'Zindana nerm' çîroka jineke Cezayirî ya rastî tundiyê hatiye vedibêje
Çîroka Hafsa Bara ne tenê çîrokek zewacê ye, ew rêwîtiyek dilşikestî di bin navê evîn û xebatê de ye, fam kir ku di 'Zindana nerm' a bi şîdet, manîpulasyon û kontrola psîkolojîk hatiye avakirin de dijî.

NECWA RAHÊM
Cezayîr- Şîdet li ser jinan hem fizîkî, hem psîkolojîk, hem jî aborî ye û yek ji sûcê nefretê ye. Jin nikarin bi hêsanî van kiryaran ji ber tirsa civakê û zêdebûna rêjeyên tundiyê, eşkere bikin.
Jin piştî ku rastî şîdetê tên, zehmet e ku li alîkariyê bigerin, bi taybetî ji ber hestên wan ên bêhêziyê, nebûna kontrolê û nebaweriya ewlehiyê. Lê Hafsa Bara ya Cezayirî bi wêrekî li ser hûrguliyên ku bi salan veşartibû axivî.
Bi navê evîn û xebatê hat xapandin
Di sala 2015'an de Hafsa Bara, xwendekarek li Dibistana Bilind a Hunerên Bedew li Cezayîrê bû, zilamek Kamerûnî re ku hewesa xwe ya ji bo hunerê parve kir, nas kir. Têkiliya wan bihêztir bû, bi zewacê bi dawî bû. Ew difikirî ku ev zewac dê bibe destpêka jiyana bi aram, bi taybetî piştî çêbûna zaroka wan a yekem lê aramiyê pir nedomiya, ji ber ku hevjînê wê dest bi tevger û tevliheviyên xerîb kir. Hafsa Bara her carê bi bêdengiyê bersiv da tundiyê û hewl da malbata xwe biparêze.
Di sala 2017'an de, hevjînê wê ji ber pisporiyên wan ên hevpar pêşniyar kir ku ew şîrketek hilberîn û derhêneriya fîlmê ava bikin. Hafsa Bara ev biryar pejirand ku rêvebirî û rênîşanderî hilda ser xwe. Têkiliyên xwe yên di warê hunerî de bi kar anî da ku serkeftina projeyê misoger bike. Tevî hewldanên wê jî wê hevjînê xwe ber bi pêşiyê ve kişand, bawerî pêşkêşî wî kir û rola wî di qada pîşeyî de bihêz dikir.
Vê carê li hember tundiyê bêdeng nema
Lê bi demê re zext zêde bû. Alozî gihîşt lûtkeyê dema ku xebatkarên jin ên şîrketê ji reftarên mêrê wê gilî kirin, dema ku Hafsa bi wî re rûbirû ma, wê tehdît kir ku dê şîrketê hilweşîne ger ew dest ji destdirêjiya xwe bernede. Bersiv, careke din lêdan bû lê vê carê jî wê biryar da ku li hemberî îstîsmarê bêdeng nemîne. Wê hemû belgeyên xwe yên bijîjkî berhev kirin, birin qereqola polîsan û raporek fermî da.
Ew ji aliyê polîsên ewlehiyê ve hat gazîkirin û bi darê zorê sozek îmze kir ku careke din wê hevjîna xwe aciz neke lê wî ev yek qebûl nekir û bi hêrs ji malê derket, piştî mehekê bi pêşniyareke ecêb vegeriya û ew jî wiha bû; ku derbasî bijîşka derûnî bibin lê ne ji bo wî ji bo Hafsa Bara.
Wî her dem xwe weke mexdûr nîşan dida
Hafsa Bara ji bo parastina zarokên xwe bike ev pêşniyar qebûl kir. Di danişînên terapiyê de, Hafsa matmayî ma û dît ku hevjînê wê hewl dide xwe wekî mexdûr nîşan bide û tevgera xwe weke bertekek li hemberî provokasyonên wê rewa bike. Lê bijîşk bi vê hîleyê nehat xapandin. Piştî çend danişînan, bijîşk wî bi nexweşiya kesayetiya narsîsîst nas kir û ji Hafsa Bara re diyar kir ku ew di derdora xwe de kesek xeternak e, tevî ku jêhatîbûna wî ya mezin a kontrolkirina hestên xwe li ber biyaniyan heye.
Çîroka xwe ya bi şê bi hevberdanê bi dawî kir
Hafsa Bara serlêdana telaqê kir û ji Odeya Bazirganiyê xwest ku şirketa ku wê ava kiriye betal bike. Hevserê wê di piraniya danişînan de beşdar nebû lê doz di berjewendiya wê de hat çareserkirin. Telaq girt, mafên xwe yên aborî ji nû ve bi dest xist û beşa tundiyê ya ku wek evîn û xebatê veşartî bû bi dawî kir.
'Mafê jiyana xwe nedin tu kesê'
Hafsa Bara di peyama xwe ya ji bo hemû jinan de wiha behsa serpêhatiya xwe kir: “Mafê jiyana xwe nedin tu kesê û bêdeng nemînin. Baweriya xwe bi tu kesê neynin, her çendî ku ew di xewna we de weke hevparek jî xuya bikin. Kar azadiya we ya rastîn e. Nehêlin kes karûbarên we yên darayî bimeşîne yan biryarên we kontrol bike. Rêz nayê kirîn û rûmet nayê dayîn, ew tê dizîn."
Hefsa Bara niha li Cezayîrê bi sê zarokên xwe re, li ciheke bi ewle, bi îstîqrar û ji zextên derûnî û fizîkî dûr dijî. Ew gav bi gav vedigere hunera xwe, xebata xwe û pabendbûna xwe bi serxwebûnê ku her dem bûye mertalê wê li hemberî tundiyê girt.