YRJ'ê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyanî da
Bi boneya salvegera 127'emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuyaniyek nivîskî weşand û soza têkoşîn û berxwedanê nûjen kir.

Navenda Nûçeyan – Di 22'ê Nîsana 1898'an de yekem rojnameya Kurdî 'Kurdistan' li Qahîreyê ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve dest bi weşana xwe ya yekem kir. Bi vê boneyê 22’ê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurd tê pêşwazîkirin. Bi boneya salvegera 127'emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuyaniyek nivîskî weşand.
YRJ’ê di destpêka daxuyaniyê de qala girîngiya vê rojê ji bo gelê Kurd kir û wiha got: “Her sal di 22'ê Nîsanê de rojnamegerên Kurd, ligel gotina azad û parêzvanên heqîqetê ji bo bîranîna têkoşîna hebûnî, çandî û netewî roja Rojnamegeriya Kurdî li berxwe didin. Di vê rojê de di sala 1898'an de yekemîn rojnameya Kurdî bi navê 'Kurdistan' dest bi weşana xwe kir. Ev meşale ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve hat pêxistin û bû dengê nemir û riyek li hember neheqî û biçûkxistinê. Weşandina rojnameyê li derveyî welat ne tenê ceribandinek rojnamevanî bû, ew karekî şoreşgerî bû. Ew hebûna doza gelên ku mîras, çand û zimanê wan ji aliyê rêjîmên otorîter ve hatibûn standin û dixwestin dengê rastiyê qir bikin, nîşan da."
'Çapemeniya azad bû stûna têkoşîna hebûn û azadiyê'
YRJ'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser zehmetiyên ku çapemeniya Kurdî rastî hatine û wiha dom kir: “Tevî hemû astengî û pirsgirêkan çapemeniya Kurd meşa xwe ya azadiyê domand û bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistan re ku berpirsyariya avakirina Raghandina Azad ku xwe dispêre felsefeya azadiyê têkoşîna çapemeniyê zêdetir bû. Di sala 1982’an de yekem car ji zîndanê dengê heqîqetê bi destê damezrênerê çapemeniya azad Mazlûm Dogan deng veda û çapemeniya azad bû yek ji stûnên têkoşîna hebûn, azadî û edaletê. Li gel têkoşerên weke Mazlûm Dogan û Gurbat Elî Ersoz, damezrandina Ragihandina Jinên Azad li Kurdistanê (RAJIN) ji bo xurtkirina çapemeniya Kurd a xwedî kevneşopiyek berxwedanê ya xurt, bû pêngaveke bi hêz."
'Jin bi kamera û pênûsên xwe li pey heqîqetê ne'
YRJ'ê wiha behsa rola jina Kurd di çapemeniya azad de kir û wiha got: “Gurbat Elî Ersoz yekem jina Kurd bû ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê karê edîtoriyê kir û nîşan da ku rojnamegerî ne tenê pîşeyî ye, ew peymak e. Jina Kurd ji dîrokê ve bûye stûna bingehîn a medyaya Kurdî. Bi wêrekî pênûs û kamereya xwe bi kar anîne. Kûrahiya têkoşîna xwe xêzkirine, pirsgirêkên jinan derdixin pêş û bûne alîkar ku dengê wan li cîhanê were bêhîstin."
'Jinan mohrên xwe li dîroka çapemeniya Kurdî dan'
YRJ’ê bal kişand ser têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê û wiha hate gotin: “Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinê di çapemeniyê de bi damezrandina Yekîtiya Raghandina Jinan (YRJ)hebûna xwe xurtir kir. Di nava şer û têkoşînê de bûn dengê civakê yên rast. Em navên wek Dilîşan Îbiş, Cîhan Bîlgîn, Eylûl Nuhlat, Delufan Kafer, Meryem Muhammed (Agirî Yilmaz), Ahîn Fayîk Îbrahîm (Arîn Cudî), Rîm Xaşman û Ruhenda Efrîn ên ku navên xwe di rojnameyên têkoşîna çapemeniyê de nemir kirine, bi serbilindî bi bîr tînin."
Soza bi tekoşerên azadiyê re hate nûjenkirin
YRJ’ê soza xwe di şopandian rastiyê û derxistina dengê heqîqetê de nûjenkir û wiha bi dawî kir: “Em soza xwe ji her kesekî ku ji bo azadiyê, dengê rastiyê û li dijî bijndestî û koletiyê têkoşiyane nûjen dikin. Di heman demê de em hemû pakrewanên azadiyê yên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bîr tînin û em ê şopdarê riyên wan bin.”