rojane
-

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 482’emîn de bi dewirgirtina koma 95’emîn didome.
-

‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî riya rizgariya ji her cure tundiyê ye’
Yekitiya Jinên Ermen di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, li Hesekê semînerek da.
-

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo Werîşe Mûradî bang li jinan kir
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan kir ku li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hat birîn rawestin û gotin: “Divê em bibin dengê Werîşe Mûradî û dijî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bikîn”
-

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin
Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê bênavber berdewam dikin. Hat diyarkirin ku ji destpêka şerê li Zîvala Xezayê ku 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dike heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 43 hezar û 603 kesan.
-

Li Lubnanê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe
Hejmara kesên ku ji 8’ê Cotmeha sala 2023’an vir ve di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 243 û hêjmara birîndaran jî bû 14 hezar û 134.
-

Operasyona Ewlehiya Domdar bi dawî bû
Bi kongreyekî çapemeniyê Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar operasyona ku 7 rojan dirêj kir bi girtina 79 çeteyan û lêpirsîna bi 17 jinên DAIŞ’î re, bi dawî bû.
-

Emîne Şenyaşar serdana nobeta li dijî tayînkirina qeyûm kir
Emîne Şenyaşar li dijî tayînkirina qeyûm tevli nobeta berxwedanê ya li Xelfetiyê bû û got: “Heta şaredariyên me dîsa didin em ê nobetê bidomînin. Ez jî ji bo piştgiriyê hatim.”
-

Danişîna doza jinên TJA’yê hat taloqkirin
Yekemîn danişîna doza ku 11 jinên endamên TJA'yê bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" tên darizandin hat dîtin.
-

Li Sûdanê jin ji bo ewlehiya xwarinê û li dijî xelayê dixebitin
Jinên Sûdanê ku di nava şer de têkoşîna jiyanê didin, di çarçoveya projeyên ewlehiya xwarinê û li dijî xelayê hatine pêşxistin de perwerde dibînin.
-

'Bi Operasyona Ewlehiya Domdar re lêgerîna li jinên Êzidî didome'
Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan da zanîn ku di Operasyona 'Ewlehiya Domdar' de, yekem car e sicîlên niştecihan tê girtin û lêgerîna li jinên Êzidî didome.
-

Ji bo Werîşe Mûradî bang: Divê her kes li dijî biryarê raweste
Aktivîsta mafên jinan rojnamevan Nergîs V. diyar kir ku cezayên darvekirinê siyasî ne, rejîma Îranê ji bo civaka Îranê bitirsîne cezayê darvekirinê dide jinên çalakvan loma divê hemû kes li dijî vê yekê rawestin.
-

‘Dewleta Tirk hewil dide DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike’
Endama Buroya Têkiliyan ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Asya El Xerbî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û teqez kir ku dewleta Tirk hewil dide ewlehî û aramiyê têk bibe û ji nû ve DAIŞê zindî bike.
-

Kongra Star: Jinên berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî
Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê li Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî birî daxuyaniyek niviskî da û got: “Ji bo wê jî hemû jinên azad, demokratîk û berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî.”
-

Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Xeza
Bi nêzbûna roja cîhanî ya têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan, jinên Filistînê li Zîvala Xezayê bi taybet di kampên koçberiyê de di karesetan de dijîn. Jin bi her cure tundiyê re rû bi rû dimînin.
-

Jinên Êzidî: Dewleta Tirk dixwaze bi êrişan fermanê temam bike
Jinên Şengalê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ser Şengalê gotin; “Îro Ereb, Êzidî bi hev re dijîn û di heman riyê de tekoşîn û berxwedaniyê dikin. Dewleta Tirk ji bi êrîşên hovanê dixwazê fermanê temam bikê û Şengalê belav bikê.”
-

Jinên ji Efrînê: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Jinên ji Efrînê dan xuyakirin ku li dijî pergala qirkin û êşkenceyê wê asta tekoşînê xurtir bikin û gotin: “Armanca me ne tenê hevdîtin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
-

Li girtîgeha Êvînê cezayê ji bo Werîşe Muradî hat şermezarkirin
Jinên girtî yên li Girtîgeha Êvînê cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî hat birîn şermezar kirin û bê navber dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor", "Jin, jiyan, azadî" û "Bimre dewleta Îranê" berz kirin.
-

Dermankirina Werîşe Mûradî hat astengkirin
Rêveberiya Girtîgeha Êvînê sewqa Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ji bo nexweşxaneyê betal kir.
-

6 rojên Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’: 84 DAIŞ’î hatin girtin
Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ li Kampa Holê di roja xwe ya şeşemîn de dewam dike. Odeya Operasyonan ragihand ku di nav 6 rojan de 84 çete hatin girtin. Her wiha di operasyoneke taybet a YPJ’ê û Asayîşa Jin de serçeteyekî DAIŞ hat girtin.
-

Li Kobanê têkildarî 25’ê Mijdarê komxebat hat lidarxistin
Kongra Star di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de komxebatek li Kobanê li dar xist.