Şîrîn Elemholî: Bîra kollektîf ya jinên berxwedêr - GOTAR
Dema hate girtin, dewletê difikirî ku ew dê di odeyên lêpirsînê de, di nava îşkence û tecrîdê de çok dane. Lê, ew bû dîrok, bû nasname û jiyana jinê ji nû de da vejandin.
NADA MANA
Îro navê Şîrîn Elemhulî, parçeyek a bîra tu caran bêdeng nabe û birîndar a Kurdistanê ye. Ew jinek ciwan di nava gundên hatine ji bîrkirin û çiyayên bi mij derketiye. Keçek a erdnîgariya ku bi dehan sal di nava xizanî, cûdakarî, şer, polîtîkayên ewlehî û tunekirina çandê de dijî, lê belê tu caran teslîm nebûye. Kurdistan ne tenê erdnîgariyeke, welatek ku êş berxwedan ji nifşan ragihandiye nifşane. Cihek ku lorînên dayîkan di nava rondîk bednewariyê de gotin, zarokên keç ku bêyî zaroktiya xwe bijîn fêrî cûdakarî jiyankirinê dibin...
Şîrîn ji nava xakek ku bêhna sirgunê jê tê, çiyayê wê di girtîgehan de hatî bêdengkirin û navê ên ku di dara davrekirinê can dane vedişêren de derket. Li gundên dûr ên Kurdistanê, zarok gelek deman beriya fêrî nivîsînê bibin, nebûna bav, êşa xwişk, bira, xizanî û bi tirsê bijîn fêr dibin. Di erdnîgariyek wiha de, jinbûn ne tenê nasnameyeke, awayek ê têkoşîna bê navbera a li dijî dinyayê ye.
Şîrîn jinek ku xeyalên wê hebû
Şîrîn beriya were girtin, jinek ciwan a têkoşer ku xeyalên wê yên mirovî hebû. Dixwest rojek ku jiyan bike, azad bibe, fêr bibe, bi kene û mirov ji ber xeyalên xwe yên zimanê dayîkê, cil, nasname neyê cezakirin derbas bike. Lê belê li welatek ku siyaset ketiye malên bi axê yê gund de, xeyalên herî sade jî dibû sûc.
Dema hate girtin, dewletê difikirî ku ew dê di odeyên lêpirsînê de, di nava îşkence û tecrîdê de çok dane. Dixwestin jinek ciwan di hundir de parçe bikin. Jinek ku bi zorê Farisî di axivî û ev kêmbûna ziman ji bo hê zêteri tundî lê were kirin dihat bi karanîn... lê belê lêpirsînvan ne dizanî hinek mirov xwedî kokên kûr ên ji tirsê wêdetire. Ruhê Şîrînê ji çiyayên Kurdistanê hêz digirt. Berxwedanek dirêj, sirgun, koça bi zorê û ji dîrokê jiyankirinê...
Di nava îşkenceyê de jî behsa mirovatî, azadî û mafê jiyanê dikir
Li gorî gotinên girtiyên ku ew dîtine, Şîrîn jinek sakîn û li ser lingan bû. Ne dida qêran û xwe wek qehremanekê nîşan nedida, lê belê di bêdengiya wê de tiştek ku mekîneya zextê bê çare dihêla hebû. Di nava îşkenceyê de jî behsa mirovatî, azadî û mafê jiyanê dikir. Di nameyê wê de çokdanîn nîn bû. Tenê rastî hebû. Beriya darvekirinê rastiya girtîgehên ku bi caran şikestî û hewl dayî dengê wê bêdeng bikin...
Ji hucreyên cemidî nivîsand: di şevên ku dengê pêlavên gardiyanan di korîdoran de, dilê girtiyan ji tirsan di cemidî... di kêliyên ku deriyê hucreyê tê girtin û bêdengî ji îşkenceyê hê girantir... ji jinên ku bi saetan li dîwar mêze dikin, hewl didin mirovahî jibîr nekin...Lê belê di heman tarîtiyê de jinên girtî ji hevre helbest dixwend, çîrok di gotin, birînên hev di pêçan û ji bo zimanê dayîka xwe ji bîr nekin firsend ava dikirin.
