YJŞ: Hêza parastina jin di bingeha avakirina neteweya demokratîk de bi biryar e
Fermandariya Biryargeha YJŞ’ê di salvegera Jenosîda 3’ê Tebaxê de daxuyaniyek da, tekez kir ku xweparastin û têkoşîna rêxistinkirî polîtîkayên qirkirinê vala derxistiye, têkoşîna ji bo azadiya jinên Êzidî yên dîlgirtî dê bidome.
Navenda Nûçeyan- Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), di salvegera Jenosîda Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an de daxuyaniyek da û diyar kir ku Fermana 74’emîn qirkirina jinan, bi taybetî jinên Êzidî bû.
Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin ku meha Tebaxê weke meha jenosîdan derbasî dîroka Êzidiyan bûye, di vê mehê de komkujiyên mezin û êrîşên bê perwa hatine kirin û komkujiyên Tilizêr û Sîba Şêx Xidir ên 14'ê Tebaxa 2007'an û fermana 3'ê Tebaxa 2014'an weke mînak hat nîşandan.
Fermandariyê, di salvegera van komkujiyan de cangoriyên fermana 74'an bi bîr anî û wiha hat gotin: "Her wiha şoreşger, şervan û fermandarên weke hawarî gihîştin gelê me; endamên YJA STAR-HPG, YPG û YPJ ya ku li ber axa me de xwîna xwe dan bi minetdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînin û li ber ked û xwêdana wan soza mezinkirina hêza xwerêxistinkirinê didin."
‘Berxwedan mezin bû’
Fermandariya Biryargeha YJŞ'ê, diyar kir ku gelê Êzidî di dîrokê de her dem bi fermanan re rû bi rû hatiye hiştin, ji ber baweriya xwe hatiye qetilkirin, bi fermanan tunebûn lê hatiye ferzkirin û wiha berdewam kir: "3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dagirkirina Şengal û gundên wê fermana herî trajîk a dîrokê ye. Bi vê dagirkirinê re bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, rêvandin, hatin firotin û dîlgirtin. Gelek kes ketin rêya pênaberiyê. Bi rojan bi birçîbûn û tênbûnê re têkoşiyan. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dijminên netewe, ziman, ol û çandan in bi hezaran mirovên me û jinên Êzidî revandin. Gelek ji wan kuştin û gelek ji wan jî weke cariye bi kar anîn û li bazarên Mûsil û Reqayê firotin. Fermana 74’an de bi taybetî qirkirina jinan kir armanc. Di vê fermanê de armanca bingehîn; qetilkirina jinên Êzidî ya ku girêdayî ax û baweriya xwe ye û tunekirina çanda Êzidayetiyê bû. Lê dîsa li hemberî van kiryaran jinên Êzidî dest ji axa xwe bernedan, xwe spartin çiyayê Şengalê, dilsoziya xwe bi parastina axa xwe re nîşanî dijmin dan. Dîroka xwe û baweriya li hemberî azadiyê hembez kirin. Çiyayê Şengalê ji xwe re kirin stargeh. Lewma; ax û çiya hebûna jinan e."
‘Bi hatina şervanan re hêvî ji nû ve şîn bû’
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dema êrîşên qirkirinê dihatin kirin hêzên digotin wê parastina civakê bikin gel di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin û çûn û wiha hat gotin: "Gerîlayên Kurdistanê ji bo parastina gelê me xwe berpirsyar dîtin û berê xwe dan deşta Mûsilê. Dema ku tevahî dinya ji vê jenosîdê re bêdeng mabû, çav, guh û devê xwe girtibn, bi bangawaziya Rêber Apo Şengal veguherîbû qada berxwedaneke dijwar. Ji çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê, ji Rojavayê Kurdistanê şervanên YPJ û YPG ref bi ref berê xwe didan Şengalê. Ev mîlîtanên ku guh dabûn qêrîna gelê me wê pira xwişkîtî û biratiyê di navbera çand û baweriyan de didan avakirin.
