Zêdetirî 600 girtiyên siyasî ji bo girtîgeha Evînê hatin veguhestin

Zêdetirî 600 girtiyên siyasî yên li Zindana Mezin a Tehranê ji bo Zindana Êvînê hatin veguhestin.

Navenda Nûçeyan  Zêdetirî 600 girtiyên siyasî yên li Zindana Mezin a Tehranê ji bo Zindana Evînê hatin veguhastin. Piraniya girtiyan piştî bombebarana Îsraîlê ya li ser Zindana Evînê anîn Zindana Mezin a Tehranê.

Girtiyên îro sibê saet 4:00’an de ji bo Girtîgeha Evînê hatin veguhastin. Malbatên wan ji vê yekê nehatine agahdarkirin.

Her çend nûjenkirina Zindana Evînê hîn neqediyabe jî, parêzvanên mafên mirovan û çavdêrên ku van veguhestinan nirxandine, wan wekî hîleyek siyasî bi nav kirin û diyar kirin ku ew jiyana girtiyên siyasî dixin xetereyê.