Sîdar Masûm Xelef: Ji poleyên dibistanê heya rêveberiya ewlekariya hundirîn
Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Sîdar Masûm serpêhatiya xwe ya di Şoreşa Rojava û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de vedibêje, balê dikişîne ser parastina mafên jinan û dibêje divê jin di pêvajoya nû ya Sûriyeyê de xwedî biryar bin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Rojava ne tenê parçeyê herî biçûk ji Kurdistana mezin a ku hatiye parçekirin e. Cihekî ku lê şervanên ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê ji bo axa wê ya pîroz xwîn rijandin e û şahidî ji hevrêtiyek rast bi şervanên enternasyonalîst re kirî, hêja ye ku were hezkirin û parastin.
Şoreşa ku ji 19’ê Tîrmeha 2012’an ve li Kobanê dest pê kir, di oxira wê de bi deh hezaran şoreşger gihan asta şehadetê û tevli karwanên nemiran bûn. Hêja ye ku em bal bikşînin ser şervan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên ku di parastina wê de rolên sereke lîstin e. Yên ku ev şoreş destpê kirin dibe beşek mezin gihane asta şehadetê lê em jibîr nekin yên ku li pey wan hatin û ev rê ji bo ku qut nebe, dewam kirin hebûn û hê jî hene.
Sîdar Masûm Xelef, bi xwe Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin e. Di sala 2016’an de kesayeta xwişka wê Berfîn ku di salên dawî de giha asta şehadetê bandor lê dike, xwendinê di refa 9’an de radiwestîne û paşê beşdarî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe.
Sîdar bihara ciwantiya xwe di nava şoreşek zehmet re derbas kir û kêlî bi kêlî pê re mezin bû, di nav ezmûnên pir bi êş û kêfxweş re derbas bû. Di operasyonên li dijî DAIŞ’ê de li Reqa û Dêrazorê û heta Kampa Holê, di parastina jinan û rizgarkirina wan jî xwedî rol bû.
Sîdar şahidî ji gelek pêvajoyên Şoreşa Rojava re kiriye û niha jî di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û Şamê de, tê entegre kirin re jî dike.
Sîdar ji nûçegihana ajansa me re behsa çîroka xwe ya beşdarbûnê û gelek hûrguliyan kir.
Jiyana mal û şoreşgertî şerê di navbera du mejî û hişmendiyan de ye
Sîdar got ku di dema ku şoreş li Rojava destpê kiribû hîn dibistana xwe dixwend û wiha dest pê kir: “Piştî dîtina xizmên min û hevalên min ji beşdarbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hezkirinek min jî jê re çêbû ku bibim parçeyek ji vê hêzê. Ji bilî xwendinê û mal me ti jiyanek din nedidît û hîs nedikir. Bi bûyîna parçeyek ji vê şoreşê re êdî min dizanî ku ez çima dijîm û min fêm kir ku ez çawa xwe binasim. Bê guman jiyana mal û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin pir cûda ye, mîna şerê di navbera du hişmendî, mejî û du çandan de ye. Wekî jin çawa xwe biparêze, dîroka xwe binase û nasnameya xwe bi dest bixe me ev hemû jî bi şoreşê re nas kirin.”
Mantiqî nîn bû ku kesek ji derve were gelê Rojava biparêze û ciwanên wê yê wêrek hene!
Sîdar jî wekî gelek şervanan li dijî DAIŞ’ê û gelek operasyonan de cih girtiye û wiha qala şerê li dijî terorê dike: “Bi êrîşên li ser Rojava re em neçar bûn çek hilgirin û ji bo parastina wê mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin. Kesek ku ji derve bihata me biparasta nebû û ne mentiqî bû ku wekî ciwanên vî gelî li benda kesên derve bimînin, ku werin me biparêzin. Me sozek dabû, bi hilgirtina çekê re me gelê xwe yê ku em ji nav wan derketine, parast û me bi xwe, xwe birêve bir. Li dijî terora DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk jî me li ber xwe da û beşdarî gelek operasyonên sepandina ewlehiyê, bûn.”
Jinên Kurd wek jinên Ereb ji xwe re jiyana bindestiyê û kirasê koletiyê nepejirand
Sîdar da xuya kirin ku ji nav jiyana mal û pirtûkan ketina nava jiyana leşkertiyê zehmetiyên wê hebûn û wiha pêl da gotina xwe: “Bi carekê re tu xwe bibînî ku tu ji mal û ji nav pirtûkan derketî û çek hilgirt pê re barê parastin û ewlekariya gelekî hilgirtiye, ne hêsan bû. Zehmetiyên wê hene lê tecrûbeyên gelek bi nirx bûn ku me di nav de dikarîbû kesayeta xwe ava bikin. Ger 14 salan ciwanên Rojava ev ax neparastibana wê gelê Kurd îro li vir nejiya, ji ber ku dijminên Kurdan pir zêde ne. Em jinên Kurd jî wekî jinên Ereb yên li Reqa û Dêrazorê ji xwe re jiyana bindestiyê ku dixwestin me bixin nav de û kirasê koletiyê li bedena me bikin, nepejirand. Ferqa çandên me yê dîrokî yê Kurd û Ereban jî xwe datîne holê. Ji bo ku hêzek an komek terorê ji derve neyê kirasê koletiyê li me neke û me birêve nebe, me şer kir û rêveberiya xwe ava kir.”
Sdîar da zanîn ku jinên Kurd ji xwe re tenê jiyana mal por berdan û çûn û hatin têr nedîtin û li pey naskirina jinbûna xwe beziyan û rêya têkoşînê hilbijartin û ketin pey xwendina dîrokê jî.
