YPJ: Bi ruhê berxwedana Kobanê wê serkeftina me teqez bibe
YPJ’ê di daxuyaniya bi boneya salvegera 11’emîn a serkeftina Kobanê de diyar kir ku divê tevahî gel li derdora destkeftiyên şoreşê kom bibin û got: “Bi rihê berxwedana Kobanê wê serkeftina me teqez bibe”.
Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya salvegera 11’emîn a serkeftina Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedana ku di kolanên Kobanê de hate meşandin çarenûsa gelekî gûhert. Têkoşîna Kobanê di jiyaneke azad û bi rûmet de israrkirin e. Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî, ji tevahî mirovahiyê re bû îfadeya hêviya rojên azad.”
‘Armanca êrîşên sala 2014-2015’an çi bûn, yên îro jî heman armancê dihewîne’
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Kobanê bi mehan awayî di nava dorpeçeke giran de ma û çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî herî hovane êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî hemû hovîtiyên çeteyên DAIŞ’ê jî, li serê her kolaneke Kobanê di pêşengtiya şervanên YPJ’ê û bi piştevaniya gelê me destanên qehremaniyê hatin nivîsandin. Îro jî cardin heman feraseta cîhadîst a ku di tu qadên jiyanê de hebûna jinê nasnake, bi komên xwe yên çete êrîşî tevahî Rojava û bi taybet jî Kobanê dike. Ev êrîşên ku tên kirin, jiyan û ewlehiya gelê me dike xetereyeke mezin. Armanca êrîşên sala 2014-2015’an çi bûn, yên îro jî heman armancê dihewîne. Cardin bi van êrîşan dixwazin gelê me bi qirkirinekê re rû bi rû bihêlin.
‘Wê bi ruhê berxwedana Kobanê serkeftina me teqez bibe’
Gelê me ji bo bidestxistina azadiyê gelek berdelên giranbûha da. Serkeftina mezin a Kobanê ya di 26’ê Çileya 2015’an jî bi sekna gelê me yê leheng hate bidestxistin. Ji ber wê jî li hemberî van êrîşên ku destkeftî û îradeya gelên me dike armanc, encax bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî dikare serkeftin were bidestxistin. Li ser vê esasê em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li derdora destkeftiyên şoreşê kom bibin da ku em bi ruhê yekîtiya neteweyî xwedî li hebûn û vîna xwe derkevin.
Em wek Yekîneyên Parastina Jin di şexsê şehîdên xwe yên nemir Arîn, Rêvan, Gelhat, Herdem, Ivana Hoffman, Sarya Ozgur û tevahiya şehîdên xwe yên şoreşa Rojava bi bîr tînin, em soza xwe ye pêkanîna xeyalên şehîdan nû dikin. Wê bi rihê berxwedana Kobanê serkeftina me teqez bibe”.