Ayşe Gokkan a ku 19 sal ceza danê: Bi têkoşîna azadiyê serbilind im

Li berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad TJA'yê Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Ayşe Gokkan di parastina xwe de diyar kir ku wê têkoşîna azadiya jinê meşandiye û got: “Di vê têkoşîna ku min meşandiye de, serê min bilind e.”

Amed – Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdiaya “endametiya rêxistinê” 2 caran hat darizandin. Carek 12 sal, cara din jî 7 sal û 6 meh û bi îdiaya “bi zanebûn û dildarî alîkariya rêxistinê kiriye” jî, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Piştî ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xirabkirin, rûniştina 5’emîn a doza ku ji nû ve dihat dîtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê pêk hat.

Ayşe Gokkan ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzerên wê Berfîn Lûtfiye Gokkan, Muharrem Şahîn û Ozûm Vurgun di salona rûniştinê de amade bûn. Li gel xizmên Ayşe Gokkan, gelek rêxistinên jinan jî rûniştina dozê şopand.

Dozger pêşî nêrîna xwe pêşkêş kir û xwest ku Ayşe Gokkan bi îdiaya “endametiya rêxistinê” 2 caran bê cezakirin û her wiha daxwaza tehliyeya wê kir.

Ayşe Gokkan: Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan tînim ziman têm darizandin

Ayşe Gokkan li dijî nêrîna dozger, bi kurdî parastina xwe kir û diyar kir ku tu çalakiyeke wê ya wekî sûc bê nirxandin û hewceyî cezakirinê be, tune ye. Ayşe Gokkan da zanîn ku ew jineke Kurd û Kurdistanî ye û ji ber vê yekê tê darizandin û wiha got: “Heke ez ji ber Kurdbûna xwe têm darizandin, divê tevahiya civakê were darizandin. Eger nasnameya civakê neyê qebûlkirin, ev darizandin wê berdewam bikin. Her gotineke ku ez ava dikim, wekî veşartî tê nirxandin. Heta ku hebûna Kurdan neyê qebûlkirin, her çalakiyek wê bibe mijara doza cezayê. Mêrdîn xwedî pêkhateyeke pirreng e. Bila di dema şaredariya min de ji gelan were pirsîn; wê rû bide ku me tu cudakarî li dijî tu kesî nekiriye. Dîsa ez ji ber ku têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna azadiya gelê Kurd tînim ziman têm darizandin. Ez li ser bingeha felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têm darizandin. Tu çalakiyeke min a derveyî qanûnê tune ye. Ez li ser bingeha fezlekeyên çêkirî yên ku polîsan nivîsandine hatim pêşberî dadgeha we. Va dadgeha we jî li ser fezlekeyên çêkirî min didarizîne. Eger Pêvajoya aştî û civaka demokratîk neyê çareserkirin, em hemû Kurd dê bên darizandin.”

‘Ji bo min ya bingehîn wijdana gel e’

Ayşe Gokkan da zanîn ku girtina wê kêfî ye û parastina xwe wiha domand: “Tiştekî ku bibe sûc, tune ye. Li Efganistanê jin di malan de hatine girtin, li Tirkiyeyê di mal û girtîgehên terîqatan de zarokên 6 salî rû bi rûyê destdirêjiyê dibin. Min li dijî vê hişmendiya DAIŞ’ê têkoşîn meşand. Ez ji bo azadiya jin û zarokan têkoşînê dimeşînim. Ji bo min ya bingehîn wijdana gel e. Di vê têkoşîna ku min meşandiye de serê min bilind e. Darizandina min di dadgehan de ji bo min ne pir giring e, dilê min rehet e. Di encamê de, gel û jin min dadbar nakin. Bi TJA’yê re serê min bilind e.”

Ayşe Gokkan diyar kir ku hincetek ji bo girtina wê ya di girtîgehê de tune ye û daxwaza tehliyeya xwe kir.

Parêzer: Darizandin bi awayekî adilane pêk nehat

Piştre parêzer Muharrem Şahîn mafê axaftinê girt û bal kişand ser helwesta dadgehê ya di dirêjahiya darizandinê de û bêusûliyên ku hatine kirin, rêz kirin. Muharrem Şahîn parastinên ku Gokkan di dema darizandinê de kirine bi bîr xistin û diyar kir ku dadgehê rê li ber van parastinan girtiye, lewma darizandin bi awayekî adilane pêk nehatiye.

Parêzer Berfîn: Ayşe Gokkan di girtîgehê de 3 caran emeliyat bû

Parêzer Berfîn Lûtfiye Gokkan bal kişand ku dadgeh hewl dide hincetên girtina 5 sal berê ya li ser Ayşe Gokkan bi heman awayî bide. Parêzer Berfîn diyar kir ku Ayşe Gokkan di dadgeheke bêalî û serbixwe de nayê darizandin. Berfîn mijarên kuji bo cezakirina Ayşe Gokkan  wek hincet hatine nîşandan bi bîr xist û got ku dozên ku heta îro hatine amadekirin, ji aliyê emniyetê ve hatine çêkirin û tu carî daxwazên wan nehatine nirxandin. Her wiha ragihand ku şahidên veşartî rastiyê nabêjin û wan daxwaza lêkolîna qanûnî kiriye lê tu lêkolîn nehatiye kirin. Berfîn Lûtfiye Gokkan da zanîn ku Ayşe Gokkan di girtîgehê de 3 caran emeliyat bûye, pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û destnîşan kir ku gumaneke revê tune ye; lewma daxwaza biryara tehliye û beraetê kir.

Parêzer Ozûm Vurgun jî bi bîr xist ku dozger ev 4 rûniştin in dibêje delîl hatine komkirin, darizandin gihîştiye dawiyê û daxwaza tehliyeya Ayşe Gokkan dike. Parêzer Ozum got ku “Ev rewş êdî nîşan dide ku ev kes ji ber nasnameya xwe tê darizandin” û daxwaza tehliye û beraeta muwekîla xwe kir.

Bi giştî 19 sal û 6 meh ceza

Piştî daxuyaniyan Ayşe Gokkan dîsa mafê axaftinê girt û ragihand ku ew ê bi têkoşîna azadiya jinê re jiyana xwe berdewam bike.

Piştî navbera ku hat dayîn, dadgehê biryara xwe eşkere kir. Bi îdiaya “endametiya rêxistinê” du ceza birîn ku yek jê 12 sal û ya din 7 sal û 6 meh e. Bi vî rengî dadgehê bi giştî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Ayşe Gokkan. Dadgehê her wiha biryara berdewamiya girtina wê da.

Ayşe Gokkan kî ye?

Ayşe Gokkan aktîvîsteke naskirî ya mafên jinan û siyasetmedareke Kurd e. Berdevka TJA'yê, demeke dirêj wek Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) xebat meşand.

Şaredariya Nisêbînê: Di navbera salên 2009 û 2014’an de wekî Şaredara Nisêbînê (navçeya Mêrdînê) hat hilbijartin.

Çalakiya li Ser Sînor: Di sala 2013’an de, dema ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê dîwar dihat hûnandin, wê li dijî vî dîwarî dest bi rojiya mirinê kir û ev çalakiya wê di rojeva Kurdistanê û cîhanê de deng veda.

Girtina Wê: Ji ber xebatên xwe yên siyasî û parastina mafên jinan, gelek doz lê hatin vekirin û di sala 2021’an de cezayê girtîgehê lê hat birîn.