Zuhûr Wenîsî di peyv û bîra jinan de zindî ye

Jinên Cezayîrî yên beşdarî şeva rêzgirtinê bûb diyar kirin ku ev ne tenê çalakiyek rêzgirtinê ye, kêliyek ji bo naskirina nirxa peyv û rêwîtiya jinên wêje, raman û têkoşer e.

NECWA RAHAM

Cezayîr –  Bi dirûşma ‘Dirêjiya Şoreşê û Ronîkirina Ramanê’, Pirtûkxaneya Xwendina Giştî ya Neteweyî ya li Cezayîrê, bi Roja Zanînê re, duh, şeveke rêzgirtinê ji bo wêjevan û wezîra perwerdeyê ya berê Zuhûr Wanîsî, organîze kir.
Ev şeva wêjeyî di atmosfereke pîrozbahiyê ya taybet de pêk hat. Komek ji profesor, nivîskar, helbestvan, rexnegir û pisporên medyayê, ji bo pîrozkirina kesayetên rewşenbîr û wêjevan yên ku şopa xwe li ser qada çandî ya Cezayîrê hiştine, anîn gel hev. Bi taybetî jî nivîskar Zuhûr Wanîsî.

‘Zuhûr bi ezmûna xwe bû pirek tevahî deman bi hev ve girê dide’
Zuhûr Wanîsî di gotinên beşdaran de ji nivîskarekî bêhtir derket pêş. Ew weke nasnameya welatekî û bîranîneke zindî ye, hat pênasekirin. Wê ezmûna xwe bi pênûs û ji dil nivîsand, di berhemên xwe de vîzyoneke rewşenbîrî ya fireh û zimanek bi rûmet bilêv kir. Dişibe pirên Konstantîn ku rabirdû, niha û daxwazên azadiyê bi hev ve girê didin.

‘Sembola jinên Cezayîrî xwendevan û şervanan’
Beşdaran diyar kirin ku riya wê ya afirîner û siyasî wê kiriye sembola jinên Cezayîrî yên xwenda û şervan. Her wiha  ew ê ji bo nifşên pêşerojê bi saya berhemên xwe yên wêjeyî yên îlhambexş, ezmûna wê ya perwerdeyî û rêwîtiya wê ya siyasî wekî referansek bimîne.

Şahidiyên jinan nivîsandin û afirîneriyê pîroz kirin

Bernameya êvarê cihêreng bû. Ji şahidiyên bi bandor û rêzgirtinên ku bandora kûr a Zuhûr Wanîsî li ser derdorên xwe yên çandî û mirovî nîşan didin, tevî nebûna wê ji ber nexweşiyê, hebûn.
Nivîskar û rexnegira şano û sînemayê Cemîla Mustafa Ezqayî, di axaftina xwe ya şeva wêjeyî de got: “Ev pir xweş e ku em ji bo kesayeteke wêjeya jinan a Cezayîrê de rêzê digrin. Zuhûr Wanîsî bi karakter û mirovahiya xwe û bi şiyana xwe ya hembêzkirina nifşan bi evîn û dayîktiya sembolîk a ku "digihîje ezmanan" tê nasîn. Her wiha wê wêneyê jinên Cezayîrî bi awayekî herî baş temsîl kir.”

‘Zuhûr Wenîsî bi vegotinên xwe ezmûnên jinan pêşkêş kir’
Cemîla Mustafa Ezqayî diyar kir ku gelek nivîskarên jin di riya Zuhûr Wanîsî de meşiyane û wiha domand: “Çi di perwerdeyê de be çi jî di nivîsandinê de be, ji ber ku berhemên wê, nemaze "Rojnivîsên Dibistaneke Azad", modeleke vegotinê ya rasteqîn temsîl dike ku ezmûna jinan di aliyê wê yê mirovî û civakî de nîşan dide. Tevî cihên ku wê digirtin, nêzî rewşenbîr û civakê ma. Dilnizmiya xwe û beşdariya xwe ya çalak di karûbarên çandî û siyasî de parast.”
‘Zuhûr Wenîsî mamosteya tîp û peyvan e’

Di hevpeyvînek taybet a ji ajansa me re, nivîskar û rojnamevan Selîma Melîzî serbilindî û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê rêzgirtinê anî ziman, nexasim ji ber têkiliya wê ya nêzîk bi nivîskar Zuhûr Wenîsî re. Selîma ew weke ‘dayîka wêjeyê û mamosteya peyv û tîpan’ bi nav kir. Selîma zêde diyar ku ku wêje ji bo jinan şêweya herî bilind a serkeftin û pêşveçûnê temsîl dike û wiha gotinên xwe anîn ziman: “Zuhûr Wenîsî beşdarî perwerdekirina gelek nifşan di nirxên têkoşîn, afirînerî û çalakvaniya siyasî de bûye.”
Helbestvan Fewziya Laradî jî tekez kir ku ev rêzgirtin ‘rûmet û serbilindiyeke mezin e’, ji ber ku ew her gav di riyên rewşenbîrî û mirovî de bi Zuhûr Wanîsî re bûye û ev gav ji bo wê çavkaniya piştgiriyê bû da ku riya zanist û serkeftinê bidomîne.

Kêfxweşiya ji bo şevê

Nivîskar Rehma Bin Miderbal kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya çalakiyê anî ziman diyar kir ku ew pir şanaz bûye di şeva bîranîna Zuhûr Wenîsî de bi  jinên din ên afirîner ji warên wêjeyî yên cuda re, hatiye xelatkirin. Her wiha behsa dijwariyên ku nivîskarên jin bi wan re rû bi rû dimînin kir û diyar kir ku weşan û pêşbaziya dijwar wekî tiştên herî berbiçav in. Di heman demê de pabendbûna xwe ya berdewam û cihêrengiya ezmûna xwe ya nivîsandinê piştrast kir.
Şev bi beşdaran û rêzgirtina Zuhûr Wenîsî û komek nivîskar û afirînerên jin pîrozbahiyek ji bo bîra çandî ya jinên Cezayîrî domiya.  Şev ji bo pênûsa ku şahidiya veguherînên civakê kiriye û di riya hişmendî û afirîneriyê de wekî levegerek bingehîn e, bi dawî bû.