Yelda Ehmed: Talîban, qet nikare berxwedan û nerazîbûna jinan tehemûl bike

Çalakvana mafên jinan û psîkolog Yelda Ehmed peyamek weşand û berxwedana jinên Afganî pesinand û banga hevgirtinek mezintir li dijî zilm û binpêkirinên berfireh ên mafên jinan kir.

BAHARAN LAHÎB

Afganîstan – Li Afganîstanê Zilm û zordariya li ser jinan êdî bi bêparkirina ji perwerde, kar û jiyana civakî ve sînordar nîne; ew gihîştiye astekê ku hebûna wan li kolan û qadên giştî jî bi gef, girtin û tundûtûjiyê re rûbirû dimîne. Zêdebûna sînordarkirinên li ser jinan di mehên dawî de di nav çalakvanên mafên mirovan û welatiyên Afganî de bûye sedema fikarên berfireh û rewşa mafên jinan dîsa xistiye rojevê.

Herat, bajarekî ku di demên berê de gelek caran şahidiya çalakvaniya sivîl û parêzvaniya mafên jinan kiriye, careke din bûye navenda yek ji bûyerên herî nakok ên derbarê mafên jinan de. Raportên girtina girseyî ya jinan û muameleya dijwar bi wan re hem li hundir û hem jî li derveyî Afganistanê bûne sedema nerazîbûneke berfireh û pirsên cidî li ser rewşa azadiyên takekesî û sivîl derxistine holê.

Krîzên mirovî û civakî wê kûrtir bibe

Di bersiva van bûyeran de, hin çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan peyam û daxuyanî weşandin û daxwaza bidawîanîna kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî jinan û hesabpirsîna berpirsiyaran kirin. Ew tekez dikin ku bêdengkirina dengê jinan bi rêya gef û zextan dê pirsgirêkên heyî çareser neke, lê belê dê krîzên civakî û mirovî yên welêt kûrtir bike.

Di vê çarçoveyê de, çalakvana mafên jinan û psîkolog Yelda Ehmed jî peyamek ji me re şand û li ser binçavkirina jinan li Heratê û muameleya li dijî xwepêşanderan bertek nîşan da. Van bûyeran wekî nîşaneya zexta sîstematîk a li ser jinan li Afganîstanê dît. Di peyama xwe de, wê girîngiya hevgirtina giştî, piştgiriya jinan û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan tekez kir û banga baldariyek cidî li ser rewşa jinan li Afganîstanê kir.

Berxwedaniya jinên Heratê

Yelda Ehmed di daxuyaniya xwe de qala pêkanînên desthilatdariya Talîbanê ya li ser jin û civakê pêktîne dike û dibêje: “Van rojan laşê welatê min, Afganîstanê, bi xwînê hatiye şilkirin. Di rojên dawî de, Talîbanê li parêzgehên wekî Kabûl, Mezar-i-Şerîf û Heratê gelek jin bi hinceta ku wan qaîdeyên hicabê neşopandine girtine. Lêbelê, ev rewş rastî berxwedanê hat, nemaze ji aliyê jinên li Heratê ve. Talîbanê, ku qet nikare berxwedan û nerazîbûna jinan tehemûl bike, gelek jin li kolanan gulebaran kirine. Me berê gelek jinên xwepêşander dîtiye ku bi zorê hatine girtin û heta rastî îşkence û destdirêjiya cinsî hatine. Lê vê carê, wan lûtkeya hovîtî û nefretê nîşan dane.”

‘Êdî xelk dengê xwe li hember tirs û nefretê bilind dikin’

Yelda di dawiya daxuyaniya xwe de xemginiya xwe tîne ser ziman. Yelda Ehmed bi vê awayî dawî li gotinên xwe tîne: "Wekî jineke Afganî, ez ji ber pêşketinên dawî, nemaze yên derbarê jinan li welatê min de, pir xemgîn im; lêbelê, ez bejna xwe li hember jinên têkoşer û hişmend ên ku bi xwîna xwe dara azadiyê av dane, bi rêzdarî ditewînim. Vê berxwedanê gelek mirovên wijdanî îlham kiriye ku rabin û gelek kes ji seranserê Afganîstanê ji bo tevlîbûna van xwepêşandanan amade kirine. Xelk dengê xwe li dijî tirs û nefreta ji jinan a ji aliyê Talîbanê ve hatiye afirandin bilind dikin.”