Ji bo jinên Kurd girtîgeh ne tenê cihek ê girtinê bû, şerê ku bi salan li dijî beden, ziman, nasname û bîra wa didoma bû. Dewlet tenê bi girtina wan re ne sînordar bû, dixwestina deng, ziman û heta bîranên wan ên kolektîf ji bîran bibin. Lê belê tam di wan hucreyan de berxwedan awayek din girt. Jinên ku ji mafê hevdîtin, tedawî, peywendiya malbatê re bê par hatin hiştin, dîsa parvekirina hêviyê bi hevre domandin.
Dewlet hewl da Kurdî tune bike û nasnameya Kurd wek sûc nîşan bide
Jinên Kurd ên di girtîhên rejîma Îranê de, bûn hilgirê bîra kolektîf a gelan. Her yek, parçeyek a cûdakarî, komkujî, koça bi zorê û dîroka înkara çandê dihilgirtin. Dewlet hewl da Kurdî tune bike û nasnameya Kurd wek sûc nîşan bide. Eve ne tenê zexta siyasî bû, polîtîkayek ji bo jêbirina hêdî ya bîra dîrokê bû. Lê belê jinên Kurd destûr neda ev bîr bimire.
Li girtîgehên Sine, Urmiye, Qerçek, Evîn û Kirmanşanê, jinên ku ciwaniya xwe li pişt caxan hiştîn hebû. Jinên ku dikarîn bibin mamoste, xwendekar û an jî dayîkek baş... Lê belê çarenûsa wan girêdayî lêpirsîn, sirgun û bendêmayîna darvekirinan bû. Gelek jê ji tedawiyê bê par hatin hiştin, hevdîtinên malbatê hatin astengkirin û destûr ne dan zimanê dayîka xwe jî bi axivin. Tevî vê jî rûmeta xwe ya mirovî parastin.
Ji Zeyeneb Celaliyan ku bi salan bi nexweşî, sirgun, hucreyên cemidî re serî ne tewandî, heta Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî ku navên wan bûne sembola berxwedana jina Kurd, ji Nêrgiz Mihemedî, Golrokh Îraee, Sepîde Gholian û Şehnaz Taberî hê li girtîgehê û têdikoşin, heta Meryem Ekberî Monfared ku ciwaniya xwe ya 17 salan di esaretê de derbas kirî, Sumiye Reşîdî ku di oxira berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayî... Hemû parçeyên jinên ku di nava îşkence û zexta bi zorê dayîna îtirafkirinê de serî ne tewandîn, destûr nedan ku rastî di nava wan hucreyên tarî de winda bibin.
Li kêleka van navan, bi dehan jinên bê nav hene. Di be ku tu caran nebûn manşet, le belê di bêdengiya girtîgehê de wek çiya sekinîn. Bedelên berxwedanê bi bedenên xwe yên birîndar, bi salên ciwanî yên windakirine û hinek caran bi canê xwe dan. Bûne şahidê zindî yê nifşek ku fêr kirin ku bi îşkence û mirinê bêdeng nabin.
Şîrîn Elemhulî, yek ji rûyên herî ronî yê dîroka berxwedanê
Hinek jê piştî hatin berdan jî ji girtîgehê derneketin. Ji ber girtîgeh di ruhê wan de jiyana xwe domand. Stunên berxwedana bêdeng a dîroka fermî navê ne nivîsandî, lê di bîra gel de bû.
