rojane
-

Jin ji 21’ê Adarê re amade ne: Dê agirê aştiyê were vêxistin
Li her taxa Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Jinan ji bo pîrozbahiya roja 21’ê Adarê banga beşdariyê kirin û gotin ku ew ê bi qadên Newrozê veguherînên cihên berxwedanê.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyekî xurt didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardariyek xurt bi dewirgirtina koma 120’emîn didome.
-

Rojnameger Eylem Babayîgît ji girtîgehê derket
Rojnameger Eylem Babayîgît ku ji girtîgehê derket da zanîn ku wê her şert û mercî de nivîsandinê bidomîne.
-

Ronîda Osman a di komkujiyê de şehîd bû hat oxirkirin
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê Ronîda Ebdo a ku li gel malbata xwe ji aliyê dewleta tirk ve hat armanc girtin, li goristana Şehîd Dicle oxirkirin.
-

Talîbanê neyartiya reng û dengê jinan dike
Rêveberê Ragihandin û Çandê ya girêdayî Talîban, li eyaleta Qendeharê weşandina dengê jinan di radyoyan de qedexe kir.
-

Li Tehranê atmosfera rojên dawiya salê
Tevî krîza aborî jî li Tehranê her kes ji bo amadekariya Newrozê li bazaran e. Her çendî şert û merc guncaw nebin jî li bajar cejna Newrozê bi coş tê pîrozkirin.
-

Rêveberiya Xweser 22'yê Adarê kir betlane
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Newrozê roja şemiyê (22 Adar) ji bo hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî wek betlane ragihand.
-

Li rojnameger Eylem Babayîgît ceza hat birîn
Di danişîna ewil a dozê de, salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Eylem Babayîgît hat birîn. Eylem Babayîgît di heman demê de hat berdan.
-

Bi sedhezaran kes li Rojhilatê Kurdistanê Newrozê pîroz kirin
Li her devera Rojhilatê Kurdistanê îsal ji her alî ve Newrozeke dîrokî tê pîrozkirin. Bi sed hezaran kes li qadên Newrozê li hev kom bûn.
-

Dema dem û demsal diguhere: Helawe-Melawe
Merasîma Helawe-Melawe ya ku nêzî Newrozê wek cejnek tê pîrozkirin, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê zarokan ve tê berdewamkirin.
-

KJK: Divê ev Newroz bibe peymana gihîştina Rêberê me
Koordînasyona KJK'ê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Ev Newroz bila bibe peymana xwegihandina Rêberê xwe û misogerkirina azadiya jinê û gelan."
-

Jinên Iraqî: Tu zagon ji bo parastina mafên jinên Iraqî tune ye
Aktîvîst û siyasetmedarên jin derbarê armanca tevgera femînîst a li Iraqê û welatên Ereb de gotin: "Tevger ji bo parastina mafên jinan hat avakirin. Ji ber ku tu zagon ji bo parastina mafên jinên Iraqî tuneye.”
-

Artêşa Iraqê nahêle Şengalî derbasî navenda bajêr bibin
Piştî ku duh şev artêşa Iraqê êrişî seyareyeke YBŞ’ê kir û li bajêr alozî rû da, artêşa Iraqê nahêle ku Şengalî derbasî navenda bajêr bibin. Şengaliyên ku bertek nîşanî rewşê dan, dibêjin: “Emê heta dawiyê li ber xwe bidin û heya dawiyê em ê li vir bin.”
-

Mizgîn Cutkar: Banga dîrokî ji bo jinan riya rizgariyê ye
Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Mizgîn Cutkar destnîşan kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk", riya rizgarkirina jinan a ji koletiyê ye.
-

Ji çalakgerên ‘Sêşemên Ji Darvekirinan Re Na’ banga hişyariyê
Girtiyên ku beşdarî çalakiya ‘Sêşemên Ji Darvekirinan Re Na’ bûn, hişyariya ‘dibe ku di sala nû de hejmara darvekirinan zêde bibe’ kirin.
-

Jinên Efganî ji bo debara xwe bi dizî kar dikin
Jinên Efgan ji ber zext û qedexeyên Talîban, neçar dimînin bi dizî kar bikin. Yek ji pîşeyên ku jin di malê de bi dizî kar dikin jî kuafor e. Jin bi dizî ji bo ku debara malbata xwe pêk bînin kar dikin.
-

Endezyara çandiniyê: Enerjiyên alternatîf ji bo jinan riya debarê ye
Endezyara Çandiniyê Rîm El-Mûsewî da zanîn ku bikaranîna enerjiyên alternatîf ji bo pêşxistina jiyana jinên gund rolek mezin dilîze, gelek bi sûd e û dikare di warê aborî de serxwebûna jinan çêbike.
-

Ji şervana YPJ’ê peyama Newrozê: Dê têkoşîna me bighê serkeftinê
Şervana YPJ’ê Sara Egîd bi mebesta Newrozê peyama “Dê têkoşîna me bighê serkeftinê” da û got ku “Bi ruhê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê Newrozê pêşwazî bikin.”
-

Jin bi xebatên xwe yê hunerî ji Newrozê re amade ne
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Guney Mustefa da zanîn ku bi agirê Newrozê dixwazin zor û zehmetiyên ku bi serê Kurdan de hatiye kirin, bi wê çirûska agirê Newrozê, li hember hemû êrîş û zehmetiyan rabin û asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.
-

Jinên Kobanê bi hêviyên mezin Newroza îsal pêşwazî dikin
Jinên Kobanê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û gelan têdikoşe, diyar kirin ku Newroza îsal dê cudatir be û banga xwedî derketina li azadiya jinan kirin.