Li Îranê ji sedî 70 cihên avî zuha dibin
Zuhabûna cihên avî li Îranê, veguheriye qeyraneke mezin. Ev qeyran, bi zêdebûna bayê bi xwelî, xîz û bahozan gefê li rengîniya biyolojîk dixwe û zirara li ser jiyan û çavkaniyên debara civakên herêmî her diçe zêdetir dibe.
Navenda Nûçeyan- Îrana ku yek ji welatên damezrîner ên "Peymana Ramsarê" ku peymaneke navneteweyî ya parastina cihên avî ye, îro di qadên avî de bi qeyraneke mezin re rûbirû ye. Seroka Saziya Parastina Jîngehê ya Îranê Şîna Ensarî, di daxuyaniya 9’ê Îlonê de ragihand ku nêzî ji sedî 70 cihên avî yên Îranê bi pirsgirêka tunebûna avê re rûbirû ne.
Şîna Ensarî da zanîn ku di salên dawî de ji ber sînordariya çavkaniyên avê gelek cihên avî, ava mîqdara pêwîst negirtine û diyar kir her çendî ji ber barana îsal rewşa hinek cihên avî baştir bûbe jî tekez kir ku qeyran hê jî berdewam dike.
Kêmbûna çavkaniyên avê û zêdebûna germahiyê cihên avî zuha dike
Li gorî pisporan, sedemên sereke yên zuhabûna cihên avî, kêmbûna çavkaniyên avê, bilindbûna germahiyê, zêde bikaranîna avê, çandinî û destwerdanên mirovan in. Nikahang Kevser jî diyar dike ku ev faktor zirarên cidî didin cihên avî.
Nikahang Kevser, da zanîn ku kêmbûna çavkaniyên avê û rêveberiya xirab a avê ya li cihên avî yên wekî Hamûn, Jazmuryan, Parîşan û Hawîzeh, pirsgirêkên mezin çêdikin. Her çendî başbûna tevahî ne pêkan be jî bi misogerkirina mafên ava xwezayî û pêkanîna rêveberiya avê, dikarbe pêşî li texrîbatê were girtin.
Zuhabûna cihên avî ne tenê qeyraneke jîngehê ye. Kêmbûna biyolojîk cihêrengî, zêdebûna toz û bahozên qûmê, guherîna şert û mercên avhewayê yên li deverên derdorê û zirardîtina debara civakên herêmî, dibin sedema sereke ya berdewamiya vê pêvajoyê.