Kovara Jin bi sernavê ‘Ji Gurbetellî heta Nagîhanê lêgerîna rastiyê’ derket
Kovara Jin bi hejmara xwe ya 188’an balê dikşîne ser têkoşîna ji bo rastî û azadiyê ya jinên rojnamevan. Di vê hejmara ku jiyan û mîrateya Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel tê lêkolînkirin de, li dijî zimanê medyayê sekneke xurt tê nîşandan.
Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku hefteyê carek bi gotar û sernavên dewlemend derdikeve pêşberî xwînerên xwe, bi hejmara 188’an derket. Kovar bi sernavê ‘Ji Gurbetellî heta Nagîhan: Lêgerîna Rastiyê’ derket.
Hejmara 188’an a Kovara Jin ku her hefte tê weşandin, li ser têkoşîna ji bo rastî û azadiyê ya ku jinan bi riya rojnamegeriyê, zanîn û bîranînê didin meşandin, radiweste. Jiyan û mîrateyên Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel tên lêkolînkirin, dengê jinan û zimanê medyaya bi feraseta mêr tê ronîkirin.
Hemû gotarên di hejmara nû de wiha ne:
“* Nagîhan Akarsel a ku asîman li ser baskên xwe hilgirt / Ayşe Newroz Oyman
* Şahidiya serdemek / Mujgan Halîs
* Rojnamevanên jin hêzê di zimanê medyayê de dan xuyakirin / Dîren Yurtsever
* Vartinîs: Agirê ku ji demê derbas dibe / Sumeyye Boz
* Dayîk mirov in; em mirovahî: Neşet Ertaş / Burçak Sel”