‘Zextên baviksalariyê li pêşiya jinên rojnameger dibin astengî’

Yekem rojnamegera Raperînê Hebîbe Babab, got ku tevî li herêmê di medyayê de hejmara jinan zêde ye jî zoriyên aborî, zextên baviksalar û kêmbûna yekîtiyê, li pêşiya jinên rojnameger dibin astengî.

Raperîn – Bi serdema teknolojiyê û guherînên bi lez ên di rewşa xebatan re, her çendî li Herêma Federal a Kurdistanê li Raperînê di medyayê de hejmara jinan zêde be jî hebûna astengiyên civakî, mercên aborî û kêmbûna yekîtiya jinan dibin sedema zoriyên mezin.

Yekem rojnamegera herêma Raperînê û pêşkêşvan Hebîbe Babab, di sala 1994’an de dest bi rojnamegeriyê kiriye. Li Navenda Radyoyê ya Hejmar Heşt a li Raperînê 13 salan di beşên edîtorî û rêveberiyê de xebitî. Dû re heşt salan li ser jinên gundan bernameyan amade kir û pêşkêş kir û supervîzoriya radyoyê kir. Hebîbe Babab, niha  jî parêzeriyê dike.

‘Meşandina gelek karan bi hev re dibe sedem ku mirov di karek de pispor nebe’

Hebîbe Babab diyar kir ku li gorî salên borî, li herêma Raperînê di qada medyayê de hejmara jinan zêde bûye û got: “Berê rola jinan tenê bi spîkeriyê sînordar bû, niha bi vebûna gelek kanalên serbixwe û yên partiyan re jin êdî ji afirandina bernameyên hunerî heta kameramaniyê, di hemû qada medyayê de peywirê dikin.”

Li gorî Hebîbe Babab, riya serkeftina di vê qadê de ji pisporiyê derbas dibe û wiha didomîne: “Xebatkarên medyayê yên ku dixwazin peywirên rojnamegerî, pêşkêşvanî û di qadên weke teknîkê de hemû karan bikin, di warê dem û enerjiyê de astengî derdikevin peşiya wan û ev rewş dibe sedem ku di qadek de pispor nebin. Li cihê vê, dema ku mirov li ser qadeke diyarkirî kûr dibe, di warê perwerdeya xweser û nûbûnê de zêdetir derfet çêdibin.”

‘Rojnamegerî bi taybetî jî nûçegihaniya li derve cesaretê dixwaze û karekî bi xeter e’

Hebîbe Babab der barê rojnamegerên jin de nirxandin kir û wiha got: “Rojnamegerî, bi taybetî jî nûçegihaniya li derve, cesaretê dixwaze û karekî bi xeter e. Mixabin çanda baviksalar, zexta malbatê û mudaxeleya hevjînan, dibe sedem ku gelek jin neçar bimînin dest ji vî karê berdin. Ger em werin ser rola saziyên civakî û saziyên têkildar, ez dibînim ku di salên dawî de xebatên wan pir qels in. Nikarin desteka tam bidin jinan û pirsgirêkên fînansî hê jî li peşiya jinan yek ji astengiyên herî mezin in. Her wiha dixwazim li ser kêmasiya di yekîtiya jinên rojnameger de jî bisekinim. Sedema kêmbûna yekîtiyê endamtiyên wan ên partiyan û xebatên ji bo berjewendiyên şexsî ne. Ev rewş dibe sedem ku jin negihîjin heman armancan û dengê wan bi hev re dernekeve.”