rojane
-

Ruhê seferberiyê: Li Til Temirê alîkarî tên komkirin
Rêvebera Komîteya Alîkariyê a ku ji bo alîkariya koçberên Efrîn û Şehbayê hatiye avakirin Ronaz Yûnis axivî û got ku bi her awayî ew ê koçberan hembêz bikin û bi hevre birînên hev bikewînin.
-

Ji bo agahdarkirina rewşa herêmê rêzecivîn tên lidarxistin
Li ser banga seferberiyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat îlankirin, însiyatîfa Meclisa Bajarê Hesekê di nava komînan de civînên berfireh hatin lidarxistin.
-

Jinên ji sînorê Rojava banga yekitiyê li jinan kir
Jinên ku li Pirsûsê kom bûn, bi meşan daxwazên xwe anîn ziman û li dijî polîtîkayên qetliaman banga yekitiya neteweyî kirin.
-

Dewleta Tirk û çeteyên wê li dîwarên berxwedaniya jinan dikevin – ANALÎZ
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî jinên ku li dijî zagona mêr liberxwe didin, êrîş didome. Her ku êrîş li diwarên berxwedaniyê dikeve, hîn zêdetir dibe. Jin digel hemû êrîşan jî dev ji tekoşîna xwe bernadin.
-

Li dijî polîtîkayên cudakar ên li zanîngehên Mexribê pêşniyara kotayê
Li zanîngehên Mexribê ji ber cudakariya zayendî, jin di pozîsyonên girîng de nikarin nûnertiyê bikin. Fatima El-Zehra Iflahan, got ku ev rewş ji ber zihniyeta serdestiya mêr çêbûye û xwest pergala kotayê were pêkanîn.
-

Ji çalakvana jin ji bo Xezayê banga lezgîn
Çalakvana jin Rîm El Xewl destnîşan kir ku Zîvala Xezayê wek herêmek wêrankirî bê ragihandin, dê ji nû ve zagonên navdewletî bixe tevgerê, ev jî bibe sedem ku ji bo alîkariyên mirovî werin pêşkêşkirin.
-

‘Bi ruhê gelê şoreşgerî em hebûna xwe biparêzin’
Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tekez kirin ku gelên herêmê di pêvajoyek hebûn û tunebûnê re derbas dibin û gotin ku dema dema parastina ax û hebûna xwe ye.
-

Jinên Til Temirê taxên xwe diparêzin
Li ser banga Rêveberiya Xweser a ji bo seferberiyê, jinên bajarê Til Temirê li taxan dest bi nobedariya şevê kirin.
-

‘Gelê Şengalê heta dawiyê bi can û xwîna xwe bi gelê Rojava re ye’
Endama koordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk di bin kontrola hêzên navneteweyî Heleb û gelek cihan dagir kirine û got: “Gelê Şengalê heta dawiyê bi can û xwîna xwe bi gelê Rojava re ye.”
-

Nêrgîz Muhemedî ji bo tedawiyê ji bo sê hefteyan ji Girtîgehê
Nêrgîz Muhemedî ji bo dîtina tedawiya xwe wê ji bo sê hefteyan ji Girtîgeha Evîn ya Tehranê derkeve.
-

50 otobus ber bi Ehdasê ve birê ketin
Nêzî 50 otobusên ku ji bo veguhestina koçberên din ên li Şehba û Şêrawayê mane derketibûn rê û ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dagirker ve hatin astengkirin, ber bi Ehdasê ve birê ketin.
-

Li Namibya Nandi-Ndaitwah serokkomara yekem ya jin hate hilbijartin
Li Namibya, namzeta Organîzasyona Mafê Başûr û Rojhilatê Efrîqa Nandi- Ndaitwah ji sedî 57,6’ê dengan girt weke yekem serokkomara jin a welat hate hilbijartin.
-

UNRWA: Li Xezayê 60 hezar kes terkî mirinê hatin kirin
Ajansa Avadanî û Alîkariya bi Penaperên Sûriyeyê ya li Rojhilatê Nêz a NY’ê diyar kir ku li Xezayê ji ber astengiyên alîkariyan 60 hezar kes terkî mirinê hatine kirin.
-

Du jinên ciwan ên Kobanê ji bo gelê Şehbayê alîkarî kom dikin
Gelê Kurd, ji bo piştgirî û alîkariya koçberên ji Efrîn û Şehba ku li Reqa û Tebqa bi cîh dibin seferber bûye. Du jinên ciwan li Kobanê li gor derfetên xwe dest bi komkirina alîkariyê kirine.
-

Pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Helebê dest pê kir
Li ser banga seferberiyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat îlankirin pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Helebê dest pê kir û li sê navendan kon hat vegirtin.
-

Li Qamişlo ji bo gelê Şehba û Helebê konê alîkariyê hat vedan
Di çarçoveya seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa şer a li Kantona Efrîn-Şehbayê, Meclisa Bajar a Qamişloyê konê alîkariyê veda û banga piştgiriyê kir.
-

Ji jinan bang: Li dijî êrişan têkoşîneke cîhanî û yekgirtî bimeşînin
Li dijî êrişên li hember Kantona Efrîn- Şehbayê, 3 rêxistinên jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga têkoşîneke cîhanî ya yekgirtî kirin û gotin “Bila dagirkerî û tawanên li ser gelên herêmê bidawî bibin.”
-

50 otobusên koçberên Şehbayê hatin astengkirin
Nêzî 50 otobusên ku ji bo veguhestina koçberên din ên li Şehba û Şêrawayê mane ketibûn rê, ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin astengkirin.
-

Li dijî êrişan ji Kobanê ji bo hevgirtina têkoşînê bang li jinan kirin
Weqfa Jina Azad a bajarê Kobanê li ser êrişên li Şehba, Til Rifat û Helebe daxuyanî da. Weqfa Jina Azad di daxuyaniyê de li ser kiryarên çeteyên dewleta Tirk bangawaziya hevgirtin û bilindkirina têkoşînê li jinan kir.
-

‘Dixwazin bi zagona hîcaba ferzkirî beden û nasnameya jinan kontrol bikin’
Jinên ku bertek nîşanî erêkirina hîcaba ferzkirî dan bi gotinên; “Dixwazin bi zagona hîcaba ferzkirî beden û nasnameya jinan kontrol bikin” û diyar kirin ku li dijî biryaran ew ê têkoşîna xwe bidomînin.