YRJ: Emê bibin deng û nasnameya şoreşa jin ê

Li Qamişlo Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya roja Rojnamegeriya Kurd panêlek li dar xist. Di panelê de li ser rol û mîsyona rojnamegerên jin yên di ragihandina rastiyê de nîqaş hate meşandin.

Qamişlo – Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) panêlek li darxist. Panêl li Akademiya Perwerdê ya bajarê Qamişlo, bi tevlîbûna rojnamevanên jin pêkhat. Di panelê de li ser du mijaran hate seknandin. Di nava şoreşê de rol û pêşengtiya rojnamevanên jin di ragihandina rastiyê de her wiha zimanê nefretê yê di medyayê de li hember jinê tê bikaranîn.

‘Rojnamegertiya jin çanda xwe ji civaka exlaqî û polîtîk digre’

Panel ji hêla berdevka Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Emel Ehmed ve hate destpêkirin. Emel Ehmed bal kîşand li ser çand û exlaqa rojnamevantiya jin ya ku bi bedelên giran hatiye avakirin û wiha got: “Di dîroka me ya di rojnamegeriyê de gelek zor û zehmetî hatine jiyîn, gelek bedelên giranbaha jî hatine dayîn lê her tim bi pîvan û rêgezê civaka exlaqî û polîtîk tevgerandin çêbûye. Em di saya wan hevalên xwe de gihiştin van astan. Di çand û exlaqê rojnamegeriyê de em xwedî mîrasên gelek giran bihane. Heya niha jî em li ser ev pîvan û mîrasê jiyan dikin û rojnamegeriya rastî pêktînin. Lewra dîroka xwe zanîn û li gor wê dîrokê jiyan û civaka xwe pênasekirin ji bo me gelek girînge. Pênûsa ku 1898’an de destpêkir li ser bingeha vegotina rastiya Kurd avabû. Wê pênûsê ji bo heqîqeta civaka xwe karanîn pîvanê herê rast yê rojnamgertiyê ye. Jinên rojnameger jî xwedî mîras û kedek bê hempane. Lewra yê herê zêde xwedî li heqîqet rojnamegertiya rast derbikeve jî rojnamegerên jinin. Ji ber em çanda xwe ji civaka exlaqî û polîtîk digrin.”

‘Li hember têkoşîna jin gotina nefretê gelek hate bikar anîn’

Endama Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Evîn Yusif di nava gotinên xwe de bal kîşand li ser gotin û zimanê nefretê yê tê bikaranîn û wiha got: “Bi şoreşa Rojava re li hember têkoşîn, berxwedanî û destkeftiyên jinan gotin û zimanê nefretê gelek hate bikaranîn. Bêguman ev ziman û gotin bi êrişên li ser destkeftiyên şoreşê dihat meşandin qut nîne. Ez ziman û gotin girêdayî pergal û hişmendiya zilamsalariye. Di êrişên dawî de li Rojavayê Kurdistanê heman ziman û gotin li hemberê gelê Kurd û Erebe jî hate bikaranîn. Ji ber van gotinan gelek kes hatin kuştin. Li paravên Suriye yê êrişên der mirovî li ser civaka Elewî pêk hat. Her wiha li Suweydayê jî heman tişt hate meşandin. Pêwîste em li hember ev hişmendî û pergala ku bi vê zimanê û gotinan nêzî jin û civakan dibe têkoşîn bi meşîni.”

Piştê axivtina Evîn Yusif nîqaş hate meşandin. Nîqaşan de mijarên herê zêde derketin pêş ew bu ku pêwîste jin xwedî şoreşa xwe derbikeve û li hember feraset û hişmendiya pergala baviksalarî di nava têkoşînê de be. Her wiha rojnamevanên ku beşdarê panelê bûn dan diyar kirin ku wê bi pênûs, kamera xwe di tevahî qadê jiyanê de li pey rastiyê bin. Rojnamevanên jin gotin emê bibin deng û nasnameya tevahî jinan. Ev şoreş şoreşa meye.