Bi hatina şervanên azadiyê re hêviyên gelê me ji nû ve şîn bûn. Di pêşengiya gerîlayên Kurdistanê de li Şengalê berxwedaneke mezin hat meşandin. Bi dayîna bedelên mezin, Şengal hat azadkirin, weke destaneke lehengiyê ket dîroka berxwedanê."
‘Civaka bê parastin mehkûmê windakirinê ye’
Fermandariya YJŞ'ê diyar kir ku hêzên YJA Star û YPJ'ê ji qîrîna jinên Êzidî re bûne ronahiya hêviyê û got: "Ev qîrîn di sengerên Şengalê de bû berxwedaneke mezin. Di pêşengiya van hêzan de li dijî çeteyên kujerên kastîk hêza şerkirinê da me. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo ya ku azadiya jinan esas digre me xwe bi rêxistin kir. Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo konferansa Ronesansê de dabû diyar kir ku jinên Êzidî pêşengên diyardeya vê têkoşînê ne. Ew bûne hedefa erîşên herî dijwar lê tu car serî netewandine. Berxwedana ku li Şengalê dan raberkirin hem ji bo xwe hem ji bo tevahî gelan heviya jiyana bi rûmet ji nû ve ava kir.’
Bi rênîşandana Rêber Apo re, em îro gihîştin qonaxeke dîrokî. Rêber Apo dabû diyarkirin; ‘Avakirina pergala Êzidiyan mafê wan ê herî rewa ye.’ Weke hêzên parastina jin em hêza xweparastinê pêdiviyêk herî girîng a civakê dibînin. Civakek bê parastin mehkûmê windakirinê ye. Bi soza tolhildana jinên Êzidî me hêza parastina jinan û rêxistinbûna wan ava kir. Armanca me di bingeha bîrdoziya rizgariya jinan de, parastina jinên Şengalê ye. Em dixwazin ji mafên xwe yên herî rewa sûdê bigrin.
'Em ê lîstikên qirêj ên şerê taybet bê bersiv nehêlin'
Di fermanê de gelek jinên Êzidî ketin destên DAIŞ’ê. Heta niha jî gelek ji wan dîl in an jî aqûbeta wan nediyar e. Girêdayî vê rewşê pengava ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ku bi navê; ‘Ji bo edalet û azadiyê; tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê!’ daye destpêkirin, weke hêzên parastina jin em jî tevlî vê pêngavê dibin. Em êrîşên ku rûmeta jinên Êzidî dikin armanc şermezar dikin. Em ê li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ku di şexsê jinên Êzidî yên dîlgirtî de tên meşandin bê bersiv namînin."
‘Hêza parastina jin di bingeha avakirina neteweya demokratîk de bi biryar e’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dizanin, di cewhera nasnameya jinên Êzidî de berxwedan heye. Pêşengên civaka me; Sitiya Ês, Sitiya Nesra, Zarifê Osê, Xatûna Ferxa, Pira Fat, Dayê Zero, Meyan Xatûn, Yade Gulê û Cîlan bi berxwedaniya xwe pêşeroja civaka me ronî kirin. Bi taybetî ji fermana 2014’an heta niha hêza parastina jinan di bingeha avakirina neteweya demokratîk de bi biryar e.
‘Rêxistina jinên Êzîdî wê tu carî nehêle li ser vê civakê jenosîdeke din pêk were’
Di avakirina rêxistina jinên Êzidî de fermandarên ku xwedî kedek mezin in, fermandarên nemir; Berfîn Nûrhaq, Şîlan Goyî, Medya Egîd, Rûsyar Kobanê, Nûjîn Sêrt, Hêlîn Mardîn bi minetdariyek mezin em bi bir tînin. Em dibêjin; rêxistina jinên Êzidî bi ked û xwêdana we ava bûye, wê tu car nehêle li ser vê civakê jenosîdeke din pêk were. Herî dawî tevahî şêhîdên fermanê di şexsê Jiyanda, Nûjiyan, Vînar, Stêrk, Zîlan, Doga, Arîn û Bêrîvanan de şervanên azadiyê yên ku li ser axa kevnar a Êzidiyan tevlî karwanê nemiran bûn bi hezkirin û minetdariyek mezin bi bîr tînin û em soza xwe ya meşandina li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armanca wan nû dikin."