Zelal Hêvî li Şengalê hat bibîr anîn

Zelal Hêvî ya di 9’ê Cotmehê de bi êrişa dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da li Şengalê ku bi salan lê ked da hat bibîr anîn.

Şengal – Zelal Hêvî (Fîdan Fatê) di 9'ê Cotmehê de di êrişa balefirên bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk de tevî du hevalên xwe Mezlûm Antep û Alaf Murad li Şehbayê jiyana xwe ji dest dan. Zelal Hêvî piştî fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bir ser Şengalê berê xwe dabû Şengalê û ji bo azadiya civaka Êzidî 7 salan têkoşînekê mezin dabû. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi merasîmekê Zelal Hêvî bibîr anîn.

Çalakiya bîranînê li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya Şengalê hat lidarxistin. Piştî yek deqe rêzgirtinê endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Pakîz Celal axivî.

Pakîz Celal wiha got: “Hemû miletê Şengal heval Zelal nas dikir. Hemû jin li ser riya wê bûn, her kesî ew nas dikir û jê hez dikir. Jin perwerde dikirin. Min ew li serdeşta Şengalê naskir. Kêfa wê gelekî ji civaka Êzidî re dihat. Her kesekî ku çeka şeref û namûsê rakir, şehadeta pîroz para wî ye. Serê malbatê û hemû dost û hevalên wê saxbe. Serkeftin ya miletê azadîxwaz e.”

‘Em keda wê jibîr nakin’

Paşê endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Em keda ku şehîd Zelal di Şengal de daye jibîr nakin. Em çi jî bikin em nikarin keda wê jibîr bikin. di şerê efrînê de em bihevre çûn Efrînê û em bihevre hatin. Got pêwistiya şengal û civaka Êzidî bi min heye ji bo wê jî bi me re dîsa hat Şengalê. Erdoganê ku dûrî miroviyê bi êrîşên xwe yên hewayî heval Zelal şehîd xist. Kesên ku di riya heqîqetê, mafê mirovan û insaniyetê de şer kirine û şehîd bûne, ew mirovên herî serbilind û binirxin. Li ser navê TAJÊ em sersaxiyê ji malbata Şehîd Zelal re dixwazin. Wê bi sedan kes soza xwe bidin ji bo riya şehîd Zelal dewam bikin.”

‘Li Şengalê kedek mezin da’

Hevseroka Meclisa Gel ya Şengalê Emşê Korkorkî jî wiha got: “Şehîd Zelal keça Şengalê ye. Kar û xebat li Şengal meşandiye û kedek mezin daye. Jin, zarok û civaka Şengalê perwerde kir û li hemûyan xwedî derket. Divê em jî li Şehîd Zelal xwedî derkevin. 7 salan li Şengal kar kir, bi zarok û bi temen mezinan re kar kir û pirsgirêk hemû çareser dikir. Aştî ji civakê re dixwest, kedek mezin di şengal de da. Li esîran xwedî derdiket, li keç û jinên Êzidî xwedî derdiket.”

Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.