Meclîsa Malbatên Şehîdan: Bila AVA Tv lêborînê bixwaze
Meclîsa Malbatên Şehîdan sansurkirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di AVA Tv de şermezar kir û got: “Em daxwaz ji kanalê dikin ku bi rengekî fermî û zelal lêborîna xwe ji gelê Kurd û bi taybetî ji malbatên şehîdan bixwaze.”
Hesekê – Meclîsa Malbatên Şehîdan, têkildarî sansurkirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di bernameyeke televîzyona AVA Tv de, li avahiya saziyê ya li bajarê Hesekê daxuyanî da. Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan Xilûd Salih ku daxuyaniyê xwend.
‘Li gor me ev êrîşeke eşkere ye li ser sembolên neteweyî ye’
Xilûd Salih, bi bîr xist ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye sansurkirin û wiha got: “Di dema ku zarokên me bi xwîna xwe ya pak destanên herî mezin ên lehengî û fedaîtiyê ji bo parastina rûmet û hebûnê dinvîsin û di demekê ku em herî zêde hewceyî yekrêziyê û yekxistina gotara neteweyî ne de, kanala AVA TV ku ji Başûrê Kurdistanê weşanê dike, bi tevgereke neyînî rûyê Rêber û îkona navneteweyî Abdullah Ocalan di dema weşanê de girt. Em wek Meclîsa Malbatên Şehîdan, vê kiryarê ne tenê wekî xeletiyeke ragihandinê dibînin û dinirxînin. Li gor me ev êrîşeke eşkere ye li ser sembolên neteweyî û têkoşerên ku nûnertiya daxwazên bi milyonan mirovî dikin. Sivkatiyeke rasterast bi keda şehîdên ku li ser xet û fikrê Rêber Ocalan ji bo azadiya ax û mirovahiyê canê xwe dane. Beşdarbûneke gumanbar e di polîtîkayên înkarê de yên ku hêzên dijminê gelê Kurd bi mebesta tinekirina nasname û şikandina vîna wî dimeşînin.”
‘Ev kanal ne di xizmeta berjewendiyên neteweyî de ye’
Xilûd Salih diyar kir ku hewldana veşartina wêneyê Abdullah Ocalan, hewldaneke ji bo têkbirina bîra kolektîf a Kurdî bêçare ye û wiha domand: “Ev yek bi zelalî nîşan dide ku ev kanal ne di xizmeta berjewendiyên neteweyî de ye, lê belê hewl dide fitneyê biçîne û bibe amûrê daxwazên dagirkeran. Yê ku îdîa bike nûnerê dengê Kurdî ye, pişta xwe nade kesê ku temenê xwe li zîndanê ji bo azadiya gelê xwe derbas kiriye.”
‘Bila lêborîna xwe ji gelê Kurd û bi taybetî ji malbatên şehîdan bixwaze’
Xilûd Salih da zanîn ku li ser vê bingehê, Meclîsa Malbatên Şehîdan bi tundî vê helwesta nemirovî û neehlaqî ya rêveberiya kanala AVA TV’yê şermezar dike û wiha got: “Em daxwaz ji kanalê dikin ku bi rengekî fermî û zelal lêborîna xwe ji gelê Kurd û bi taybetî ji malbatên şehîdan bixwaze. Em bang li hemû saziyên ragihandinê yên Kurdî dikin ku pabendî nirxên neteweyî bin û di vê qonaxa hestiyar de li gorî berpirsyariya dîrokî tevbigerin. Rêber Abdullah Ocalan dê her dem wekî meşaleya azadiyê ya ku qet venamire bimîne û wêneya wî dê di dil û mejiyê me de nexşandî be. Tu hewildanên tarîkirinê, nikarin roja rastiyê veşêrin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.