Zêdetirî 2,000 kes di şerê 25 rojan de hatine girtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 25 rojan de herî kêm 2,000 welatî li herêmên cuda yên welat hatine girtin. Di navbera wan de çalakvanên sivîl û malbatên ku edaletê dixwazin hene.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi raporek ragihand ku ji 28’ê Sibatê ve heta niha, dema ku êrîşên hewayî yên dawî yên Emerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kirine, pêleke berfireh a girtina mirovan li seranserê welat hatiye destpêkirin.
Li gorî texmînên li ser raporên nûçeyan ên ku di medyaya dewletê de hatine weşandin, di 25 rojên pêşîn ên pevçûnê de herî kêm 2,000 kes li herêmên cuda yên Îranê hatine girtin. Di navbera wan de ne tenê welatiyên sivîl di heman demê de çalakvanên sivîl û siyasî û malbatên ku edaletê dixwazin jî hene.
Dibe ku di hefteyên pêş de zext zêdetir bibin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê fikarên xwe li ser rewşa kesên ku di şert û mercên şer de hatine girtin anî ziman, hişyarî da ku di hefteyên pêş de dibe ku zext zêdetir bibin. Di vê çarçoveyê de, rêveberê rêxistinê, Mehmûd Emîrî-Muxadam, bal kişand ser asta binçavkirinan û diyar kir ku ev zêdebûn, bi taybetî di nava çalakvanên sivîl de, nîşan dide ku rejîm welatiyan wekî gefek li ser hebûna xwe dibîne. Her wiha tekez kir ku girtin û veguhestina girtiyan di hawirdoreke ku navendên leşkerî lê tên hedefgirtin de dikare bi zanebûn jiyana wan bixe xeterê. Li gorî raporê, saziyên wekî dadwerî, fermandariya hêzên ewlehiyê, Wezareta Îstîxbaratê û Rêxistina Îstîxbaratê ya Pasdarên Şoreşê bi awayekî cuda binçavkirina zêdetirî 2,000 kesan ragihandine. Piraniya van binçavkirinan bi riya serdegirtinên malan û birina wan a cihên nediyar, pir caran bêyî eşkerekirina nasnameyan û di hinek rewşan de bi karanîna tundiyê pêk hatine.
Bi hezaran kes hatin binçavkirin
Tawanên li dijî kesên hatine girtin "hevkarî û sîxurî li ser navê Îsraîl û Dewletên Yekbûyî", "fîlmkirina cihên hesas", "têkiliyên bi medyaya bi zimanê Farisî li derveyî welat", "xwedîkirina alavên înternetê yên starlînk" û "hewldana organîzekirina xwepêşandanan an tevlîbûna şerê çekdarî" ne. Tawanên din ên hatine ragihandin "xapandina raya giştî" û "kêmkirina ewlehiya sîber" in. Raport her wiha diyar dike ku herî kêm 38 çalakvanên sivîl û siyasî, ligel endamên malbatên wan û kesên ku li edaletê digerin, hatine binçavkirin. Ji ber qutbûna înternetê ya zêde û sînordarkkirina gihîştina agahiyan ji destpêka şer ve, gelek nûçeyên der barê van binçavkirinan de dereng hatine ragihandin.