Zeyneb Mûrad: Jin û aştî ji hev cuda nabin

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad got ku jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikaribûne ji bo hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê bibin hêviyeke mezin.”

HÊRO ELÎ

Silêmanî – Di sala 2000’an de cara yekem Encumena Asayîşa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara 1325’an erê kir ku têkilî bi jin, aştî û asayîşê ve heye. Jinên cîhanê jî di pêvajoyên aştiyê de ne tenê wek alîkar, wek bingehên çareseriya pêşerojê ne, di şeran de herî zêde jin bandor dibin. Lê belê di heman demê de di hêzên asayîşê de jî jin hene her wiha ji ber ew krîzên ku ji ber şeran çêdibe, jin hem xwe hem jî malbata xwe li ser lingan digrin. Di heman demê de di pêvajoyên aştiyê de di pêşxistina dadperweriya civakê û wekheviya zayendî û demokratîk de xwedî rol û hêza sereke ne.

‘Civakek jin têde ne azad be nikare azad bibe’

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad behsa rewşa jinan Rojhilata Navîn kir û wiha got: “Mijara tundiya li dijî jinan dîrokek wê ya dirêj heye. Tundî êdî wek rêbazek siyasî li beramberî jinê tê bikaranîn. Êdî desthilatdariyên dinyayê ji bo kar li ser civakê bikin, ji jinan dest pê dikin. Ji ber em hemû dizanin civakek ku jin tê de ne azad be nikare azad bibe. Ji ber wê ew siyaset li hemberî jinan tê bikaranîn, da ku jin ji cewherê xwe dûr bikevin. Em dibînin Rojhilata Navîn landika şaristaniyê ye û  rolek pîroz a jinan hebûye. Lê belê mixabin di roja îro de ji ber wê siyasetê li gelek herêman jin weke amûr tên dîtin. Di van demên dawî de şer û alozî li hemû cihan heye û di asta Rojhilata Navîn û seranserî dinyayê de êdî gihîştiye wê qonaxê ku jin bibin qurbaniyên sereke yên şer û aloziyan. Jinên Kurd di roja îro de û di vê qonaxê de û di 50 salên borî de dikaribûn li ser esasê mîrasa têkoşîna nasnameyeke nû ji bo tevahî jinên azadîxwaz ên dinyayê bimeşin.”

‘Jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikaribûn ji bo hemû jinên cîhanê bibin hêviyek mezin’

Zeyneb Mûrad diyar kir ku jinên Kurd di roja Îro de bi felsefeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ bi nasnameya nû dikaribûne ji bo hemû jinên azadîxwaz ên dinyayê bibin hêviyeke mezin û wiha got: “Me dît di destpêkê de li Rojhilatê Kurdistanê çawa şoreşek mezin çêbû, ew şoreş şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ye ku bû hêviyek ji bo hemû jinên Îranê û pêkhateyên din. Her wiha li Rojhilatê Kurdistan şoreş şoreşa jinan bû. Şoreş di nava şoreşê de bû, wê şoreşê bandor li ser hemû pêkhateyên din ên herêmê kir. Ew berxwedana mezin ku jinên Kurd raber kirin ji bo şikandina zihniyeta DAIŞ’ê, bingeha civakek nû bû. Vê yekê jî di nava xwe de guheherînek mezin di wê civakê de ava kir. Ji ber wê jinên Kurd di roj

a îro de di hemû qadên têkoşînê de cih digrin. Di aliyê leşkerî ji bo parastina xak, niştiman, gel û ji bo parastina nirx û mirovahiyê di çeperên pêş ên şer de cih digrin. Di heman demê de jin di nava rêveberiyê de cih digrin da ku di nava civakek demokratîk de her kes bikarine bijî. Her wiha di nava siyasetê de jinên Kurd îro pêşeng in. Ji ber wê dikarim bibêjim niha pêwistiya me bi aştiyê heye. Aştiyek bi hemû awayî, di pêvajoya aştiyê de dîsa jin xwedî rola gelek mezin in û divê hebe. Ji ber ku dizanin ew şer û alozî zêdetir li ser asta hedefgirtina jinan didome.”

