‘Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan hebin’
Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku ev bibe sedsala azadiya jinan û dive jin li maf, çand, hebûn û nasnameya xwe xwedî derkevin xwe biparêzin.sedsal wê

PELÎN NÛPELDA
Qamişlo – Piştî hilweşîna rejîma Baasê di 27`ê Mijdara 2024 an de rêveberiyeke demkî ku ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) cîhadist ve hat avakirin, Sûriye ket qonaxeke, metirsîdar. Geşdanên, ku li Sûriyeyê rû didin û rêveeberiya demkî ya HTŞ’ê ku li Sûriyeyê tu zagon û mafên jinan, gelan û neteweyan, nas nake, Sûriyeyê ber bi kaos û aloziyan ve dibe û rê li ber qirkirina gelan, mezhebî û olî vekir. Bi taybetî bi xeter û metirsiya li ser jinan re, rêjeya tundiyê, bûyerên qetilkirin û her cure kiryarên dijmirovî zêde bûne.
Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo têkildarî rewşa dawî ya Sûriyeyê û pêşketinên heyî, metirsî û xeterên li ser pêşeroja jinan ji ajansa me re axivî.
Rihan Loqo diyar kir ku di encama têkoşîna jinên Kurd de li seranserê Kurdistan û cîhanê jin xwedî, li destkeftiyên xwe û Şoreşa Rojava derketine û parastina xwe û nasnameya xwe kirine û got ku ji dîrokê ve heta roja îro bênavber jinên Kurd li hemberî hişmendiya olperest û netewperest têkoşiyane û berxewdaneke dîrokî, raber kirine. Riha Loqo wiha domand: “Di encama vê têkoşînê de jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî hişmendiya olperest, pergala baviksalar û her cure êrîşên li ser jinan têkoşîn û berxwedaneke mezin dane meşandin. Di encama berxwdanê de şoreşa jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi pêş ket êdî bi vê felsefeya Jin Jiyan Azadî tevahî pêkhateyên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û bi awayekî hevbeş, li hemberî wan hişmendî û planên ku dixwazin di vê sedsalê de jinan qir bikin, têkoşîn dan meşandin. Lewma jî bi vê tekoşînê re roj bi roj destkeftiyên jinan hatin avakirin û xebatên wan di her aliyê de bi pêş ketin.”
‘Têkoşîna hevpar a jinan ji bo Sûriyeya demokratîk e’
Rihan Loqo bal kişand ser têkoşîna ku bi pêşengiya jin û ciwanan 12 sal in li Sûriyeyê li hemberî hişmendiya rejîma Baasê hatiye meşandin û bi hilweşandina rejîma Baasê re Sûriye, ketiye qonaxeke nû, wiha pêde çû: “ Di nava wê qonaxa nû de em ê bi têkoşîna ku bidin, meşandin, çawa bikaribin di destura nû de cih bigrin? Di encama vê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me gelek komxebat, konferansên jinan, şêwra jinan, li dar xistin û heta asteke baş nêrîn û daxwazên jinan hatin nîqaşkirin, bi raya giştî û cîhanê re hatin parvekirin. Ji bo vê jî têkoşîna hevpar a jinan ji bo Sûriyeya demokratîke, di kîjan astê de ye ji bo parastina çand û nasnameya jinên Kurd jî di heman aste de, têkoşîn û hewldan berdewam dikin. Di encamê de li Sûriyeyê gelek xebat hatin meşandin, biryar hatin girtin û em li ser wan kar û xebatan dikin. Ev ji bo tevahî gelên Sûriyeyê ye. Daxwazên me ew bûn ku em Sûriyeya rengîn, çandî, demokratîk ne navendî pirzimanî ava -bikin.”
‘Di Sûriyeya nû de divê nûnertiya jinan hebe’
Rihan Loqo da zanîn ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de maf û nasnameya jinan were parastin û wiha got: “Di Sûriyeya nû de divê hebûn û nûnertiya jinan hebe ne weke ziman, an jî pir hejmar em weke hebûn dixwazin jin di vê komîteyê de hebin. Di destûra Sûriyeyê ya nû de divê mafên jinan û hebûna wan were, misogerkirin. Di wan aliyan de ji konferansên ku me li dar xistin gelek encamên xurt derketin hole. Guhertinên mezin ên piştî banga “Civaka Aştî û Demokratîk” ku Rêber Apo, kir derketin hole, ne tenê Kurdistan, Rohilata Navîn û cîhan bi giştî ket qonaxeke nû. Piştî banga Rêber Apo guhertinên gelek girîng û watedar hatin kirin. Wê bangê bandorek mezin, bi taybetî li Sûriye û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser jinan û hebûna wan çêkir.”
‘Dê jinên Kurd pêşengiyê bikin’
Rîhan Loqo tekildarî encamên konferansa jînên Kurd jî wiha got: “Di konferansê de weke jinên Kurd prensîbên ku em dipejirînin, bi beşdariya 300 delegeyan nîqaş li ser wan hatin meşandin. Li ser asta Sûriyeyê beşdariya jinan çêbû, nerîneke hevpar derket hole. Weke jin me li ser xebat û têkoşînan jinan, sîstema xwerêvebirina jinan, parastina hebûna wan nîqaş, meşandin. Kongreya neteweyî ku di 18’ê mehê de wê bê lidarxistin jî helwesta hevpar a, jinên Kurd wê yêk be. Em jinên Kurd li Rojava bi helwest, nêrîn û tevlîbûna jinan dixwazin bibin pêşengên lidarxistina Kongreya Neteweyî.”
‘Platforma Jinan wê hemû kar û xebatên jinan bişopîne’
Rihan Loqo da zanîn ku konferansa jinên Kurd li dar xistin, bandorek mezin çêkiriye û komîteyê li ser navê tevahî Kurdistanê li Silêmaniyê civînek li dar xistiye, di civînê de li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk hatiye nîqaşkirin û wiha anî ziman: “Rewşa jinan di pêvajoya derbasbûyî de û niha, asta têkoşîn û berxwedana jinan, xebatên wan heya kîjan astê hatine meşandin li ser van hemû mijaran nîqaş hatin kirin. Weke jin xeterên li ser hebûn û destkeftiyên jinan li her çar perçeyên Kurdistanê hatin nirxandin. Platformeke hevpar a jinên Kurdistanê hat avakirin û ev platform, ji bo rewşa giştî ya xebatên jinan, helwest û rexistinbûna wan hat avakirin. Platform wê hemû kar û xebatên jinan, li Kurdistanê tên meşandin bişopîne.”
‘Dê jin nasnameya xwe biparêzin’
Rihan Loqo herî dawî diyar kir ku divê rêxistinbûna jinan, xurtir bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em jin ji bo hebûn û nasnameya xwe biparêzin em ê têkoşîneke hevpar a xurt bidin meşandin, ji bo doza azadiya jinan bi sekneke zanistî em ê xwe rexistin bikin.”