Zeynep Kinaci li gundê Duhla ya Şengalê hat bibîranîn

Di salvegera şehadeta xwe de Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan li gundê Duhla yê girêdayî navçeya Sinûnê ya Şengalê hat bibîranîn.

Şengal- Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan di 28’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedaî de  e li gundê Duhla yê girêdayî navçeya Sinûnê ya Şengalê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve li Meclisa Gel pêk hat û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftinek ji aliyê berdevka tevgera azadiya jinên Êzidî Riham Hico ve hate xwendin û sînevîzyon di derbarê şoreşger Zîlan de hat temaşekirin.

‘Em soz didin ku azadiya jin bidest bixin’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîham Hico di axaftina xwe de wiha got: “ Kombûna me di şexsê Şehîd Zîlan de ji bo bîranîna şehîdên meha Hezîranê ye. Îroj xwedî derketina li şehîdan, tê wateya xwedî li nasname, hebûn û çanda xwe derketine. Îroj em li Şengalê berxwedanî û tekoşînekî dikin, hêz û rêxistina me heye, ev hemû bi saya nexşeriya ku şehîd Zîlan ji mere daniye ye. Kesayeta şehîd Zîlan me ji nêzde nas nedikir. Ew li bakurê Kurdistanê û li cihekî ku her dem zexta dijmin tê de hebû jidayik bûye. Her dem li wir dijminan ew ax birêve dibir. Li ser wê axê kesekî doza mafê xwe kiriba, maf bidest nedixist. Di şexsê şehîd Zîlan de em şehîdên Şengalê jî bibîrtînin.”

‘Çalakiyekî pîroz û bi wate ye’

Endama Meclisa Jin ya Xanesorê Şêrîn Şengalî ji ajansa mere axivî û da zanîn ku ew li ser xeta Zîlanê wê tekoşîna xwe mazin bikin û wiha got: “Wek jinên Êzidî destpêkê di şexsê heval Zîlan de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Şehid Zilan çalakiyek û berxwedaniyekî mezin û serbilind kir. Em jî weke jinên Êzidî li ser şopa şehîd Zîlan xwe birêxistin dikin û hêza xwe ji şehîd Zîlan û hemû şehîdan digrin.”

Endama Meclisa gundê Guhbel Nisrîn Dexîl jî derbarê bîranînê de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Kombûna me ji bo bîranîna şehîd Zîlan bû. Şehîd Zîlan bindestî û koletî qebûl nekir û li hember zilmê serî rakir. Bi sekin û çalakiya xwe riya jinê vekir. Em bejna xwe li hember wê ditewînin û şehîdên fermana 74‘an û hemû şehîdan bi bîr tînin.”