Xeyala zaroktiyê bi jeopolîtîka Sûriyeyê û Rojava re guherî
Sîdar behsa xeyala xwe ya zaroktî kir û got: “Ji ber ku em Kurd li Sûriyeyê biyanî bûn û bê nasname hatin hiştin, me nedikarîbû ku di astên bilind de jî bixwînin. Lê xeyala min her ew bû ku bibim bijîşkek dil ya navdar, lê şoreş dest pê kir û me xeyala xwe bi tiştekî din pêk anî ku jinek Kurd çek hilgire û ji bo nasnameya xwe şer bike. Şoreş derfet bû ku em netewên Ereb û Suryan bêtir nas bikin. Ne di xeyalên Sîdar de bû ku rojekê heta Dêrazorê biçe, lê di vê şoreşê de çû û li wir beşdarî operasyonên li dijî terorê û rizgarkirina jinan jî bû. Kêfxweşî ew bû ku piştî rizgarkirinê jinan digot ku baş e hûn hatin, we kirasê koletiyê ji me kir û perdeya reş ser çavên me rakir. Lê kêfxweşiya herî mezin Kurd bibin xwedî nasaname û rizgarkirina jinan ji bindestiyê bû.”
Hikûmeteke îradeya jinan nas neke dayîk, xwîşk û keçên civaka xwe jî nas nake
Sîdar bal kişand ser nenaskirina vîn û îradeya jinan li Sûriyeyê ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve piştî têkoşîna bi salan û wiha anî ziman: “Piştî şerê 15 salan li dijî terorê û dagirkeran, bi guhertina hikûmetê li Sûriyeyê re nenaskirina îradeya jinan polîtîkatiyek e. Ji bo ku di destûr de mafekî me hebe, em ê her di nav têkoşînê de bin. Lê em ê xwe nekin heyran û qurbana hikûmeta demkî da ku mafê me di destûr de nas bike, ji ber ku ev mafê me yê bingehîn e. Hikûmeta ku jinekê di qadek biryarê de qebûl neke, ew di hişmendiya xwe de dayîk, xwîşk û zarokên keç yên civaka xwe jî qebûl nakin.”
Em şer bikin nekin jî mafekî me heye divê di vî welatî de were naskirin
Sîdar êrîşên hikûmeta demkî li ser jinan bibîr xist û got ku ger îradeya jinan di destûrê de nehat naskirin ew ê garantiya wê nedin ku careke din rastî êrîşan neyên û wiha amaje bi girîngiya vê destûrê kir: “Piştî ewqas sal em ê nikaribin biçin mal û careke din kirasê koletiyê li xwe bikin. Lê ger me li dijî tu hêz û terorê jî şer nekiribe jî divê ku mafê me li vî welatî bi zagonan were parastin. Îslama rast ne ew e ku jin were kolekirin, lê belê daxwaza azadî û wekheviya di navbera herdu zayendan de jî dike. Îslama ku îro li Sûriyeyê tê meşandin radîkal e û rê nade jinan ku hebûna xwe biparêzin.”
‘Ne Sûriyeya kevn a nû ye’
Sîdar hişmendî û polîtîkayên hikûmeta demkî bi îslama radîkal a ku azadiya jin binpê dike bi nav kir û wiha destnîşanî çawaniya avakirina Sûriyeya nû kir: “Îro Sûriyeyek nû tê avakirin û derbasî pêvajoyek nû dibe, divê ku dest ji îslama çêkirî û li xwe kirî ku jinan kole dike were berdan. Bila cihê jinan jî di nava vê hikûmetê de jî hebe. Em napejirînin ku piştî ewqas têkoşîn û şer cihekî me di destûrê de tune be. Îro Sûriyeyek nû tê avakirin, divê ku wekheviya jin û mêr, edalet û zagonek jinan hebe û di serê xebatên wan de bin. Em ne di Sûriyeya kevn, di ya nû de dijîn ji lewra hebûna wekheviyê pir girîng e.Me jinan têkoşîna xwe heta roja îro anî, em jî di avakirina Sûriyeya nû de hevkarên sereke ne.”
Divê wek Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem nebe û jinên Rojava bê maf û rol nedin koşeyekê
Sîdar got ku Şoreşa Rojava derbasî pêvajoyek nû dibe û ji bo jinan gelek stratejîk e, wiha tişta ku divê were kirin û şaştiyên dîrokî neyên dûbare kirin bilêv kir: “Divê li gor berpirsiyariyên pêvajoya nû jinên Kurd xwe amade bikin û bihêz beşdarî guhertinan bibin. Ji ber di Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de piştî jin beşdarî şeran bûn rolên sereke lîstin û di pêvajoya aştiyê de hêz û dewlet wê ji ser maseyên danûstandinan dûr xistin. Dema jinan mafê xwe jî xwestin, gotin bila niha mijara jinan bimîne û wiha jin bê maf û rol man.”
Em ê ji dûr ve li maseya danûstandinan ku tenê mêr li ser biryaran dide nenêrin
Sîdar di dawî de Şoreşa Jin li Rojava û şerê cîhanê yê yekem û duyem anî beramberî hev û got: “Em wiha dibînin ku bi heman senaryoyê re rû bi rû dimîne. Dîsa dixwazin jinan dûrî masa danûstandinên bo aştiyê bikin û maf û rola jinên ku ewqas bedelên giran dan paşguh bikin. Em ê qebûl nekin piştî şoreşekê ji dûr ve li maseya danûstandinan binêrin ku tenê mêr li ser biryaran dide. Divê em jî li ser maseya aştiyê hebin û bi nasnameya jin rol bilîzin û keda 15 salan radestî mêran nekin. Divê ku em jî di diyarkirina çarenûsa jin û gelan de xwedî nêrîn û biryar bin.”