rojane
-

Meral Daniş Beştaş: Em bi xesp û derbeyê re rûbirû ne
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tayînkirina qeyûman rêbaza xesp û derbeyê ye û destnîşan kir ku li dijî vê bêhiqûqiyê ne tenê gelê Kurd divê hemû gel têbikoşin.
-

Li dijî 'darvekirinê' banga çalakiyê
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê bi armanca şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li Endama KJAR'ê Werîşe Mûradî hat dayîn, banga li dijî darvekirinê hat kirin.
-

Li Şengalê ji bo naskirina jenosîdê pêngav hat destpêkirin
Ji bo naskirina jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê pêngava îmzeyan hat destpêkirin. Pêngav dê heta Çarşema Serê Nîsanê bidome.
-

Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 712
Hate ragihand ku hejmara kesên di êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê, ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha jiyana xwe ji dest dane gihîşt 43 hezar û 712’an, hejmara birîndaran jî gihîşt 103 hezar û 258’an.
-

Li Qamişlo jin ji bo Werîşe Mûradî meşiyan
Li Qamişlo jin li dijî biryara cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê li endama KJAR’ê Werîşe Mûradî birî, meşiyan. Jinan banga bilindkirina têkoşînê li dijî cezayên darvekirinê dan.
-

Li Îranê li dijî darvekirinê greva birçîbûnê
Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Dastgerd a li bajarê Îsfahan a Îranê, tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî darvekirinê bûn.
-

Ji Polîtîkayên Jinê yên Şaredariyên DEM Partiyê li dijî tundiyê kampanya
Polîtîkayên Jinê yên Şaredariyên DEM Partiyê, di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya li ser jinê kampanyayek salek da destpêkirin.
-

Tehliyeya girtiya 30 salan hate taloqkirin
Tehliyeya Ardil Çeşme ya girtiya 30 salan ji aliyê ÎGK ve 6 mehan hate taloqkirin.
-

Kiryarê Hîlalê dê di 27’ê Çileyê de derkeve pêşberî dadgehê
Îdianameya der barê Mehmet Demîrhanê ku Hîlal Kar bi zanebûn qetil kir hat amadekirin. Di danişîna ewil a 27'ê Çileyê de, malbatê banga hevgirtinê kir, parêzera Hîlal Kar, Eda Kar jî got: "Ji bo kiryar cezayê pêwîst bigre em ê têbikoşin."
-

Li Helebê tundiya li ser jinê hate şermezarkirin
Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya Helebê bi boneya salvegera 25’ê Mijdarê li taxa Şêx Maqsûd Şerqî daxuyanî da.
-

Xwendekarên Helebce ji bo alîkariya bi nexweşxaneya Hîwa re çalakî li darxistin
Komek xwendekarên beşa endezyarê ya Zanînageha Helebce ji bo alîkarî bi Nexweşxaneya Hîwa re bikin çalekiyek li darxistin.
-

Li Mexribê jin ji bo nûnertiyek rast a siyasî têdikoşin
Li Mexribê, guherîna herî dawî ya wezîran û piştî hilbijartina buroya şêwirmendan, jin careke din li ser rêgezên wekheviyê nîqaş dikin. Jin diyar dikin ku bihêzbûna rast a siyasî tenê bi pejirandina hebûna wan pêkan e.
-

Dosyaya Gulîstan û Hêro radestî Nûneriya YE’yê hate kirin
Dosyaya ku derbarê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatiye amadekirin, radestî Nûneriya YE’yê ya Iraqê hate kirin.
-

‘Divê jin bihêztir bibin û xwe biparêzin’
Endama Buroya jinan a Partiya Neteweyî ya Sûriyeyê Fatîma Al-Faraj diyar kir ku ji şer û pevçûnên çekdarî yên li Rojhilata Navîn herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in û divê jin li hemberî vê yekê xwe xurt bikin û biparêzin.
-

Jinên Efgan ji bo Werîşe Mûradî banga piştevaniyê kirin
Jinên Efganistanê, piştevaniya xwe ya bi jinên Îranê re anîn ziman û li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn banga piştevaniyê kirin.
-

Bi hatina zivistanê re koçberên jin ên Idlibê bi fikar in
Bi nêzbûna zivistanê re jinên koçber ên li kampên Bakurê Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk de de ye di nav zehmetiyan de ne. Bi dehhezaran malbat li kampên ku ji paçan hatine sazkirin dijîn.
-

Jinên li qadan ji têkoşînê îlham û moralek mezin digrin
TJA xwe ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan amade dike. TJA li dijî şîdetê atolyeyên şiyarî û rêxstinbûnê li dar dixe. Endama TJA’yê Arzu Karaman bi gotinên; “Xweparastina me bi rêxistinbûna me ye” banga mezinkirinê têkoşînê kir.
-

9 salên rizgarkirina Şengalê: Bi heman rihî têkoşîn didome
Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku piştî rizgarkirina Şengalê gav bi gav DAIŞ têk çûye, darbe li zîhniyeta xof hat xistin û got ku di roja îro de jî Şengal bi heman ruhî li dijî her êrişan li ber xwe dide.
-

Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Misir
Jinên ji Misirê yên ku derbarê têkoşîna jinan a li dijî her cûre tundiyê de nirxandin kirin anîn ziman ku binpêkirin û tundiya li ser jinan bi têkoşîna hevpar dikare bê derbaskirin.
-

‘Di sala 2024’an de metirsiyên li kampa Holê zêde bûn’
Kampeke mirovî ya penaberan, ji ber bi hezaran malbatên DAIŞ’ê bûye cihekî bi xeter. DAIŞ’a ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat têkbirin, malbatên wan ên li kampa Holê metirsiyek mezin in ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.