rojane
-

‘Di nav du salan de 162 rojnamevan hatine qetilkirin’
UNESCO'yê di rapora ku bi wesîleya Roja Têkoşîna li Dijî Bêcezahiştinê ya Navneteweyî hate weşandin de, ragihand ku di nav du salan de 162 rojnamevan hatine qetilkirin û piraniya bûyerên cînayetên rojnamevanan ên li cîhanê, bêceza tên hiştin.
-

Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê peyama Roja Kobanê
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di peyama xwe ya pîrozkirina şoreşa Kobanê de got, "Armanca êrişên li ser Kobanê bombekirina destkeftiyên jinan û jiyana wekhev û azad e."
-

‘Berxwedana Kobanê ji bo hemû mirovahiyê bû hêvî’
Yekemîn roja meha Mijdarê Roja Hevgirtina bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re ye ku di encama berxwedana 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê de hat destnîşankirin û berxwedana wê ji bo hemû mirovahiyê bû hêviyek.
-

Ji nameya Asya Alî: Her tişt ji bo hevdîtina mezin e...
Rapor û nameyên Asya Alî ya ku li Enqereyê li dijî TUSAŞ ê çalakiya fedai li dar xist, hatin weşandin.
-

Hejmara nû ya Newaya Jin derket
Hejmara meha Mijdarê ya Newaya Jin bi sernava ‘Her gavekê wê şoreşek bû’ derket.
-

Sakîne Mihemed a di êrişa Til Rifetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Li Til Rifetê di encama êrişê de 4 kesên ku jin û zarokek di navbera wan de hebûn jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Duh bi şev jineke din a birîndar jî jiyana xwe ji dest da.
-

‘Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftiyên şoreşa jinan e’
Jinên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne ji ber dîroka wê bi komkujiyan û qirkirina gelan tijî ye û gotin: “Êriş li dijî destkeftiyên şoreşa jinan e.”
-

Asya û Rojger bûn pênaseya azadî û wateyê
Divê em baş bizanibin ku ew jin û mêr çima serî li çalakiyên bi vî şeklî didin. Bênasnamebûyîn, bêwatebûyîn û nedîtin tê wateya tunebûnê. Mirov bi hebûna xwe, nasnameya xwe û bi rengê xwe heye. Ger ev tune bin, hebûna mirov bêwate ye.
-

TAJÊ Roja Kobanê ya Cîhanê li jinan pîroz kir
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek nivîskî da û berxwedaniya gelan silav kir.
-

Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt hat berdan
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt bi şertê kontrola edlî hate berdan.
-

‘Cîhana ku Şoreşa Jinan ji xwe re hêvî dibîne divê bi ruhê Kobanê rabe’
Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo bal kişand êrişên dewleta Tirk a li dijî heremê û got: “Cîhana ku Şoreşa Jinan ji xwe re hêvî dibîne pêwîst e bi ruhê berxwedana Kobanê rabe.”
-

Berxwedana ku ji 5 parzemînan 30 welat û milyonan anî ba hev: Kobanê
134 rojên bi berxwedana Kobanê ji 5 parzemînan 30 welat û milyonan anî ba hev. Endama koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir got ku jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin bûn wesîle 1’ê Mijdarê bibe roja Kobanê û şoreşa jinan gihand merheleyeke nû.
-

11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Dilruba Kayserîlîoglu hat birîn
Dîlruba Kayserîlîoglu ku di hevpeyvîna xwe ya kolanan de rexne li hikûmetê girtibû, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dilruba Kayserilioğlu got: "Heta ku hiqûq li cem me be dê hewildanên me bidomin."
-

Ji TJA'yê bertek: Hiqûqa dijminatiyê ye
TJA'yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî girtina Şaredarê Esenyurtê yê CHP'ê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm de ev nêzîkatî weke 'qanûna dijminnatiyê' pênase kir û got: "Yekane rêya aştiya civakî demokrasî û edalet e."
-

Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Azîme Bozkurt hat binçavkirin
Hate hînbûn ku xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Azîme Bozkurt li Dêrsimê hat binçavkirin.
-

Îsraîlê êrişî avahiya ku malzemeyên tibî tê de bûn kir
Îsraîlê ragihand ku êrişî qata ku malzemeyên tibî û derman lê hene, ya tekane nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Zîvala Xezayê xizmetê dide kiriye.
-

YPJ: Bi ruhê Kobanê em ê xwe biparêzin
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga berxwedanê kir û got: “Em ê bi ruhê Kobanê yê berxwedan û serkeftinê dagirkeriyê bi dawî bikin.”
-

Cezayê hefsê li 6 rojnamegerên jin hat birîn
Li 6 rojnamegerên jin ên dema ji bo hempîşeyên xwe yên hatine girtin çalakî li dar dixistin bi lêdanê hatibûn binçavkirin, 5 meh cezayê hefsê hate birîn.
-

‘Li Sûdanê 3 milyon zarokên keç bi tundiya zayendî re rû bi rû ne’
Rêxistina Save the Children ragihand ku li Sûdanê 3,2 mîlyon zarokên keç ên ji ber şer koçber bûne di bin xetereya tundiya zayendî, destavêtin û zewaca zû an jî bi zorê de ne, ji ber ku şer li welêt berdewam dike.
-

Ayşegul Dogan: Muxatab Abdullah Ocalan e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyarkir ku bi girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer dixwazin peyamekê bidin, têkildarî nîqaşên muxatabiyê yên serokkomarê AKP’yî dayî destêpirin got: “Muxatab kî ye diyar e.”