Şîrîn Elemhulî, yek ji rûyên herî ronî yê vê dîroka birîndar bû. Destûr nedan girtîgeh dilê wan tije nefret bike. Di rojên herî tarî de jî hêvî nivîsand. Roja ku zarokên Kurd bê tirs mezin bibin, jin ji bo mafên herî bingehîn û bedelê darvekirinê ne din xeyal dikir. Di nava dîwarên sar ên Evînê de jî, hilgirtina xeyalên azadiyê dom kir. Weke ku hemû Kurdistan di dilê wêde nefes digirt.
Sibeha ku ew û havalên wê hatin darvekirin, esîman weke ku ji her demê zêdetir giran bû. Darên wan ên darvekirinê hatibû amadekirin, navên nû wê li lîsteya yên werin darvekirinê dê hatiban zêdekirin. Ji ya dewletê ve mirin dawiya çîrokê ye. Lê darvekirin ne tenê ceza bû, pêşandana tirsandina civakê, bêdengkirina jinan û tunekirina xeyalên berxwedanê bû. Lê belê dîrokê bi caran nîşan da ku darvekirin hertim bêndegiyê nayne, hinek caran dara darvekirinê navekê bê mirin dike.
Navê Şîrînê dîwarên girtîgehê derbas kir
Di 9’ê Gulana 2010’an de Şîrîn û hevalên xwe Ferzad Kemanger, Alî Heyderiyan, Ferhad Vekilî û Mehdî Îslamî hatin darvekirin. Armanc tirsandina hinek din, fêrkirina bêdengbûna keçên Kurd û tepesandina berxwedanê bû. Lê belê navê Şîrînê dîwarên girtîgehê derbas kir. Li kolanên Kurdistanê geriya û di nivîsên dîwaran de jiyankirin. Di rondikên dayîkên extiyar de dubare bû û piştî salan li qadê ku ‘Jin Jiyan Azadî’ didan ber qêran de ji nûve xudê da.
Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ dewama dîrokî ya dengê jinan ya ku bi salan li girtîgehan nehatî bêdengkirin bû. Kolan beriya ku bi diruşmeyan tije bibe, ew jin di hucreyên tecrîdê de berxwedan jiyan kirin. Şîrîn, Zeyneb, Werîşe, Pexşan û bi yên din, dinya beriya vê diruşmeyê bibihîse, wateya wê di bedenê xwe de nivîsandibûn.
Îro behsa Şîrîn Elemhulî kirin, behskirina nifşek ku di nava gule û girtîgeh de jiyan hilbijartîne. Li pişt caxan jî jinên ku fêr bûne azad dibin... ên ku fêm dikin ku dewlet dikare bedenê wan heps bike, lê belê ew tu deman xeyalên wan darve neke... desthilatên siyasî hertim dizanin ku wê mayîn de bin, bi girtîgeh, çek û darên darvekirinê hikûmkirin, dizanîn ku wê dîrokê jî kontrol bikin. Lê belê pîştî salan, desthilat piranî xwediyên xwe ji bîr dikin, li pişt navên wek Şîrîn dimînin. Keçek a gundî ya destê wê girêdayî, ji lêpirsînerên ku dixwestin wê bişkînin mayîndetir bû.
Di be ku niha di nava çiyayên bi mij ên Kurdistanê de, dayîkek ku cilên zarokên xwe yên hatine darvekirin di sîndoqê de vedişêre. Di be ku jinek ciwan di xwepêşandanekê de wêneyê Şîrînê dihilgire. Heta wê qet nedîtibe jî, his dike ku xeyalên wê yên kêm maye didomîne...
Belku şevan, baya ku di çiyayên Kurdistanê de derbas dibe, navên jin û mêrên hatin darvekirin dihilgirtin. Navên ku dewlet dixwazin ji dîrokê bibin, lê belê veguheriya destanên gelan, nivîsên dîwaran û bîra kolektîf...
Bedenê Şîrîn Elemhulî çû, lê bû parçeyek a rihê hevpar ê jinên Kurd. Hê dengek ku li pişt dîwarên girtîgehê tê bihîstin, biranînek nehatî veşartin û ronahiyek ku di hucreyên herî tarî de nehatî vemirindin...