rojane
-

‘Bi êrişan gelê Kurd hedef tê girtin’
Endama Meclisa Giştî ya Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Bêrîvan Mihemed têkildarî êrişên dewleta Tirk ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku bi êrişan gelê Kurd û destkeftiyên wê hedef tê girtin.
-

Dadgeha Sine xwest Jîna Muderîs xwe radest bike
Rojnamevan Jîna Muderîs ragihand ku dadgehê belgeyek jêre şandiye û xwestiye roja Şemiyê ji bo cezayê xwe bikêşe, xwe radestî girtîgeha jinan ya Sineyê bike.
-

‘Li Mexrîbê li dijî zagonên cihêkariyê têkoşîn divê’
Parêzvana mafên jinan Samîra Bouhîa bal kişand ser têkoşîna hevpar û ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û got ku li gor peyman û protokolên navneteweyî ên ji aliyê Mexrîbê ve hatine erêkirin ber çav were derbaskirin û banga tekoşîna hevpar kir.
-

Parêzvanên mafan ên li Idlibê: Tevlî me dibin û bêdeng nemînin
Jinên parêzvanê mafan û ji bo azadiya xwe têdikoşin, bi zext, gef û astengiyan re rû bi rû dimînin. Jinên ku gotin tu astengî tekoşîna wan nade sekinandin: “Tevlî me bibin û bêdeng nemînin.”
-

‘Em ê dagirkeran ji axa xwe derxin’
Jinên kantona Efrîn Şehbayê bertekên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan û teqez kirin ku ew ê li hember êrişan serî netewînin û dê berxwedana xwe dewam bikin.
-

Mala Wêjeyê ya Kirathane ya Stenbolê: Cihekî ji bo başbûnê ye
Şeşemîn şahiya pirtûkên Kiraathaneyê bi dawî bû. Di Mala Wêjeyê ya Kirathaneyê ku malovanî ji şahiyê re kir, bernameyên der barê axaftin, rojên xwendinê, pêşandanên şanoyê, atolye, felsefe û ziman de berdewam dikin.
-

Endamên Kongra Star: Daxwaza me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye
Endamên Kongra Star a Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku daxwaza wan mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
-

Navenda Amara ji bo jinan perwerde û semîneran li dar dixe
Rêvebera Navenda Amara ya girêdayî Desteya Jin a Kantona Cizîrê, Maya Şabo, behsa kar û xebatên Navenda Amara kir û got ku Navenda Amara cihê şêwermendiya derûnî ye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dixebite.
-

Raportora Taybet a NY: Hedefa Îsraîlê tunekirina Filistîniyan e
Raportora Taybet a Neteweyên yekbûyî diyar kir ku Îsraîl êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bi armanca ‘Tunekirina Filistîniyan’ bi pêvajoyeke ‘qirkirinê’ ya ku daye pêşiya xwe dimeşîne.
-

30 jin derbasî Parlamentoya Herêma Kurdistanê dibin
Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di 20’ê vê mehê de hilbijartina dema şeşem li dar xist, hejmarek namzetên jin ên serbixwe û partiyan jî tê de cih girtin ku li gorî yasayê divê kota jinan ji sedan 30 ne kêmtir be.
-

Di êrişên Îsraîlê de 11 hezar û 852 xwendekar jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li djiî Zîvala Xezayê û Şerîa Rojava didome de 11 hezar û 852 xwendekarên Filistînî jiyana xwe ji dest danee.
-

Li dijî êrişan jinan banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê û Îranê kirin
Li diji êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de, jin hewl didin bi derfetên xwe li dijî berhemên Tirk boykotê bi pêş bixin. Jinên Başûr dibêjin ku divê li dijî êrişan hemû kes berhemên Tirkiye û Îranî boykot bikin.
-

Bi pevçûnan hewl tê dayîn avahiya rengîn ya etnîkî ya Efganistanê bê têk birin
Silsile Nasir got ku tê xwestin avahiya pir reng û pir çandî ya Efganistanê ji hev bê belavkirin û bi gotina “Dayîka min Tacik e û bavê min Peştun e, ger Efganistan dabeş bibe, ez û zarokên xwe dê ji kijan etnikê bin?” bertek nişan da.
-

Jin li Lîbyayê roleke aktîf ji bo aramî û avakirinê dilîzin
Jinên li Lîbyayaê dijîn behsa rewşa aramî û jinûveavakirinê ya li Lîbyayê kirin, bi taybet li herdu aliyên rojhilat û başûr û teqez kirin ku jinan roleke pir girîng di pêvajoya jinûveavakirinê de lîstine.
-

Peymangeha Bilind a Hunerê dest bi perwerdeyê kir
Peymangeha Bilind a Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina jêhatîbûn û hunera ciwanan li herêmê tevdigere û di heman demê de weke amûreke parastina çand û ziman tê dîtin.
-

‘Têkoşîn û berxwedana jinan wê desthiladariyê têk bibe’
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîn-Şehbayê Hêvîn Reşîd bal kişand ku bi têkoşîna jinan biryara darvekririna Şerîfa Muhemedî hatiye betalkirin, got ku ji bo rakirina hemu biryarên darvekirinê têkoşînekê çalak divê.
-

Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnex û Rihayê li mala Emîne Şenyaşarê serdana wê kirin.
-

Îsraîl êriş bir ser avahiyekê: 77 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişa Îsraîlê ya li ser herêma Meşru Beyt Lahiya ya li bakurê Zîvala Xezayê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 77 Filistînîyan jiyana xwe ji dest dan.
-

Li ser banga KJAR’ê Werîşe Mûradî çalakiya xwe bi dawî kir
Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû, li ser banga KJAR’ê çalakiya xwe bi dawî kir.
-

Komîteya Aborî ya Kongra Star li dijî êrişan daxuyanî da
Komîteya Aborî ya Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk li bajarê Qamişlo daxuyanî da.