rojane
-

Banga girtiyan: Werin em Şoreşa Rojava hembêz bikin
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dîl tên girtin banga hembêzkirina Şoreşa Rojava kirin.
-

Li Helebê jin di bin zextê de dev ji têkoşînê bernadin
Di nêvenga şer û kaosan de ji ber têkoşîna wan a ji bo maf û wekheviyê, jin timî bi gefan re rû bi rû tên. Buşra El- Suleyman a li Helebê dijî yek ji wan navan e ku ji bo xwe û ji bo jinan têdikoşe.
-

‘Dewleta Tirk rojnamegerên azad dike hedef’
Rojnamevan Sînor Rehman diyar kir ku dewleta Tirk ji bo veşartina sûcên xwe rojnamegeran dike hedef û got: “Piştgirî, yekbûna ragihandinkaran, wê bibe bingehek ji bo rêgiriya binpêkirina dewleta dagirker li ser rojnamevanan û fikrê azad.”
-

Di sala 2024'an de li Rojhilata Navîn destkeftî û têkoşîna jinan -1
Li ser erda Rojhilata Navîn rêzebûyerên bi lez û nakokî rû dan. Hem di aliyên jiyanî û hem di aliyê kar de îsal ev erdnîgarî di gelek nakokî û şeran re derbas bû. Yên ku herî zêde ji van mijar û nakokiyan para xwe girtin û zirar dîtin, jin bûn.
-

Azadiya piştî 13 salan: Girtî rûmet û îradeya xwe diparêzin
Jiyan Ateş a tehliya wê 8 caran hat taloqkirin û piştî 13 salan hat berdan diyar kir ku tevî di zindanan de binpêkirin zêde bûne girtî îrade û rûmeta xwe diparêzin û got: “Divê em hîn bêhtir deng bidin dengê girtiyan.”
-

Hişmendiya mêrê serwer bi têkoşîna jinan têk diçe - ANALÎZ
Heya civak xwe bi rêxistin neke û şerê xwe yê şoreşgerî nemeşîne wê şerê desthilatdaran bi dawî nebe. Nexwe pêwîst e civak û bi taybet jî jin û ciwan xwe bi rêxistin bikin, Şerê Gel ê Şoreşgerî bidin destpêkirin da ku dawiya serweran û dagirkirina wan wer
-

Êzidiyên Şengalê: Êşa Şengal û Efrînê yek e, wê têkoşîna me jî yek be
Jinên Êzidî yên Şengalê bal kişandin êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî birine ser Şehbayê û gotin: “Êşa Şengal û Efrînê yek e, wê têkoşîna me jî yek be.”
-

Nesrîn Abdullah: Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê
Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah got: “Têkoşîna me li her derê wê bibe wek Kobanê. Têkoşîna me parastina hemû civaka nawneteweyî ye jî. Bila her kes baş bizanibe ku serkeftin jî dê bibe serkeftina her kesî.”
-

Talîbanê pace ji jinan re qedexe kir
Talîbana ku jinan ji cihên giştî dûr dixe û wan di malan de heps dike, bi biryarnameyeke nû ferman da ku paceyên cihên jin pir lê hene û di avahiyên nêzî hev de bikar tînin bigirin an jî dîwaran li ber wan ava bikin.
-

Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana YPJ silav kir
Bi sedan jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê piştgirî da berxwedana YPJ'ê .
-

Li Xezayê di nava hefteyekê de 5 pitik ji ber sermayê mirin
Hejmara pitikên ku di hefteya dawîn de li Zîvala Xezayê ji ber sermayê mirin derket 5’an.
-

Rêxistinên jinan bertek nîşanî Ayşe El Dibis dan
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û Kombûna Jin a Zenûbiye bersiv da daxuyaniyên Wezîra Karûbarên Jinê ya Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis û wiha got: "Ev daxuyanî ne layiqî têkoşîna jinên Sûriyeyê ye."
-

Di sala 2024’an de 68 rojnameger li ser erka xwe hatin qetilkirin
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ragihand ku di sala 2024’an de 68 rojnameger li ser erka xwe hatine qetilkirin.
-

Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
Parlamenter Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivî û got: “Moralê wî xweş bû. MHP jî di nav de, xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin û nêzikatî û daxwazên xwe jê re ragihînin.”
-

Îsraîl li nexweşxaneyan sûcên mezin dike
Ji Cotmeha 2023’an ve heta niha êrişên Îsraîlê li ser Xezayê didomin. Di êrişan de nexweşxane hatin hedefgirtin, rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku sûsên mezin tên kirin.
-

Tulay Hatimogullari: Em li ber firsendeke dîrokî ne
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari got: “Di vê dema krîtîk de, pêwîste hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê gavên erênî û wêrek bavêjin. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin.”
-

Ji aliyê Talîbanê ve li dijî jinan qedexeyek nû
Talîbanê biryarnameyek nû derxist û daxwaz kir ku di saziyên sivîl de karmendên jin neyên xebitandin.
-

'Birêz Ocalan, li dijî senaryoyên pêşeroja tarî pêşniyarên çareseriyê yên erênî pêşkeş kir'
DEM Partî têkildarî hevdîtina Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: "Birêz Ocalan, li dijî senaryoyên pêşeroja tarî yên tên ferzkirin, pêşniyarên çareseriyê yên erênî pêşkeş kir.”
-

Endama Tevgera Goran: Divê deriyê Sêmalka bê vekirin
Çalakvana siyasî û endama Tevgera Goran Gulistan Seîd Mihemed bal kişand girtina deriyê sînor ji aliyê PDK’ê ve û got: “Ji bo alîkariyên ji bo koçberan hatiye komkirin bigihîjin cihê xwe divê deriye sînor ê Sêmalka were vekirin.”
-

Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Hejmara dawî ya Kovara Jin bi berga “Jinan di 2024’an de li ber xwe dan, di 2025’an de dê ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin” derket pêşberî xwendevanên xwe.