Zara Ehmed: Jinên ku dikarin fikrên xwe bînin zaman xwedî fikrên azad in
Li gel zêdebûna nerazîbûnên li dijî sînordarkirina xebatên ragihandinê, metirsî li ser azadiya fikrên jinan di nava medyayê de heye. Çalakvana siyasî Zara Ehmed got: “Ger jin di medyaya azad de bin dikarin azad bixebitin.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Azadiya fikir ji bo me hemûyan, riya îfadekirina xwe, mafê axaftin, guhdarîkirin û beşdarîkirina jiyana siyaset, huner û civakê ye. Li gorî madeya 19’an a beyannameya gerdûnî ya mafên mirovan a sala 1948’an, her kes xwedî mafê fikirînê ye. Ji ber bêyî dengê azad, ragihandin nikare rastiyan ragihîne û civak ji agahiyên rast bêpar dimîne. Li gelek cihan rojnameger û saziyên medyayê rastî gefan, sînordarkirin û zagonên tund û heqaretê tên, ev jî bandoreke rasterast li ser asta azadiya fikir dike.
Ger gef û sînordarkirina xebatan ji bo mêran carek hebe, ji bo jinan du qat e û jinên ku di xebatên medyayê de ne du caran rastî gefan tên. Ya yekem weke rojnamevan, ya duyem weke jin. Gefên onlîne, heqaret, hewldana bêdengkirinê. Ev hemû wisa dikin ku dengê jinan di qada medyayê de kêmtir werin bihîstin.
‘Jin bi metirsiyên mezin re rûbirû ne’
Di demeke ku azadiya fikir û xebata serbixwe ya medyayê weke pîvaneke sereke ji bo pêşketina civakê hatiye danîn, çavdêrî nîşan didin ku rojnamevan hê jî tên sînordarkirin û rastî gefan tên. Ev gef di hinek deman de bi awayekî zagonî, darayî yan jî siyasî derdikeve û bandorê li ser azadiya kar û gihandina agahiyan dike. Di nava vê rewşê de, bi taybetî jinên di medyayê de zêdetir rastî metirsiyan tên. Piranî behsa gefên medyaya dîjîtal, gefên ji bo sansorkirin û pirsgirêkên parastina ewlehiyê dikin. Rêveberên saziyên medyayê dibêjin zêdekirina parastina zagonî, piştgiriya derûnî û baweriya bi derfetên wekhev dikare ji bo bihêzkirina dengê jinan û parastina azadiya fikir a giştî bibe alîkar.
Li gorî pisporan, medyaya azad tenê bi parastina zagonî nabe divê çanda qebûlkirina rexneyan hebe û pêwistî bi parastina rojnamevan û hebûna pergala dadperwerî heye da ku dengê hemûyan bi taybetî dengê jinan bê tirs bê bihîstin.
Çalakvana siyasî Zara Ehmed ji ajansa mere axivî û got: “Azadiya fikir li hemû beşan heye. Lê belê ev girêdayî hêz û îradeya kesan e ku nêrînên xwe çawa bînin ziman. Çawa bi wêrek û îrade fikrên xwe yên azad bînin ziman. Li gelek cihan mirov bi awayekî teorîk azad bin jî li cihên giştî kes nikare bi azadane fikrên xwe bîne ziman.”
‘Jinên girêdayî partiyan li gorî partiya xwe fikrên xwe tînin ziman’
Zara Ehmed bal kişand ser hebûna jinan di partiyan de û wiha got: “Mînak jinên me li parlamentoyê hene, di nava partiyên siyasî de jin hene ev jin nikarin bêyî partiyan û bêyî nêrînên partiyê fikrên xwe yên azad bînin ziman. Ev dikeve qalibeke siyasî û tenê di wê qalibê de dikare fikrên xwe bîne ziman. Lê belê weke jinek azad û serbixwe nikare fikrên xwe bîne ziman. Tenê ew jinên ku dikarin bi azadane fikrên xwe bînin ziman û serbixwe ne, xwedî fikrek azad in û têkoşîneke azad dimeşînin. Ew kes dikarin her dem fikrên xwe bi azadane bînin ziman û kes nikare ferman bide û bi serê xwe ne.”
‘Ger medyayek azad be jin dikarin bi azadane bixebitin’
Zara Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev li gorî hêza kes e ka çiqas xwedî îradeya azad e û yên ku di nava saziyên ragihandinê de dixebitin, ger di saziyeke serbixwe de bin û medyayek azad bin, dikarin bi azad bixebitin. Lê belê ger ragihandin girêdayî cihekî diyar be, wê demê nikarin bi fikrên xwe yên azad di pîşeyên xwe de bixebitin. Ger kesek pêşengî bike û fikrek cuda bîne ziman jê re astengî çêdikin. Her wiha egera wê heye rastî tundiyê were, bi taybetî jin û ciwan an der barê xebatên didin meşandin de bi hinceta ku ew xebat neyê ragihandinê ye û nabe bikin, gefê lê bixwin. Lê belê medyaya azad û serbixwe berevajî hemûyan xebatên wan serbixwe û bêalî ye.”