Zarokên li Sûdanê di navenda karesata mirovî ya cîhanê de ne

UNICEF û WHO’ê diyar kirin ku karesata mirovî ya li Sûdanê kûrtir dibe û bi hilweşîna pergala tenduristiyê re zarok bi kêm xurekî û nexweşiyên pir mezin re rû bi rû ne. Hate destnîşankirin ku bi milyonan kes bi lezgînî hewceyî alîkariyê ne.

Navenda Nûçeyan – Sûdan îro bi qeyranek mirovî ya bêhempa re rû bi rû ye. Bi milyonan kes ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê, belavbûna nexweşiyan û zêdebûna kêmbûna xurekê re gelek pirsgirêkan dijîn. Di vê karesetê de zêdetir zarok êş dikşînin; ev rewş ji bo rizgarkirina jiyanan û pêşîgirtina li xirabûna bêtir a şert û mercan, hewceyê bersiveke lezgîn a civaka navneteweyî ne.
Berdevkê UNICEF’ê, duh diyar kir ku rewşa zarokên Sûdanî bêhempa ye û ew di navenda karesata mirovî ya herî mezin a cîhanê de ne û ev rewş her roj xirabtir dibe.
Berdevk, destnîşan kir ku daneyên Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xurekê ya Yekgirtî ya ji bo herêmên Umm Baro, Karnoi, û Tina li Bakurê Darfûrê nîşan didin ku kêmbûna xurekê gihîştiye astên karesatbar. Berdevk, tekez kir ku birçîbûna giran û kêmbûna xurekê bi taybetî bandorê li zarokên herî biçûk û herî bêparastin dike û dem bi lez diqede.
Berdevk, diyar kir ku nîvê zarokên li herêma Tînayê di du hefteyên dawî de nexweş ketine û birçîbûn û hilweşîna pergala tenduristiyê dibe sedema nexweşiyên kujer. Berdevk, da zanîn li Sûdanê 33.7 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovî ne û nîvê wan zarok in. Hate diyarkirin ku îsal, 825 hezar zarok di xetereya kêmbûna giran a xurekê de ne û ji sedî 70’yê tesîsên tenduristiyê ji xizmetê derketine.
Êrîş civakan ji xizmetên tenduristiyê bêpar dihêle
Nûnerê WHO’yê ya li Sûdanê, diyar kir ku rewşa li welat xirabtir dibe û kesên ku nû hatine koçberkirin û yên ku vegeriyane hewceyê mudaxeleya tenduristiyê ya lezgîn in, lê pergala tenduristiyê ya westiyayî nikare vê hewcedariyê dabîn bike.
Nûner, destnîşan kir ku pergala tenduristiyê ji ber êrîşan bi giranî zirar dîtiye, windabûna alav û pêdiviyan û kêmbûna karmend û fînansmanê tê jiyîn. Berdevk, da zanîn ku êrîşên li ser xizmetan bi salan e civakan ji lênihêrîna tenduristiyê bêpar hiştine û astengî li pêşiya dermankirinên jiyanê rizgar dikin çêdike. Nûner, diyar kir ku Sûdan bi şewba nexweşiyên wekî kolerayê, sîtma, heta dengê û sorik re rû bi rû ye û bi kêmbûna xurekê re bûyerên tenduristiyê yên cidî zêde dibin.