Zilma Hûsiyan li ser jinan didome: Şaxa Yekîtiya Jinên Yemenê girtin
Milîsên Hûsiyan, li navçeya El-Meşanna ya Ibbê êrîşî şaxa Yekîtiya Jinên Yemenê kirin, bi dehan stajyer ji avahiyê derxistin û avahiyê girtin.
Navenda Nûçeyan- Hûsî, li Yemenê rasterast saziyên jinan hedef digirin. Girtina saziyan û ji kar derxistina karmendên jin, mîna binpêkirinên cidî yên mafên jinan û desteserkirina azadiyên wan tê hesibandin.
Îro kesên girêdayî hêzên Hûsiyan, êrîşî avahiya şaxa Yekîtiya Jinên Yemenê ya li navçeya El-Meşanna ya bajarê Îbbê kirin. Milîsan avahî girtin û bi dehan stajyerên jin bi darê zorê ji hundir derxistin.
Li gorî çavkaniyan, Hûsiyan bi komên jinan ên bi navê "Zeynabiyat" ketin avahiyê, kilîta kevin a li ser derî şikandin û li şûna wê kilîtek din danîn. Di dema êrîşê de 63 jinên ku perwerdehiya hunerên destan û jêhatîbûnên pîşeyî girtine, ji avahiyê hatin derxistin.
Ev êrîş, êrîşa duyemîn a Hûsiyan a li dijî Yekîtiya Jinên Yemenê ye û tê gotin ku tu otoriteyek ku van binpêkirinan asteng bike an jî rawestîne, tuneye.