rojane
-

2 hezar û 892 kesan berê xwe da Herêma Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 hezar û 892 welatiyên ji herêmê, ji Helebê vegeriyane. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji vê hejmarê 2 hezar û 158 xwendekar in.
-

Êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê didome: Sivîl tên hedef girtin
Êrişên artêşa Îsraîlê yê li dijî Xeza didome. Li gor daxuyaniyên tên dayîn di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
-

Dayikên Şemiyê: Divê dewlet li gor pivanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere
Dayîkên Şemiyê gotin “Di vê dewlet li gor pivanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere” li aqubeta Ahmet Yetişen di sala 1994’an de di girtîgehê de hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.
-

Jinên Efrînê: Ji bilî xeta berxwedanê em tu rê napejirînin
Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne li hember êrişên çeteyên dagirkeriya dewleta tirk dibêjin wê ji bilî xeta berxwedanê tu riyên dîtir nepejirînin û hêz ji şervanên xwe digirin.
-

TJA: wê têkoşîna jinan, neyê rawestandin
TJA’yê li dijî girtina Sevtap Akdag û Nîmet Tanrikûlû daxuyanî da û diyar kir ku wê têkoşîna jinan, neyê rawestandin.
-

Helebî berê xwe didin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Piştî ku çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de ber bi navenda Helebê ve bi pêş ketin, gelek kes berê xwe dan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Meclisa Giştî a her du taxan jêrzemînên taxê amede dikin da ku gelê bê cih mane di wir de bi cih bibin.
-

Li Tûnisê di jiyana kar de tundiya aborî zêdetir bû
Li Tûnisê di jiyana kar de cûdakarî her ku diçe zêde dibe. Jinên ku diyarkirin di jiyana kar de bi tundiyê re rû bi rû tên, gotin ku binpêkirin bi awayek vekîrî tê kirin.
-

Parlementoya Iraqê dê derbarê Zagona Rewşa Kesane de kom bibe
Parlamentoya Iraqê ku dê sibê runiştina xwe lidarbixe, wê 5 mijdaran bigire dest ku yek ji wan mijaran jî guhertina Zagona Rewşa Kesane ye.
-

Li Efganistana ku tundî lê zêde bûye berhevkirina statîstîkan zehmet dibe
Li welatê ku Talîban jin li qadên girtî heps kirine, tê diyarkirin ku asta tundiyê her roja ku diçe zêde dibe. Derbar tundiyê de girtina statîstîkan nepêkan bûye.
-

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate binçavkirin
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hat tayinkirin û cezayê hepsa malê lê hat birîn, hate binçavkirin.
-

9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û Ji avakerê ÎHD Nîmet Tanrikulu jî di nav de 9 kes di çarçoveya lêpirsîna navenda wê li Enqere hat destpêkirin de, hatin girtin.
-

Rojnamegera Misrê: Azadiya Abdullah Ocalan bûye daxwazek navnetewî
Rojnamegera Misrê Faten Sabahî anî ziman ku Misir jî beşdarî kampanya navnetewî ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bûye û got: “Azadiya Abdullah Ocalan bûye daxwazek navnetewî.”
-

Xwendekarên Peymangeha Bilind a Şehîd Viyan Amara rûxmê êrişan derçûn
Peymangeha Bilind a Şehîd Viyan Amara ya Kantona Şehba-Efrînê rûxmê hemû êrişên dewleta Tirk û zehmetiyan xwendekarên xwe mezûn kir. Xwendekarên derçûn gotin: “Em ê bi biryardarî li dijî êrişan bisekinin.”
-

Parêzer Zîlan Esen: Binpêkirinên pir dijwar hene
Parêzer Zîlan Esen a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê çû serdana girtiyan, diyar kir ku li girtiyan lêgerînên tazî tên ferzkirin kirin û got: “Binpêkirin pir dijwar in. Serlêdanên li dijî van binpêkirinan bêbersiv dimînin.”
-

Jinên Mexmûrê: Armanca me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye
Jinên wargeha Mexmûrê, diyar kirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd tê meşandin û gotin: “Pêwîst e em jin û jinên ciwanmisogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo xwe erk û berpirsyariya herî mezin bibînin.”
-

2 rojnamegerên hatibûn binçavkirin hatin girtin
Rojnameger Bîlge Aksu û Mehmet Uçar ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
-

Ji bo Şaredariya Miksê qeyûm hat tayînkirin
Li Şaredariya Miksê ya Wanê ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin qeyûm hat tayînkirin.
-

Peymangeha Bilind a Hunerê li Hesekê hate vekirin
Îro bi wesîleya salvegera tekoşer Şîlan Kobanê Peymangaha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn hat vekirin.
-

Zaroka ku di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Rûslîn Mihemed Xelef a 13 salî ku di encama êrişên dewleta Tirk ya li ser gundê Helîsa ya Fafîna Şehbayê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
-

Rojnameger û nivîskarên girtî serbest hatin berdan
Rojnameger û nivîskarên ku di çarçoveya lêpirsîna li Eskîşehîrê de li Amedê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Lê tê payîn ku kesên li Stenbolê hatin binçavkirin îro derkevin pêşberî dozgeriyê.