarî, netewperestî, fobîk û bi nefretê yên devkî û fizîkî, binpêkirinên ku çêbûn’ eşkere kir.

Rapor, li ser êriş û binpêkirinên mafan ên di navbera 1’ê Çileyê û 1’ê Îlona 2024’an de hatine tesbîtkirin digre dest. Li gorî raporê li tevahiya Tirkiyeyê, herî kêm 72 car êrişên fizîkî û devkî yên cudakarî, netewperestî, fobîk û nefretê hatine jiyîn. 29 êriş li dijî penaper û welatiyên biyanî hatine kirin, 13 li dijî ü Kurdan, 12 li dijî LGBTÎ+’yan, 7 li dijî komên olî û kêmaran, 11 jî li dijî kom û derdorên cuda çêbûne. Di encama êrişan de yek ji ber nêrîna xwe ya olî gotibû, yek ji ber nijad-kêmara olî, 2 penaber, 1’i LGBTIÎ+ bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan Di van êrişan de herî kêm 26 kes jî birîndar bûn.

Êrişkariya netewperestî

Di raporê de behsa êrişên nijadperest jî hat kirin. Hat diyarkirin ku li Kayseriyê piştî penapereke ji Sûriyeyê êrişa zayendî li dijî zarokek xizmê xwe kir hat girtin, êrişên li dijî Sûriyeyiyan çêbûne, di encamê de herî kêm 24 cihên kar hatine girtin, ji 3 hezarî zêdetir penaberan jî bajar terikandine. Di raporê de her wiha behsa êrişên kû dûre li 8 bajaran çêbûne jî hatiye girtin. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku têkildarî êrişên nijadperest hezar û 65 kes hatine binçavkirin, ji wan kesan 28 kes hatine girtin, 187 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.

661 kes rastî îşkence û muameleya xirab hatin

Li dijî Kurdan, LGBTÎ+ û penaberan, ji aliyê saziyên fermî ve herî kêm 45 pêkanînên cudakarî, nijadperestî, fobîk û nefretê hatin tesbîtkirin. Li gorî raporê kesek ku hatiye dersînorkirin jî di nav de herî kêm 3 penaberan jiyana xwe ji dest dane, 59 jê penaber, herî kêm li 661 kesê îşkence û muameleya xirab hatiye kirin.

Her wiha di çalakî, dawet an jî li kolanan ji ber ku li ber stranên Kurdî govenda gerandine bi giştî 32 kes, ji ber civînên ji bo aştiyê li dar xistine jî bi mudaxeleya hêzên çekdarî herî kêm li 602 kesan îşkence hatiye kirin û muameleya xirab dîtine û hatin binçavkirin. 40 kes hatine girtin, 66 kes bi şertê kontrola edlî û kesek jî bi tedbîra hepsa malê serbest hatine berdan. Di çalakiyên li Mersîn, Agirî, Sêrt, Stenbol, Colemêrg, Êlih û Aydinê 48 kesên ku di navbera wan de xwediyên dawetan û muzîsyen jî hebûne bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ hatine binçavkirin.

Ji van kesan 30 kes bi heman hincetê hatine girtin, 9 kes bi şertê kontrola edlî û kesek jî bi tedbîra hepsa malê hatine berdan.