Zextên rêjîma Îranê ya li dijî Kurd û Belûcan ketiye rojeva NY de
Pisporên Neteweyên Yekbûyî xwestin ku Îran dawî li girtinên keyfî, îşkence û darvekirinên ku gelên Kurd û Belûç hedef digirin bîne. Her wiha bal kişandin ser zêdebûna binpêkirinên giran ên mafên mirovan.
Navenda Nûçeyan – Pisporên Neteweyên Yekbûyî, bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê dikin ku zextên xwe yên li ser gelê Kurd û Belûc bi dawî bikin.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî, îro bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê kirin û daxwaz kirin ku dawî li zêdebûna girtinên keyfî, windakirinên bi darê zorê, îşkence, muameleya xerab û darvekirinên keyfî yên gel û bi taybetî jî gelê Kurd û Belûç hedef digrin, bîne.
Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îranê Maî Sato, rapor li ser malpera xwe weşand. Rapora di hate weşandin de wiha hate gotin: "Ez û pisporên din bang li rayedarên Îranê dikin ku dawî li girtinên keyfî, windakirinên bi darê zorê, îşkence û darvekirinên ku civakên Kurd û Belûç pê re rû bi rû dimînin, bînin."
Pisporên NY’ê tekez kirin ku mafê gelên cuda heye ku "bi ewlehî, bi rûmet û bê cudakarî" bijîn. Destnîşan kir ku piştî xwepêşandanên ku di Kanûna 2025’an de li Îranê destpêkirin, bi hezaran kes hatine girtin û bûyerên îşkenceyê, îtîrafên bi darê zorê û windakirinên bi darê zorê zêde bûn. Pisporan, diyar kirin ku di şeş mehên ewil ên 2026’an de herî kêm 24 Belûç û 22 welatiyên Kurd hatine darvekirin û gelek kesên din ên ku Pexşan Ezîzî û Werîşe Moradî jî di nav de bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku sûcên wekî "sîxurtî", "şer", "berhevdaniya li ser rûye erdê" û "serhildan" bi taybetî li dijî hemwelatiyên Kurd wekî amûrên tepeserkirinê tên bikar anîn.
Pisporên NY’ê, fikarên xwe yên der barê rewşa 5 girtiyên Kurd û Belûç ên ku di dozên têkildarî îşkence û îtîrafên bi darê zorê de bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne de, anîn ziman. Pisporan, balkişandin ku zextên li ser Kurdên Sunnî, Yaresan û komên din ên etnîkî, zêde bûne û di hinek bûyerên binçavkirinê de girtiyên di bin temenê 18 salî de jî hene.
Di raporê de hate diyar kirin ku zextên li ser çalakvanên Kurd ên li derveyî Îranê zêdebûne, milkên bi sedan Îraniyên ku li derveyî welat dijîn tên desteserkirin û derbarê 37 çalakvanên Kurd û rêveberan de biryara girtin û daxwazên radestkirinê hatiye derxistin.
Pisporên NY’ê, ji Îranê re erkên wî yên di çarçoveya qanûna navneteweyî de bi bîr xist û tekez kirin ku îşkence, windakirinên bi darê zorê û binpêkirinên keyfî yên mafê jiyanê qedexe ne û divê prensîbên darizandina adilane, azadî, ewlehiya kesane, wekhevî û ne-cudakariyê werin parastin. Pisporan, ragihandin ew ê van mijaran bi rêya diyalogê bi rayedarên Îranê re bidomînin.