‘Ger em bixwazin aştiyek mayînde hebe divê civak demokratîk bibe’

Zeyneb Mûrad di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin di roja îro de guherînek gelek mezin di warê pirsgirêka Kurd de heye. Ew jî piştî banga dîrokî ya rêzdar ‘Abdullah Oalan’ a di 27’ê Sibatê de, ji bo çareseriya aştiyane û civaka demokratîk e. Ger em aştiyek mayînde bixwazin divê civak demokratîk bibe. Civak jî bê jin demokratîk nabe. Bingeha sereke ya demokratîkkirina civakê jin in di vê demê de jinên Kurd gavek gelek mezin avêtine, niha jî ev pêngav mezintir dibe. Niha ger em gihîştibin vê derê bi saya têkoşîna fedayane ya gelek mezin a jinan e. Çi li çeperên şer, çi di nava siyasetê de, di hemû qadan de jinan canê xwe feda kirine. Ji ber wê erk û berpirsyariyek gelek mezin dikeve ser milên me da ku em bikaribin vê qonaxê ber bi serkeftinê ve bibin. Ji ber destkeftiyên me mezin in û destkeftiyên jinên Kurd jî gelek mezin in divê em bikaribin li ser esasê van destkeftiyan gavên mezin biavêjin.”

‘Jin û aştî du mijarên ji hev nayên cudakirin e’

Zeyneb Mûrad da zanîn ku jin û aştî du mijarên ji hev neyê cudakirin e û wiha got: “Ji ber ew şer û aloziyên ku em behs dikin zêdetir li ser jinan tê encamdan. Her şerê ku li ser asta cîhanê rû dide jin tê de tên hedefgirtin. Bêguman ger aştî çêbibe, li her cihê dinyayê jin zêdetir sûdmend dibin. Ji ber wê her rola ku ji bo serxistina aştiyê hebe, ji bo serxistina hemû civakê ye. Ji ber wê dibêjim têkiliyek gelek mezin di navbera jin û aştî de heye û jin zêdetir aştîxwaz in û zêdetir ew dixwazin aştiyek bi her awayî û mayînde di nava civakê de hebe. Çareserkirina pirsa Kurd bi awayek aştiyane destkeftiyeke ne tenê ji bo Kurd, ji bo hemû ew gelên din ên  li gel me dijîn û ji bo hemû Rojhilata Navîn pêwîste. Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Ji ber wê em dibînin çareserkirina her pirsa bi riya şer û qetilkirinê qet çareseriyekê bi dest naxwe. Dewleta Tirk jî bi heman rê û rêbazê nekarî Kurdan tune bike. Her wiha nekarî ew aramnca ku heye ya tunekirina Kurdan bi dest bixwe. Ji ber wê niha neçare guh bide banga aştiyê û gav ji bo aştiyê biavêje. Ji ber ji derveyî aştiyê tu çareseriyek din nikare ji her aliyekê re sûdmend be.”

‘Banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan deriyê çareseriya hemû pirsgirêkan vekir’

Zeyneb Mûrad bal kişand ser Kongreya 12’emîn a PKK’ê û wiha got: “Ew biryara ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve di Kongreya 12’emîn de hat dayîn li ser banga dîrokî ya rêzdar Abdullah Ocalan dest pê kir. Ev jî nîşan dide ku çiqas tevgerek mezin e dikare biryarên mezin bide û ji bo aştiyê li gorî pêvajoyê tevbigere. Mijara çareseriya pirsgirêka Kurd êdî gihîştiye qonaxeke nû divê gav bên avêtin.”

Zeyneb Mûrad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Banga dîrokî ya rêzdar Abdullah Ocalan, wisa kir ku derî ji bo hemû çareseriyan vebe. Di vê demê de piştî vê pêngava mezin divê em weke gel û aliyên siyasî û jin, piştevaniya vê pêngavê bikin û ber bi serkeftinê ve bibin. Pêngavek dîrokî ye, ji bo çareserî û aştiyeke mayînde ji bo Kurd, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn. Ji ber wê dibêjim, ji bo çareseriya aştiyane divê derî ji bo çareseriya hemû krîzên ku li Rojhilata Navîn vebe. Wek şerê Filistîn, Îsraîl, Lubnan, Sûriye nizanin wê di pêşerojê de çi li Îranê rû bide her wiha Iraq jî bi heman awayî. Ji ber wê divê em xwe ji qonaxek nû re amade bikin û bikaribin vê qonaxê ber bi serkeftinê ve bibin.”