Li Îranê aktivîsta girtî hate berdan
Aktivîst Mehrî Kerîmîpour Andelibî ku ji meha Adarê heta niha li girtîgeha Qerçekê de dihat ragirtin bi kefaletê hate berdan.
Navenda Nûçeyan – Parêzvana Mafan û Aktivîst Mehrî Kerîmîpour Andelibî ku li peytexta Îranê Tahranê hatî bû binçavkirin û girtin, bi kefaletê hate berdan.
Mehrî Kerîmîpour Andelibî ku ji girtîgeha Qerçekê hatî berdan, berê ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran hatibû girtin.
Mehrî Kerîmîpour Andelibî ku li Tahranê dijî, di 27’ê Adarê de di dema serdegirtina mala wê de ji aliyê hêzên leşkerî ve hate binçavkirin û sewqî girtîgeha Qerçekê hatibû kirin.