Li dijî du çalakvanên jin sûcdariya nû ya ewlehiyê

Li Sineyê çalakvanên mafên jinan Leyla Paşayî û Baran Saedî, bi sûcdariya "kombûn û plankirina pêkanîna sûc a li dijî ewlehiya navxweyî û derve" ji bo dadgeha temyîzê hatin gazîkirin.

Navenda Nûçeyan – Derbarê çalakvanên mafên jinan Leyla Paşayî û Baran Saedî ya li Sineyê dijîn de, dozeke nû hate vekirin. Herdu jin, bi sûcdariya "kombûn û plankirina pêkanîna sûc a li dijî ewlehiya navxweyî û derve", ji aliyê 4’emîn Şaxa Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Sineyê ve ji bo danişînê hatin gazîkirin.

Ev sûcdariya nû, di pêvajoyekî ku doza çalakvanan a ji ber binçavkirina xwe ya di çarçoveya çalakiyeke 8’ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî hê nehatiye çareserkirin, pêkchat. Di dozê de, ji du çalakvanên ku ji sûcdariyek hatin beraetkirin re, di çarçoveya sûcê din de 3 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Encama îtîraza li dijî vê biryarê din jî hê nehatiye ragihandin.

Leyla Paşayî û Baran Saedî, têkildarî çalakiya ku di 20’ê Adara 2025’an de hatibû lidarxistin hatibûn binçavkirin û piştî 16 rojan bi kefaletê hatibûn berdan. Her du çalakvan berê jî di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibûn binçavkirin.

Sûcdariya nû ya li dijî Leyla Paşayî û Baran Saedî û berdewamiya doza wan a berê, derbarê mafê darizandina adilane de bû sedema fikaran.