Li Mahabad û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Di salvegera çaremîn a kuştina Jîna Emînî de, bi banga hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Mahabadê û gelek bajarên din greva giştî hat îlankirin. Tevî zext û astengiyên hêzên ewlehiyê jî piraniya dikan û kargehan hatin girtin.

Mahabad – Li Mahabadê, li ser banga grevê ya hevpeymaniya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, çalakvan û rêxistinên siyasî û sivîl di salvegera çaremîn a kuştina jina Kurd a ji bajarê Seqizê Jîna Emînî, de gref hat îlankirin. Karsaziyên li bajarê Mahabad û gundên wê, dikan û kargehên xwe girtin û tevlî grevê bûn.

Tevî zextê jî gel bersiva bangê da û beşdarî grevî bû

Ji îro danê sibehê ve, tevî serdegirtina hêzên ewlehiyê li ser hinek kargeh û navendên kirînê, nêzî ji sedî 90 dikanên bajêr, tevî bazarên Noor û Asgharî û riyên Sardar û Tanakura, bi tevahî girtîne û tenê dermanxane û hinek supermarket li deverên din ên bajêr vekirîne. Ev grev di demeke ku polîs û wesayîdên taybet li seranserê bajêr hatine belavkirin û înternet hatiye astengkirin dê çêbû.

Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hewladana şikandina grevê

Hêzên ewlehiyê bi hinek bazirganan re jî têkilî danîn û zext li wan kirin ku grevê bişkînin. Hejmara bazirganên ku bersiva vê bangê dan, bi serdemek re hevdem e ku ew neçar man sond bixwin grev, nemaze yên ku di sala 2022’an de qewimîn, dubare nekin û heta ji bo vê yekê bedelên giran jî dan.

Grev li bajarên din ên Kurdistanê belav bûn

Her wiha wêne û dîmenên ku hatine belavkirin ji Sine, Seqiz, Nexede, Pawe, Dîwandere, Kirmaşan, Bokan û Kamyaranê, girtina hejmarek dikan û beşên ji bazara van bajaran nîşan didin. Her wiha rapor der barê  hebûna hêzên ewlehiyê de li hinek navçeyan, bi taybetî Sine û Seqizê, hatine belavkirin.