YPJ: Emê bibin ronahiya siberojên azad
Yêkîneyên Parastina Jin YPJ'ê bi boneya Cejna Remezanê û Newrozê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkoşîna wan wê bê navber dewam bike.
Navenda Nûçeyan – Bi boneya Cejna Remezanê û Newrozê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) peyamek nivîskî weşand.
‘Newroz bûye sembola vejîn û serhildanê’
YPJ’ê di destpêka peyama xwe de cejna remezanê û Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan û gelê herêmê pîroz kir û wiha got: ‘Em bi hatina bihara gelan re, Newroza ku sembola vejîn û serhildanê ye û cejna remezanê di serî de li Rêber Apo û malbatên şehîdan, gelê me yê berxwedêr pîroz dikin.’
‘Têkoşîna me îro veguheriye herikîneke gerdûnî’
YPJ’ di berfirehiya daxuyaniya xwe de balkîşand li ser girîngî û wateya Newroz ê ji bo gelan û wiha got: ‘Dîrok şahidiya vê yekê dike ku Newroz ne tenê pîrozkirina hatina biharê ye, di heman demê de serîrakirina li dijî zilma Dehaqan e. Çawa ku Kawayê Hêsinkar bi çirûska agirê Newrozê tarîtiya serdemê parçe kir û mizgîniya roja nû da mirovahiyê, îro jî em wek hêzên YPJ’ê ji bo parastina mîrateya berxwedanê li dijî Dehaqên modern ên sedsala 21’an bê navber têdikoşin. Têkoşîna me îro veguheriye herikîneke gerdûnî; ev têkoşîn li dijî pergalên baviksalar û mejiyê tarî yê desthilatdariyê, bûye hêviya hemû jinên cîhanê. Agirê ku li ser lûtkeyên çiyayan hatibû danîn, îro di dilê her jinê de wekî meşaleya “Jin Jiyan Azadî” dişewite û di cîhan û gerdûna jinan de dibe rengê azadiyê. Em parastina vê vînê wekî parastina rûmeta hemû mirovahiyê dibînin.’
‘Cejna Remezanê sembola serkeftina vînê û xurtkirina exlaqê civakî ye’
YPJ’ê cejna remezanê li tevahî gel pîroz kir û got: ‘Em cejna remezanê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Cejna remezanê sembola serkeftina vînê, paqijiya nefsê û xurtkirina exlaqê civakî ye. Ev rojên pîroz derfeta herî mezin in ku em nirxên wekî edalet, wekhevî û parvekirinê di nav civakê de geş bikin. Taybetmendiya herî mezin a şoreşa me ew e ku hemû bawerî, çand û rengên cîhanê di bin banekî azad û demokratîk de digihîjin hevdu.
Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di daxuyaniya xwe de soza domandina tekoşîna li dijî dagirkerî û tundiyê da û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: ‘Em ê agirê azadiyê yê ku bi xwîna şehîdên me hatiye geşkirin li her devera gerdûnê geş bikin. Em ê li dijî her cûre dagirkerî û tarîtiyê, bibin ronahiya siberojên azad û bê rawestan têkoşîna xwe bidomînin.’