Yekitiya Komîteyên Jinan ji bo jinan xebatên xwe didomîne

Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê, desteka derûnî ya ji bo jinên Xezayê yên ji ber şer koçber bûne didomîne. Di vê pêvajoya ku saziyên navneteweyî kêm dimînin de, rêxistinên jinan roleke krîtîk digrin ser xwe.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Gelek saziyên li Zîvala Xezayê ku salek zêdetir êrişên Îsraîlê li ser didome, ji ber şer û hilweşandinê, tunebûna înternetê û zêdebûna hejmara kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, ev yek li pêşiya xebatên wan dibin astengî. Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê, desteka derûnî ya ji bo jinên Xezayê yên ji ber şer koçber bûne didomîne.

Seroka yekitiyê Suhair Qadir, bal kişand ku saziyên jinan û Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê di pêvajoya şer de alîkarî, desteka derûnî û xizmetên fînansî ji jinan re kiriye û da zanîn ku 1 û 3 mehan û piştre jî xebatên desteka ji bo jin û zarokan domandine.

Zêdetir jin û zarok mexdûr bûn

Suhaîq Qadir got ku yekitiyê ji bo jinên di her temenî de alîkarî kiriye û da zanîn ku bi taybetî ji ber ku ji sedî 75 mexdûrên şer jin û zarok in gelek jin bê malbat, gelek zarok jî bê destek mane desteka ku dane wiha rêz kir: “Ji bo jinên ku hevjînê wan di şer de jiyana xwe ji dest dabûn û jinên ku neçar mabûn ji bo debara malbatên xwe bixebitin, piştgirî hat dayîn. Di vê pêvajoyê de ji ber koçberiya ku her dem dubare bû, xebatên Yekitiya Komîteyên Jinan zor bûn. Ligel vê, ji ber ku binesaziya giştî û ragihandinê zirarê dît, rê hatin girtin û înternet kêm bû, belavkirina alîkariyan zehmet dibû.”

Niha zoriya herî mezin belavkirina alîkariyan e

Suhair Qadir anî ziman ku niha yek ji pirsgirêkên herî girîng mijara belavkirina alîkariyan di navbera bakur û başûrê Xezayê de ye û got: “Lewre zêdetir mirov ber bi aliyê bakur ve diçin û gelek herêm bi temamî hilweşiyane. Cîbaliye, Beyt Lahiya û Beyt Henûn bi temamî bûne cihê xirbeyan. Alîkariya mirovî herî zêde ji bo van herêman pêwîst e. Li van herêman jin ji pêdiviyên herî bingehîn, av, cereyan, xwarin û cilan bêpar in. Başûrê Xezayê û navenda wî hinek kêmtir xisarê dîtine lê niha hemû Zîvala Xezayê di nava krîza mirovî de ye. Ji ber vê yekê yekitî hewl dide jinên ji cihên xwe bûne, diyar bike, daneyan nû bike û gihîştina alîkariyan berfireh bike.”

Desteka navneteweyî û xebatên ji bo xizmetên berfireh

Suhaîr Qadir diyar kir ku yekitî bi hevkariya bi saziyên navneteweyî re hewl dide destekê bide zêdetir jinan lê ji ber ku bandorên şer berdewam dikin, zorî zêdetir bûne û tê texmînkirin ku dibe krîzên mirovî yên nû çêbibin. Suhair Qadir got: “Bi taybetî ji bo jinên li bakurê Xezayê û zarokan nikarin alîkariyê bibin û got ku ger şer bi dawî bibe dê bikaribin xwe bigihîjînin herêmê.”

Pirsgirêkên jinan ên derûnî û tendirustî zêde dibin

Suhair Qadir got ku piştî şer yek ji pirsgirêkên herî mezin ên jin dijîn travmayên derûnî ne û got: “Zarokên dayikên xwe winda kirine, jinên ciwan ên malbatên xwe winda kirine û yên ku ji ber koçberiya bi zorê her dem stresê dijîn. Niha herî zêde pêdiviya van beşan bi desteka derûnî heye. Her wiha ji ber negihîştina nexweşxaneyan, nexweşiyên bi şer re derketine, nayên dermankirin. Ji ber vê divê Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê, bi saziyên tendirustiyê re hevkariyê bike û bi lezgînî mudaxeyan bike.”

Têkoşîna jinan û girîngiya piştgiriyê

Suhair Qadir diyar kir ku rêxistinên jinan beriya şer jî mafên jinan diparastin û desteka aborî didan lê îro rola wan mezintir e û wiha bi dawî kir got: "Berê saziyên jinan, ji bo pirsgirêkên jinên di bin zextan de tesbît bikin û ji wan re bibin destek hewl didan lê îro ev sazî mîsyoneke krîtîktir girtine ser xwe. Peywira me ya bingehîn ew e ku em nehêlin jin axa xwe biterikînin, ji bo domandina jiyanê destekê bidin jinên Filistînî û li dijî polîtîkayên koçberkirina bi zorê rawestin."

Suhair Qadir bal kişand ku berxwedêriya gelê Filistînê ji berxwedana jinan xwedî bûye, ji ber vê yekê saziyên jinan, bi xebata bi saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re berpirsyariya parastina mafên jinên Filîstînî parve kirine.

Rêxistinên jinan hê jî hêviya pêşerojê ne

Yekîtiya Komîteyên Jinan, tevî hemû texrîbatên ji ber şer çêbûne jî desteka ji bo jinan didomînin lê bi zêdebûna xebatên alîkariyê û ji bo gihîştina jinên xwedî pêdiviyan divê desteka navneteweyî û polîtîkayên fermî bihêztir bibin.

Ji bo ku jin bikaribin birînên ji ber şer û koçberiyê çêbûne bipêçin divê tenê neyên hiştin. Van saziyên ku ji xweliyên şer afirîne, piştgiriyê zêde kirine, ji bo jinên Filistînê bûne hêviya pêşerojê.